12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Planên Rûsya û Rojava yên li ser Rojhilata Navîn

Rûsya û welatên rojava bi armanca kêmkirina metirsiya şerên nû dan û standinên zêde kirin. Di 10’ê çile de dîplomatên Amerîka û Rûsyayê li Cenevreyê civiyan. Di 12’ê çile de nûnerên NATO û Rûsyayê li Brukselê hatin cem hev û di 13’ê çile de jî muzakereyên li cihê Rêxistina Ewlekarî û Hevkarî li Ewrupayê dewam kirin.

Her sê hevdîtin jî nebûn sedema peymanên çêker û esasî. Rûsya daxwaza garantiyên zagonî yên neberfirehbûna NATO’yê li Rojhilat û vekişandina hêzên hevpeymaniyê ji welatên ku beşek ji Yekîtiya Sovyetê bûn dike. Rûsya bang li NATO’yê dike ku hevkariya bi Ukrayna re rawestîne û garantîyên qanûnî bide ku Ukrayna û Gurcistan qet nebe endamên hevpeymaniyê.

Di heman demê de, di raya giştî de, Amerîka û hevalbendên wê hewl didin ku wekî eniyek yekgirtî xuya bikin. Lê di rastiyê de rewş cûda ye. Ji bilî welatên Ewrupî ji pêşniyarên Washingtonê yên di dan û standinên ligel Moskowayê de bi guman in, dewletên din jî dilgiraniya xwe ji rewşa niha tînin ziman.

Di vê mijarê de em behsa welatên Rojhilata Navîn dikin ku bi baldarî û hişyariyeke taybet duela siyasî û dîplomatîk a di navbera Rûsya û Rojava de dişopînin. Sedem diyar e: Bûyerên salên dawî hevsengiya berê ya hêzê li vê herêmê têk bir.

Welat ditirsin ku ger krîz ber bi pevçûnek leşkerî ya nû ve biçe, ew ê rûbirûyê hilbijartinek dijwar bibin û hin kes neçar in ku di navbera du vebijarkan de yekê hilbijêrin, ku herdu jî xirab in. An jî xwe bi bêalîbûnê ve girêbidin, ku dikare bibe sedema îzolasyonê.

Vekişîna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji Afganîstanê li Asya, Ewropaya Rojhilat û Rojhilata Navîn bû sedema serhildanek mezin. Dewlet û netewan fêm kirine ku hewldana jiyînê, hêviya Rojava, mîna ketina ji baskê balafirê ye. Dibe ku ev rastî, di sedsala 21’ê de ji bo Rojava bibe windabûna herî mezin. Niha senaryoyek bi vî rengî li Ukraynayê tê kirin. DYE û Ewropa li dijî Rûsyayê hemû eniyan tehrîk dikin.

Li aliyê din Rûsya ji bêçaretiya Rojava, bêbaweriya bi wê re hemû sûdê werdigire û di vî warî de nexşeya nû ya nîzama cîhanê ya pêşerojê pêk tîne. Niyeta wê nîne Ukraynayê dagir bike, lê dê hewl bide ku rojhilatê welat kontrol bike.

Û ya duyemîn jî erka wê ew e ku welatên Rojhilata Navîn tev li bûyerên Ukraynayê nebin. Ev hesabek e ku li ser bingeha çîpên li ser nexşeya jeopolîtîk têne danîn. Eger Amerîka garantî nede ku NATO dê berfirehbûna xwe ber bi Rojhilata Ewrupayê ve rawestîne, wê demê qeyrana navdewletî ya heyî dê derbasî qonaxeke bingehîn a nû bibe. Û dibe ku bandorê li Rojhilata Navîn jî bike.

Ne tesaduf e ku ev pirsgirêk di derdorên lêkolînên rojavayî de bûye mijareke germ. Pirsa herî muhîm a ku li Rojhilata Navîn li pêş her kesî ye, hesabên berjewendiyên Amerîkayê yên li ser herêmê çiye?

Belgeyên berfireh ji bo vê yekê hene. Ji helwesta Amerîkayê ya li dijî gefên dubare yên Îranê ya ji bo hevpeymanên Waşîngtonê li Kendava Farsê, heta vekişîna li pey hev ji Afganistan û Iraqê û bi giştî hewldanên kêmkirina hebûna leşkerî ya Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn. Niha pirs ewe ku encamên guhertina helwesta Amerîka li ser welatên herêmê bi taybetî hevpeymanên Washingtonê çine?

Çi senaryoyên nakok û bandorê di navbera hêzên mezin de hene ku valahiya stratejîk a ku ji ber nebûn û kêmbûna rola Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li herêmê hatî çêkirin dagirtin?

Gumanek hindik heye ku Rûsya dê li ser projekirina îmkanên xwe yên leşkerî û siyasî li Rojhilata Navîn bidome. Di heman demê de kes nikare piştrast be ku DYE dê bi qasî Moskowê piştgiriyê bide hevalbendên xwe yên li herêmê. Ji ber vê yekê Rojhilata Navîn dikare bibe platformek din a xwepêşandanê ji bo lihevkirina hevsengiya hêzê.