Li Êlihê nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA), Jinnews û xebatkarên rojnameya Yenî Yaşamê dema nûçeyên li dijî tayînkirina qeyûm dişopandin, polîsan xwestin wan binçav bikin. Polîsekî xwest çeke bikişîne û gef li rojnamevanan xwar. Polîsan dema rojnamevanên ji nûçeyê vedigeriyan pêşî li wan girt û xwestin xebatkarê Yenî Yaşamê Veysî Akoren birevînin. Van kesan nasnameyên rojnamevanan xwestin, bêyî ku nasnameya xwe nîşan bidin hewl dan Akoren binçav bikin.
Gel û rojnamevanan bertek nîşanî wan dan. Di encama mudaxeleya rojnamevanan û gel de gefa, “Em ê we jî bigirin” xwarin û çekên xwe nîşan dan. Piştî berxwedana gel û rojnamevanan ew kes li wesayîtên xwe siwar bûn û reviyan.
Gel û rojnamevanan piştî hewldana revandinê dirûşmeyên “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz kirin.