Pêşketinên li Rojhilata Navîn careke din bûne mijara sereke ya siyaseta navneteweyî. Îro roj di rojevê de plana serokê Amerîkayê Donald Trump a li ser Xezayê heye. Lê ev plan jî hîn beşek ji plana li ser dîzayna Rojhilata Navîn e. Beşek ji plana li ser Derya Navîn ango Derya Spî ye. Dêhna xwe bidinê, hema piştî plana li ser Xezayê hatina rojevê ya Qibrisê hema wisa ne jixweber e. Projeya Mezin a Rojhilata Navîn ku piştî Şerê Sar hatibû rojevê, bi awayekî revîzebûyî gav bi gav dikeve dewrê. Pergala Serdest a Cîhanî ya kapîtalîst, bi van minawre û projeyan xwe ji nû ve tehkîm dike. Xitimiye, dirize û cîhanê jî bi xwe re dirizîne lê tevî vê jî dizane heta ku li Rojhilata Navîn nebe serwer nikare pergala xwe hema wisa bi rê ve bibe.
Em vegerin ser plana agirbestê; wisa yeqîn dikim ku beşek ji plangeriya li ser herêmê ye. Tevî ku pêkhatina wê zehmet xuya bibe jî em bêjin agirbest pêk hat û pîlana Trump gav bi gav li Xezayê ket dewrê; lê dîsa jî ji ber dînamîkên li herêmê û rewşa li herêmê xuya ye ku hevsengiyên xerabûyî hema wisa zû wê çênebin. Kevir ji cihê xwe leqiya. Îcar ev plangerî her çiqas bandorê li welatên derdorê bike jî herî zêde wê bandorê li Tirkiye û Îranê bike.
Tirkiye û Îran li herêmê dewa hegemonyayê dikin. Dixwazin statukoya xwe biparêzin. Em ê li Tirkiyeyê binêrin. Tevî ku li vî welatî pêvajoyeke lêgera çareseriya siyasî ya ji bo pirsa kurd di rojevê de ye, radibe di statukoyê de israrê dike. Ev jî bi xwe re aştiyê na lê dibe ku şer bîne. Dêhna xwe bidinê, hefteya bihurî li Qendîlê balafireke bêmirov û çeklêbarkirî ya artêşa tirk hat xistin. Ev balafireke êrişê ye û dikare ton û nîvek bombe li xwe bar bike. Dîsa serê vê mehê serok-komarê AKPî Tayyîp Erdogan tezkereya şer şandiye meclisê.
Di tezkereyê de dîsa dibêje ku dema hewcehî pê hat dîtin, wê eskeran bişînin nav Iraq û Sûriyeyê. Erê weke welat dibêjin; Iraq û Sûriye lê bi nav jî dikin, dibêjin; “Li sînorê me yê Başûr teror heye.” Hem li Başûr hem jî li Rojava hebûna kurdan weke terorê dibînin û wisa bi nav dikin. Li aliyê din jî, xwe wisa nîşan didin weke ku dixwazin çareseriyê bi pêş bixin. Te dît di kurmanciyê de gotinek heye, dibêje; ev ne fen be ev çi ben e. Eynî wisa ye. Erê rast e Rêber Apo bi înîsiyatîfa xwe pêvajoyê bi rê ve dibe, Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo pêvajo li ser esas û bernameya Rêber Apo encamê bide dixebite, kar dike lê li aliyê din balafirên li ser Qendîlê, Tezkereya Şer, li meclisê heqareta li Rêber Apo û jinan hene, hîn jî êrişên qirkirinê hene.
Xulase, hebûna kurdan a êdî nayê înkarkirin weke diyardeyeke hebe jî ji bo kurd azad nebin, ji bo weke civakeke demokratîk di nav aştiyê de nikaribin jiyaneke nû ava bikin, peyayên dewletê dek û dolaban digerînin. Li vir ya ku bê kirin jî hîn bêhtir xwebirêxistinkirin û bilindkirina daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Em kurd encax bi vî awayî dê dikaribin plangeriyan pûç bikin. Em xwedan wê hêz û şiyanê ne. Em xwedan wê fehm û ferasetê ne.
