24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Platforma Gelan a Ewropayê dê  14-16 sibatê de bicive

Bi pêşengtiya Platforma Gelan a Ewropayê dê li zêdetirî 30 welatan bi beşdariya 700 delegeyan dê di navbera 14-16ê sibatê de li paytexta Awûstûryayê Viyanayê bi şîara “Em înîsiyatîfê paşde bigirin” civîn bê lidarxistin.

Li seranserê Ewropayê rewşenbîr, çepgir, sosyalîst û aktîvîstên ekolojiyê wê bi şîara ‘Em înîsiyatîfê paşde bigirin’ 14-16ê sibatê di çarçoveya ‘Platforma Gelan a Ewropayê’ de li paytexta Awûstûrya Viyanayê bên ba hev.

Bi banga Akademiya Modernîteya Demokratîk (ADM) nêzî salekê ye kar û xebatên amadekariyê, didomin. Ji zêdeyî 30 welatên Ewropayê, wê ji zêdeyî 160 rêxistin, kom, tevger, tor û komeleyan 700 delege beşdar bibin.

Bi ADMê re jin, ciwan û rêxistinên dijberê sîstemê di nava xebatên amadekariyên de cih digirin. Platform wê di demeke ku sîstema kapîtalîst bi êrîşên xwe rêxistinkirina civakî lewaz kirî de, ji bo li dijî vê nîqaşeke stratejîk bimeşîne wê bi şîara ‘Em înîsiyatîfê paşde bigirin’ bê lidarxistin.

Wê ji Awûstûrya, Îtalya, Slovenya, Welatê Bask, Katalonya, Îrlanda, Yewnanistan, Qibris, Fransa, Îskoçya, Fînlandiya, Swîsre, Slovakya, Bosna Hersek, Romanya, Bakurê Makedonya, Portekîz, Sirbistan, Macaristan, Arnavutluk, Danîmarka, Belçîka, Swêd, Hollanda, Spanya, Îngilistan, Almanya, Tirkiye û Kurdistanê beşdarbûn çêbibe.

Qasî 3 rojan wê li 9 atolyeyan nîqaş bên kirin. Di van nîqaşan de tê armanckirin ku perspektîfek were avakirin ku li Ewropayê gel li ser esasê wê xwe rêxistin bikin.

Di nava 160 rêxistinan de wê ji Îtalyayê delegeyên “Non Una Di Meno” û “Potere al Popolo”, ji Fransayê “Solidaires Union Syindicale” û “Les Soulèvements de la Terre”, ji Welatê Bask “Askapena”, ji Katalonyayê “Endavant OSAN”, ji Spanyayê “Confederación General del Trabajo”, ji Yewnanistanê “Rouvikonas”, ji Bakurê Makedonyayê “Dunja Social Center”, ji Almanyayê “Interventionistische Linke”, ji Awûstûryayê “Womens International League for Peace and Freedom”, ji Sirbistanê “Partija Radikalne Levice – PRL”, ji Portekîzê “Rede de Apoio Mútuo”, ji Îrlandayê “Slí Eile – Action for a Planet Beyond Capitalism”, ji Kibrisê “Union of Cypriots”, ji torên Navneteweyî “Transnational Institute of Social Ecology (TRISE)”, “Network for an Alternative Quest” û “Jineoloji Europe”, “International League of Peoples Struggle (ILPS)” û “Ronahi – Youth Center” beşdar bibin.

Di nava beşdaran de, herwiha wê li ser navê Fridays for Future ku li Ewropayê têkoşîna ekolojiyê dimeşîne, wê Greta Thunberg amade be.

Platforma Gelan a Ewropayê wê 14ê sibatê roja înê, piştî nîvro bi axaftina vekirinê û performansên çandî destpê bike. Piştre wê panela bi navê ‘Em înîsiyatîfê paşde bigirin’ bê lidarxistin. Di panelê de wê profesorê amerîkî William I. Robinson, ji serokatiya Weqfa Franz Fanon; Mireille Fanon, fîlozofê îtalî-amerîkî Silvia Federici û profesorê îrlandayî-Meksîkayî John Holloway wê semîneran bidin.

Wê 9 xebatên atolyeyê bên lidarxistin. Beşdar wê qasî rojekê nîqaşên siyasî, îdeolojîk û rêxistinbûnê bimeşînin.

Sernavên mijarên atoloyeyê jî ku rojeva esas a platformê diafirînin, bi vî rengî ne: “Şer û Aştî”, “Antî-faşîzm”, “Berxwedana Ekolojîk”, “Konfederalîzma Demokratîk a Jinan”, “Nasnameya Ciwanan û Berxwedan”, “Avakirina Xweseriyê”, “Aktîvîzm û Rêxistinbûn”, “Têkoşîna li dijî polîtîkayên qirkirinê” û “Medyaya Demokratîk”.

Encamên nîqaşan, wê bi rengê semîneran ji pêkhateyên platformê re were ragihandin. 16ê sibatê roja duşemê jî wê bi sernava “Nexşerêya Platforma Gelan a Ewropayê” planên stratejjiya hevpar, bên nîqaşkirin û biryar bên dayîn.

Wê bi rûniştineke taybet, toreke koordînasyonê were avakirin û wê Platforma Gelan a Ewropayê bi dawî bibe.

Ji berdevkên ADMê Alî Çîçek diyar kir ku di nava salên dawî de li seranserî Ewropayê çepgir û kesên rewşenbîr, di siyasetê de hîn zêdetir di parastinê de ne û got: “Fikrê platformê di encama nîqaşên me yên li ser esasê perspektîfa mîmarê Modernîteya Demokratîk Abdullah Ocalan a Tevgera Demokrasiyê ya Kûreyî pêş ket.” Çîçek, destnîşan kir ku wan ji bo pêkanîna perspektîfa “Konfederalîzma Gelan a Demokratîk a Cîhanê”, bi tevgerên dijberê sîstemê re nîqaş meşandine.

Ji berdevkên Network Women Weaving the Future (Tora Jin Siberojê Dihûnin) Oona Elvers ku di nava xebatên amadekariya platformê de cih digire, diyar kir ku wê tevlibûneke zêde ya jinan hebe.

Oona Elvers destnîşan kir ku wê nîviya beşdaran jin bin û mîna xebatên vê yên amadekariyê, wê ev yek di nîqaşên ji bo platformê de jî veguhere tevkariyên girîng.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê