Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK), 30yê cotmeha 2014an, civînek pêk anî û plana êrişa li dijî kurdan a topyekûn amade kir. Navê ‘Plana Çokdanînê’ lê kirin. Serokkomarê AKPê Erdogan maseya diyalogê red kir. Piştre, 24ê tîrmeha 2015an, li dijî Qendîlê êrîşên berfireh pêk anîn. Di çarçoveya vê planê de qedexeya derketina derve li navçeya Gimgima Mûşê, 16ê tebaxa 2015an, ragihandin. Ev li 11 bajaran belav bû. Li gorî TÎHV’ê di qedexeyên derketina derve de hezar û 425 kes hatin kuştin. Piştre operasyonên siyasî dest pê kirin. Di operasyona 4ê mijdara 2016an de, hevserokên berê yên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 12 parlamenterên HDPê hatin girtin. Li gor Komîsyona Hiqûqê ya HDPê, di navbera 24ê hezîrana 2015an û 1ê sibata 2017an de 15 hezar û 370 endamên partiyê hatine binçavkirin û ji wan 3 hezar û 647 jî hatine girtin. Di 4ê mijdara 2024an de dîsa qeyûm tayînî Şaredariyên Êlih, Mêrdîn û Xalfetiyê kirin. Têkildarî operasyona qirkirina siyasî siyasetmedar û nûnerê DEM Partiyê yê Almanyayê Faysal Sariyildiz pirsên rojnameya Xwebûnê bersivandin.
9 sal berê operasyona qirkirina siyasî pêk hat. Çi bû sedema vê operasyonê?
Raya giştî 4ê mijdarê wekî darbeya siyasî pênase kir. Ev pênasekirineke di cih de ye. Bi vê operasyonê xwestin hemû dînamîkên azadiya gelê kurd tasfiye bikin. Ev ne biryara rojekê bû. Ev pêvajoyek bû. Beriya vê yekê konsepteke tunekirinê pejirandibûn. Dema bi hevkariya Tayyip Erdogan DAIŞê Kobanê dorpêç kiribû, gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê rabû ser piyan û xwedîtiyê li Kobanê kir. Ne tenê hikûmet, dewlet jî ricifî. Desthilatdariya dewletên sedsalî li hemberî vê sekna kurdan ricifîn. Gelê kurd di vê berxwedanê de potansiyeleke mezin a têkoşîn, demokrasî û azadiyê derxist holê. Tevî alîkariya dewletê ya bi DAIŞê re jî, gel bi bedeneke rût û ruhekî fedayî ji çar parçeyên Kurdistanê li Kobanê xwedî derket û Kobanê parast. Cotmeha 2014an, Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) civiya û plana çokdanînê xist meriyetê. Paradîgmayeke nû pejirandin. Ji bo têkoşîna azadiya gelê kurd, navê konsepta çokdanînê lê kirin. Di cotmehê de ev konsept xistin meriyetê û 4ê mijdara 2016an jî operasyona qirkirina siyasî fînala vê pêvajoyê bû. Lê têkoşîna azadiya gelê kurd neqediya. Ev bi encam nebû. Lê heta îro jî ev paradîgma hîn di meriyetê de ye.
Beriya wê çi bû?
Dema Kobanê di 2015an de li dijî DAIŞê bi ser ket, me ronahiya wê li bakurê Kurdistanê dît. Hemû kesên demokrat, çepgir, sosyalîst ku di bin sîwana azadiya kurdan de kom bûn, mezin bûn. 7ê Hezîrana 2015an, hilbijartin pêk hat. HDPê ji sedî 13 deng girt. Tevî hemû hîle, zext û lîstikên wan HDPê ji sedî 13 deng girt. AKPê hilbijartin wenda kir. Di şexsê AKPê de dewleta nijadperest a sedsalî wenda kir. Beriya hilbijartinê plana tunekirinê amade kiribûn. Lê hêdî hêdî dixistin meriyetê. Dixwestin em serbixwe têkevin hilbijartinê da ku şansê desthilatê zêde bibe. Lê gelê kurd bi hêza xwe ya têkoşîna 50 salan bawer bû. Piştî ku me di hilbijartinê de dengekî zêde stand, wan hingî dest bi planê kir. Beriya wê di navbera 2013-2015an de pêvajoyek hêja hebû. Heta astekê pêşiya birêz Abdullah Ocalan vekiribûn. Gelê kurd xwe di qada legal û demokratîk de pir birêxistin kiribû. Dewletê ev demokratîkbûna kurdan ji bo xwe talûke didît. Dewleta kujer a sedsalî diviya bû biguhere. Lê 20ê Tîrmeha 2015an, li Pirsûsê komkujî pêk anîn û 33 ciwanên sosyalîst kuştin. Ev li dijî paradîgmaya HDPê ya enternasyonalîst pêk hat. Piştî teqînê çend roj şûnde li seranserî Kurdistanê dest bi bombebaranê kirin. Ji 7ê hezîranê heta 1ê mijdarê bi dehan teqîn pêk hatin. 10ê Cotmehê li gara Enqereyê, zêdeyî 100 mirovî kuştin. Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu îtîraf kir. Got, ‘Dema teqîn pêk tên, ji me re baş e.’ Li gel van hovîtiyan ji 15ê tebaxa 2015an û şûnde li 11 bajaran û 45 navçeyan qedexe îlan kirin. Gel got, ‘Madem qedexe heye em ê parastina xwe ya cewherî bikin.’ Dewletê cara ewil di plana çokdanînê de hovîtiyek mezin xist meriyetê. Dewletê zêdeyî 300 sivîlên ku di nav de jin û zarok jî hebûn kuştin. Dewletê pêşiya hemû hêzên paramîlîter vekir. Min li Cizîrê bi çavê xwe hovîtiya wan dît. Hemû tîmên taybet ên mirov kuştibûn li Cizîrê kom kiribûn. Li Cizîrê di jêrzemînan de 143 mirovên me kuştin. Neft berdan ser bedena wan û bi zindî şewitandin. Di nav dewletê de gelek hêzên tundrev xwe erkdar didîtin. Piştî wê, 15ê hezîrana 2016an, senaryoyeke darbeyê pêk anîn. Erdogan bixwe got, ‘Ev ji bo me lutfeleke mezin e.’ Piştî wê hemû zagonên heyî jî ji holê rakirin. Jixwe berê jî li hemberî gelê kurd zagon nas nedikirin. Biryarên Di Hukmê Qanûnê de (KHK) xistin meriyetê. Her gotina Erdogan ket şûna qanûnê. Ev bername li dijî gelê kurd xistin meriyetê. Bi hezaran saziyên me girtin. Lê siyasetmedarên me li ser piyan bûn. Gelê kurd serî netewand. Mehmet Tunç beriya bê kuştin, beşdarî televîzyonê bû û got, ‘Niha em di jêrzemînekê de ne. Dewlet dixwaze me tevan qetil bike. Lê heke em xwe tazî bikin û ala spî têxin destê xwe û derkevin belkî me bibexşînin. Lê bila baş bizanibin ku em neviyên Seyît Riza û Şêx Seîd in. Em hevrêyên Kemal û Xeyriyan in. Em li hemberî vê hovîtiyê serî natewînin. Bila gelê me, bi me serbilind be.’ Dewletê wê şevê ew û hemû hevalên wan tev di jêrzemînê de kuştin. Bi hezaran zarokên kurd hatin kuştin. Bi hezaran dayikên kurd kezebên wan şewitîn. Lê bi têgihiştina têkoşîna 50 salan wan serî netewand. Ji ber vê yekê dewletê biryar da ku, 4ê mijdara 2016an, operasyona siyasî pêk bîne. Gotin em ê kesên li dijî hovîtiyê dibin deng bifetisînin. Wê demê biryar dan ku qada siyasî bi temamî bifetisînin. 4ê mijdarê, hevserokên me tevî 12 parlamenterên hatin girtin. Piştre bi hezaran siyasetmedarên me binçav kirin û girtin. KHKyan berdewam kir. Gelê kurd ti carî serî netewand.
Wê demê CHPê çima destnedayîna parlamenteran erê kir û îro ev bandoreke çawa li siyasetê dike?
Wê demê xwestin Destûra Bingehîn biguherînin. Ji bo Destûra Bingehîn biguherînin pêdivî bi dengê CHPê hebû. Wê demê hinek parlamenterên CHPê yên çepgir û demokrat beşdar nebûn. Xwestin destnedayîna parlamenteran rakin û siyaseta kurdan tasfiye bikin. Wê demê serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu got, ‘Ev li dijî destûrê ye, lê em ê qebûl bikin.’ Wê demê hevalên me got, ‘Hûn hiqûqê diqedînin. Sibê, dusibê ev yek dê li we vegere.’ Hevalên me bi dehan caran hişyar kir. Niha hin derdorên CHPê yên ji CHPê aciz bûne dibêjin, ‘Binêrin wê demê em hişyar kirin aqilê me nehat serê me, lê niha dor hatiye me.’ Wê demê hiqûq qedandin û îro dor hatiye wan. Niha poşman bûne. Li xwe mikur tên. Lê êdî fêde nake. Gelê kurd wê demê jî li nirxên demokrasiyê xwedî derdiket, niha jî em ji bo xwe û hemû civaka Tirkiyeyê li nirxên demokrasiyê xwedî derdikeve. Rêber Apo analîzeke pir xurt li ser desthilatdariyê dike. Kî dibe desthilatdar, dibe hov, zalim û dîktator.
Çima siyasî ye û li dijî hiqûqê ye?
Salên 1990î jî gel tev li siyasetê bû. Wê demê jî dewletê û desthilatê siyaseta kurdan ji bo xwe talûke didît. Adara 1994an, dîsa li dijî parlamenterên DEPê darbeya siyasi pêk anîn. Gel wekî darbeya siyasî pênase kir. Wê demê jî partiya legal berdevkiya gelê kurd dikir. Wê demê jî operasyona siyasî pêk anîn, lê niha pir lewitiye. Vê carê pir aşkere qanûnên xwe binpê kirin. 15ê Tîrmehê li Tirkiyeyê rewşa OHAL îlan kirin û ev ji bo xwe firsend dîtin. Gotina desthilatekî bû qanûn. Ev dîktatorî ye. Erdogan piştî OHALê xwest destnedayîna wekîlan bê rakirin. Xwest em bên dorpêçkirin û fetisandin. Tehemula wan ji partiya ku ji sedî 13 deng girtibû re êdî nemabû. Partiya me li dijî desthilata xwe talûke didît. Erdogan ferman da û roja din operasyona berfireh pêk anîn. Dozger ev yekê wekî wezîfe didît. Ev aşkere operasyoneke siyasî bû. Wê demê 12 parlamenter û hevserokên me, her yek ji bo sedemeke cuda hat binçavkirin. Lê hemû parlamenter û bi dehan hevşaredar bi hev re hatin binçavkirin û girtin. Sedemên binçakirina her yekî/ê cuda bû. Lê hemû di saetekê de hatin binçavkirin. Di hiqûqê de tiştekî wisa tune ye. Hikûmetê raya giştî manîpule kiribû. Dewletên cîhanê jî heta astekê çavên xwe ji şantajên Tirkiyeyê re digirtin.
9 sal di ser vê operasyonê re derbas bûn. Piştî 9 salan di siyasetê de çi guherî?
Ev pêvajo di rojekê de neqedeya. Berdewam kir. Rêveberiyên me yên nû hatin hilbijartin, ji nêviyê wan zêdetir hatin girtin. Neçar man ku careke din kongreyan pêk bînin. Dewletê li dijî rêveberiyên hemû saziyên civakî û demokratîk operasyon pêk anîn û hemû sero bino kirin. Siyaseta kurdî ji aliyê teknîkî ket tengasiyê. Kes nema. Bi hezaran hevalên me hatin girtin û derketin derveyî welat. Gelek şehîd bûn. Di van deh salan de ji ber faşîzm em hemû êşiyan, lê xwe xelas kirin.
Bi van operasyonan encameke çawa girtin?
Bi van operasyonan rewatiya xwe wenda kirin. Pergalê dawî li rewatiya xwe anî. Tenê li Bakur ev operasyon pêk nehatin. Li Başûr û Rojava jî ev operasyon berdewam kirin. Wê demê welatiyekî digot, ‘Em birçî ne birçî!’ Lê Erdogan digot, ‘Hûn dizanin ku guleyeke van fuzeyan bi 400 hezar, hezar û 200 dolarî ye? Rast e em di tengasiyê de ne. Lê ji bo em terorê xelas bikin em vana bi kar tînin.’ Lê xwe xelas kirin. Civak hinekî bêrêveberî ma. Gelê kurd êdî xwedî tecrûbeya têkoşîna 50 salan bû û dizanîbû ku mesele çi ye û ev operasyon ji ber çi ye. Dewletê bi van polîtîkayên 10 salan de bi her awayî xwe xelas kir. Dema operasyon li dijî Cizîrê pêk anîn, bi sedan şîrketên sermayeyê ji Tirkiyeyê xwe vekişandin û çûn. Şîrketên sermayeya cîhanê xwe ji Tirkiyeyê vekişand. Şîrketek Alman wê li Egeyê bi 4 milyar euroyî fabrîqeya volkswager vekiribûya. Lê reviya û çû. AKPê xwe xelas kir. Hemû cîhanê êdî ji Erdogan re got ‘Dîktator’.
Hîn Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş çima girtî ne û nayên berdan?
Nûnerên hikûmetê stratejîk nêzîkî vê pêvajoyê dibin. Lê dewlet stratejîk nêzî pêvajoyê nabe. Hîn li benda firsendên rojane ne. Hîna jî dewlet li bendê ye ku Amarika û Îsraîl çavê xwe ji wan re bigirin û dîsa bikaribin ji xwe re şovê bikin. Li bendê ne ku dîsa destê kurdan lawaz bikin. Kurdan li rojavayê Kurdistanê ne tenê xwe, hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parast. Ji ber vê yekê bawerî û civakên din xwe deyndarên kurdan dibînin. Erdogan wekî Bahçelî ne wêrek e. Her ku gotinekê dike, piştî wê diçe anketan çêdike û li gorî anketan tev digere. Her ku gavekê davêje li ser esasê berjewendiyên desthilatê tev digere.
Desthilata Erdogan ji bo wî ji siberoja dewleta tirk girîngtir e. Gelê kurd heta niha tiştek wenda nekiriye. Tenê rêbaza têkoşîna xwe guhertiye. Zanyar û Prof. Hamît Bozarslan dibêje, ‘Kurdan bi têkoşina 50 salên çekdarî dînamikên gelek mezin afirandin ku îro pêdivî bi çekan nemaye.’ Bi rastî jî wisa ye. Kurdan bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergalek ava kir. Îro zarokên kurdan şoreşan diyarî mirovahiyê dikin. Birêz Abdullah Ocalan di banga 27ê Sibatê de got, ‘Ji bo ev pêvajo bi pêş bikeve pêdivî bi rêbazên nû heye. Ji bo pêvajo bi pêş bikeve pêdivî bi binesaziya hiqûqî û siyasî heye. Ku ev nebe nabe.
Piştî 8 salan çima dîsa, 4ê Mijdara 2024an, li dijî şaredariyan operasyon pêk anîn?
Tiştek ne desadufî e. Binêrin Hamasê 7ê cotmehê êrişî Îsraîlê kir. Biryara der barê birêz Ocalan, di salvegera roja darvekirina Şêx Seîd de dan. Bi sedan bûyerên wisa yên netesaduf hene.
Bi van operasyonan çi guherî?
Bi van operasyonên li dijî şaredariyan hêrsa gelê kurd zêdetir bû. Baweriya gel a ji bo dewletê bêhtir şikest. Ji ber ku mal û milkên gelê kurd desteser kirin. Gelê kurd ev aşkere dît. Gelê Wanê li dijî vê hovîtî û bêhiqûqiyê bi rojan li ber xwe da. Gelê kurd xwe bêhtir parast.
Hûn xebatên komîsyonê çawa dibînin? Divê çi bike?
Komîsyon li aliyekî dixwaze me mijûl bike û li aliyê din ajandeyeke wan a cuda heye. Dewlet li aliyekî gavan davêje, lê planên wan ên cuda hene. Dewlet hîn durû ye. Li aliyekî axaftina dayikan qedexe dikin, li aliyê din ruyekî din nîşan didin. Hatin li Amedê bi kurdî axivîn, lê gelê kurd rastiya wan dibîne.
Rol û rista dikeve ser siyasetmedarên kurdan çi ye?
Siyasetmedar nûnertiya gel dikin. Divê sekna siyasetmedaran li gorî sekna gel be. Dewlet şerekî derûnî û lewitî dimeşîne. Hin kesên ku qet xizmeta gelê kurd nekirine, li ser medya dîjîtal propagandayê dikin. Lê di rastiyê de, neyarê gelê kurd in. Divê em bi hêvî bin. Di pêvajoyê de rêber Apo heye. Divê em her layiqî gelê xwe bin. Li aliyê din jî divê gel bi siyasetmedarên xwe re be. Divê gel û siyasetmedar bi hev re be. Divê dîplomasiyê jî bi pêş bixin.
