12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Platforma Kurdên Anatolyaya Navîn pêşbaziya wêje û muzîkê li dar dixe

Platforma Kurdên Anatoliyaya Navîn (PKAN) pêşbaziya xelatên wêje, muzîk û lêkolînê li dar dixe.

Platform di daxuyaniya xwe ya pêşbaziyê de diyar dike ku polîtîkayên qedexekirin û asîmîlasyona li ser zimanê kurdî, bandoreke nebaş li ziman, çand û hunera kurdan kiriye û bi taybetî jî bandora van polîtîkayan pir zêde li ser kurdên Anatolyaya Navîn çêbûye. 

Di daxuyaniyê de tê gotin ku armanca vê pêşbaziyê ew e ku di nav kurdên Anatoliyaya Navîn de, li hemberî polîtîkaya asîmîlasyonê, hişmendiya zimanê dayikê bê afirandin.

Şertên beşdarbûna pêsbaziyê:

Wêje (roman, kurteçîrok, helbest, û hwd.)

  1. Divê berhem yek ji bo cureyên wêjeyê (roman, kurteçîrok, helbest, û hwd.) be.
  2. Zimanê dosyayê pêwîst e kurdî (zaravayên li Anatoliyê tên axaftin, kurmancî, zazakî, şêxbizinî) be.
  3. Berhemên di dosyeyê de pêwîst e berê li tu deran nehatibin weşandin.
  4. Bi tenê kurdên Anatoliya Navîn dikarin beşdar bibin.
  5. Dosye pêwîst e ew qasî bibe pirtûkeke navîncî barestedar be.
  6. Berhema xelatgir dikare ji aliyê PKAN’ê ve bê weşandin.

Lêkolîn

  1. Mijara berhemên qada lêkolînê pêwîst e kurdên Anatoliyê (dîrok, muzîk, çand,erdnîgarî, û hwd.) be.
  2. Zimanê dosyayê pêwîst e kurdî (zaravayên li Anatoliyê tên axaftin, kurmancî, zazakî, şêxbizinî) an tirkî be

  4. Qada lêkolînê ji her kesî re vekiriye; her kes dikare beşdar bibe.
  5. Dosye pêwîst e bi qasî bibe pirtûkeke navîncî qebaredar be.

Muzîk

  1. Zimanê berhemê pêwîst e kurdî (zaravayên li Anatoliyê tên axaftin, kurmancî, zazakî, şêxbizinî) be.
  2. Bi berhemên anonîm (gelêrî) ên li Anatoliya Navîn tomarkirî yên ku berê nayên zanîn an jî bi berhemeke (fîktîf) a li gor form û pîvanên muzîka kurdên Anatoliya Navîn hatiye afirandin be.
  3. Bi tenê kurdên Anatoliya Navîn dikarin beşdar bibin
  4. Berhema xelatgir dikare ji aliyê PKAN’ê ve bê aranje û qeydkirin.

Platforma destnîşan dike ku endamên rêveberiya PKAN’ê ya giştî û yên rêveberiyên welatan nikarin tevlî pêşbaziyê bibin û divê berhem herî dereng heta30’yê hezîrana 2021’ê bigihîje PKAN’ê.

Merasîma xelatê wê meha mijdar an jî kanênê, di şeveke ku li bajarekî Ewropayê bê li dar xistin, bên belavkirin.

Platforma Kurdên Anatolyaya Navîn di 2015’an de hatiye damezirandin û li heft welatên Ewropayê birêxistinkirî ye. Kesên dixwazin beşdarî pêşbaziyê bibin, dikarin li ser malpera platformê hûrgiliyên pêşbaziyê hîn bibin û berhemên xwe bi rê telefonê bişînin.

Whatsapp: 0046 73 99 77 033

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê