Saziyên demokratîk ên li Amedê dê damezirandina platforma “Şiyar Be! Li Dijî Tiryakê Têkoşîn” sibe bi meşekê ragihîne. Platform, dê sibe li Sumerparka li navçeya Yenîşehira Amedê ber bi Birca 7 Birayan a li navçeyan Sûrê ve meşê li dar bixe. Meş dê saet di 14.00yan de dest pê bike. Piştre jî Platform dê li Birca 7 Birayan bi deklarasyonekê damezirandina xwe ragihîne.
Hevberdevkê Platformê Murat Kan têkildarî mijarê got: “Pirsgirêka tiryakê birîneke xedar a civakê ye û her ku diçe mezintir dibe. Yek ji armancên girîng ên platformê jî ew e ku li dijî vê mijarê hestiyariyek were avakirin. Li dijî tiryakê gotineke her kesî heye. Rewşeke ku civaka me, gel û jinan aciz dike ye. “
Murat Kan, ji bo meşa ku dê sibe saet di 14.00yan de li Sumerparkê dest pê bike û heta Birca 7 Birayan bidome, banga tevlibûna meşê li hemû Amediyan kir.