Êzdatî… Yek ji baweriya herî kevnar a axa Mezopotamyayê ye. Êzdî, civake ku rêûresmên wan kurdewar û bi xwezayê re di nava ahengê de ye. Covaka êzdî ji ber vê bawerî û kurdbûna xwe heta roja me bi fermanan re rû bi rû maye.
Bi dehan ferman bi serê kurdên êzdî de hatine, lê tevî vê yekê jî tu carî dev ji xaka xwe bernedane, li erdnîgariya Kurdistanê mane, çanda xwe parastine û tu car paş ve gav neavêtine.
Li gorî belge û daneyên dîrokê, ji sala 1246’an ve 73 ferman li serê êzidiyan hatin rakirin. Fermana herî dawî û bixwîn a sala 2014’an bû. Fermana 3’yê Tebaxê bi destê çeteyên DAIŞ’ê û şirîkên wan pêk hat. Armanca vê fermana dawî bi her awayî qirkirina civaka êzdî bû. Tevî kuştin, qirkirin, revandin, talan û wêrankirinê, di vê fermanê de tişta herî zêde ji bo êzidiyan giran hat bêbextî û xiyanet bû.
10’ê hezîrana 2014’an de bi dagirkirina Mûsilê re zingilê xeteriya li ser Şengalê lê da. Hişyariya van êrîşan beriya fermanê ji aliyê Rêber Apo ve hatibû kirin.
Li ser pêşbînî û pêşniyazên Ocalan, PKK’ê komeke ji 12 kesan pêk dihat şand Şengalê. Dema xeterî nêzîk bû, rayedarên PKK’ê bi serkirdeyên PDK’ê re pêwendî saz kirin û bal kişandin ser cîdiyeta vê meseleyê.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan li ser naveroka hevdîtina wan a bi PDK’ê re wiha gotibû; “Me ji wan re aşkera ragihand ku em dikarin hêza xwe bişînin Şengalê û gel biparêzin. Lê belê di wê hevdîtinê de rêveberiya PDK’ê guh neda vê banga me.”
Piştî çeteyên DAIŞ’ê ketin Mûsilê û di 16’ê hezîrana 2014’an berê xwe dan bajaroka Telaferê. Êdî demeke kurt mabû ku çete êrîşî Şengalê bikin. Li hemberî vê xeteriya berbiçav, hêzên PDK’ê ku hejmara wan ji 11 hezarî zêdetir bû, li şûna tedbîrên parastinê zêde bikin, di bin navê “em ê we biparêzin” çekên di destê xelkê de jî kom kirin. Bi vî awayî civaka êzdî radestî çeteyên DAIŞ’ê kirin.
Roja çeteyên DAIŞ’ê gihîştin ber deriyê Şengalê, gelê êzdî hê jî bawer dikir ku wê hêzên PDK’ê û artêşa Iraqê parastina wan bikin. Lê tişta roja 3’yê Tebaxê derket holê, berovajî hêvî û bendewariyan bû. Di kêliyên pêşî yên êrîşê de hêzên PDK’ê bêyî ku fîşekekê biteqînin, bi hezaran êzdî bêparastin hiştin û reviyan. Di encama bêbextî û xiyanetê de civaka êzdî bi fermanê re rû bi rû ma. Lewma îro li seranserê Şengalê navê PDK’ê û DAIŞ’ê di haman hevokê de tên cem hev.
Tevî hemû zahmetiyan civaka êzdî bi sazî û rêxistinên xwe hewl dide ji bedelên ku dane re bibe bersiv. Ji bo careke din rastî êrîş û komkujiyên bi vî rengî neyê li ser perspektîfa pergala neteweya demokratîk xwe ji nû ve bi rêxistin dike. Li seranserê herêmê pêkhateyên Şengalê li ser vê têgehê dest bi avakirina pergala xwe kirin û xwe bi rêxistin kirin.
Aliyên ku di êrîşa DAIŞ’ê de destê wan hebû li dijî Şengalê plan û komployên xwe dewam kirin. Peymana 9’ê Cotmeha 2020’î mînaka vê ya herî berbiçav e. Hêz û aliyên civaka êzdî li dijî êrişan bêparastin hiştin û bûn sedem ku bi hezaran kes bên qetilkirin îro bi rêbazên cûda hewl didin li herêmê îradeya xelkê Şengalê bişikînin.
Ji bo têkbirina îradeya civaka êzdî PDK, dewleta tirk a dagirker û hikûmeta Kazimî di demên cûda de êrîşên bixwîn li ser herêmê pêk anîn. Di van êrîşan de rêveber û fermandarên parastina civaka êzdî bi awayekî bêbext hatin qetilkirin. Li dijî van êrîşan hêzên navneteweyî dîsa bêdeng û bêhelwest man. Lê civaka êzdî tevî hemû gef û êrîşan jî xwedî li hebûna xwe derket. Rêxistinbûyîna xwe xurtir û mezintir kir. Di dîroka xwe de cara ewil e ku di vê astê de ev civaka kevnar xwe di vê astê de bi rêxistin dike. Li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat gelê kurd û dostên xwe, li Rêveberiya Xweser a Şengalê û saziyên wê xwedî derketin.
Di 8’emîn salvegera komkujiya 3’yê Tebaxê de ji şehîdan re xelata herî hêja mezinkirina têkoşîn û xwedî derketina pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê ye. Gelê kurd dikare bersiva herî mezin bide komploya navdewletî ya li dijî civaka êzdî.