12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Plastîkên yekcareyî xwezayê qirêjî dikin!

Piştî ku aktîvîstên saziya bi navê OceansAsiyayê, endamên Greenpeaceyê yên li Tirkiyeyê jî derbarê bikaranîna alavên plastîk de berpirsyar hişyar kirin. Greenpeacê têkildarê alavên plastîkî diyar kir ku bi vîrusa koronayê re bikaranîna alavên plastîk ên tekcarî zêdetir bûye û ev yek jî dê rê li ber xetereyên mezintirîn veke.

Bi vîrusa koronayê re her ku diçe alavên mîna çetel, îskan, bîpet, torbe bi kurtasî alavên ku tenê carek tên bikaranîn zêdetir dikevin nava jiyanê û êdî bûne perçeyek ji jiyana mirovan ên ku wekî alavên hîjyenê tên bikaranîn. Ligel vê yekê jî êdî li her kûçeyê li ber torbeyên çopê û di nav şînkayiya parkan de pêkan e ku mirov rastî lepik, berdevk (maske) ên lastîkî yên alavên tenduristiyê bê.

Tofana ekolojiyê

Mirovên ku xwe ji vîrûsê diparêzin lepik û maskeyên xwe yên tenê carekê bi kar tînin davêjin hawîrdora xwe. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku tofana ekolojiyê li ber derî ye. Ji bo ku mirov xwe ji vîrûsê biparêzi, îro li her bajar, tax, kolan û malê berdevk û lepîkên lastîkî yên ku bi sedan salan di nava xwezayê de dimînin û nexweşiyan belav dikin, hene. Ev yek jî dê bibe sedem ku xweza her biçe bi destê mirovan were tunekirin.

Li gorî agahiyên ku aktîvîstên saziya bi navê OceansAsiyayê belav kirine; bi vîrusa koronayê ku li Çînê peyda bû re derdora giravên Sokoyê ya Hong Kongê bi amûrên cerahiyê yên ku hatine avêtin, tije bûne û girav hatine gemarkirin. Hem aktîvîstên xwezayê hem jî zanist, derbarê qirêjkirina hawîrdorê de bi salan e hişyarî didin hemû derdorên berpirsyar. Êdî bi vîrusê re alavên plastîkî ji marketan heta ser sifreyên me hatine. Bi karantînayê re êdî ev alav bûne perçeyek ji mirovan.

Banga Greenpeaceyê

Aktivîstên Greenpeaceyê (Aştiya Kesk) yên Tirkiyeyê, li ser hesabên xwe yên medyaya civakî têkildarî bikaranîna plastîkên yekcarî ku bi vîrusa koronayê re zêdetir bûne, agahiyan parve kirin û ev rewş rexne kirin.

Greenpeaceyê di parvekirinên xwe de ji bo paqijiya hawîrdorê û xwezayê jî bang li berpirsyaran kir ku pêşiya bikaranîna alavên plastîkî bigirin û ev tişt got: “Bila xetereya ku her diçe plastîk jiyana zindiyan tehdit dikin, bibînin. Bi vîrusa koronayê re hê zêdetir xweza gemarî dibe û bila alavên yekcarî jiyana zindiyan êdî tehdît neke. Daxwaziya me ji berpirsyaran ew e ku alavên plastîkî tev werin qedexekirin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê