Çawa ku em dizanin Newroz cejneke kevnar, qedîm û cejneke dîrokî ya Mezopotamyayê bi taybetî cejna gelê kurd e.
Em hemû mîtolojî û destana Newrozê dizanin. Çawa ku Kawa li dijî Dehakê zalim serî rakir û roja newrozê bi ser ketin, îro jî kur dli çar parçeyên Kurdistanê serî radikin û dê bi ser bikevin.
Ji Baba Tahir bigire heta serdema me, gelek helbest, stran û kilam li ser Newrozê hatine gotin. Di nava çi gel û neteweyan de bi qasî gelê kurd stran li ser Newrozê nehatine gotin.
Baba Tahir gotiye:
Dûr ji rûyê teyê dilsoz
Ne şevê dizanim û ne jî roz
Eger em bigihîjin hev û din
Wê hemû roj bibin Newroz
Lê bi hatina ereban re, kurdan bi darê zorê dîn û bawerî guhertin. Êdî ne bi navê qedexe, bi navê heram û cergebezê çanda kurdan helandin. Wisa kirin ku kurd ji rastiya xwe, ji dîroka xwe, ji çanda xwe dûr bikevin, xerîb bimînin. Piştî avabûna Netewedewletan û parçebûna Kurdistanê jî qedexeyan dest pê kir. Ev hemû bûne sedem ku Newroz rihê xwe yê berxwedan û azadiyê ji dest bide. Êdî Newroz ber bi mirin û têkçûnê bû. Agirê Newrozê hêdî hêdî ditemirî ku PKKê dest bi têkoşînê kir.
Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan dibêje; “Me roja Newrozê dest bi têkoşînê kir. Sala 1973yê roja Newrozê me li Enqerê bi çend hevalan re biryarek da. Me bi du gotinan dest pê kir. Me got, welatê em jê hatine, ne Tirkiye ye, Kurdistan e. Gelê em ji navê hatî, ne tirk in, kurd in. Me mirin da ber çavên xwe û me got em kurd in.”
Li welatekî ku “kurdbûn” dibû sedema kuştinê êdî Newroz pêwîstiyeke dîrokî bû. Piştî derbeya leşkerî ya li Tirkiyê pêşengên PKKê hatin girtin. Li zindana Amedê berxwedaneke bêhempa dest pê kir. Sala 1982yê Mezlûm Dogan sê darikên kibrîtê pê xistin û xwe feda kir. Bi vî rengî ev bû çirûsek ji bo geşkirina agirê Newrozê. Paşê çalakiya çaran û piştî wan jî rojiya mirinê ya Hayrî Durmuş, Kemal Pîr û hevalên wan bû hêza berxwedana Kurdistanê.
PKKê ev yek her salê geştir kir. Li bakurê Kurdistanê cara yekem sala 1992yê gel bi girseyî dake kolanan û Newroz pîroz kir. Lê dewleta tir bi komkujiyê bersiv da pîrozbahiya Newrozê.
Li Şirnexê 38 kes şehîd bûn, 120 kes birîndar bûn.
Li Cizîra Botan 24 ses şehîd bûn û 60 kes birîndar bûn.
Nisêbînê roja 22yê adarê ev komkujî protesto kir lê li ser pira Elaman a bajêr bi tankên Elmanyayê komkujî pêk anîn. 16 kes şehîd bûn û 50 kes birîndar bûn.
Li Colemêrgê jî êrişî pîrozbahiya Newrozê kirin û 5 kes birîndar bûn.
Lê gelê kurd terka pîrozbahî û berxwedanê nekir. Ev yek her rojê zêde û xurt bû.
Ev agirê Newrozê ku li bakur gur dibû li Rojava geş dibû. Paşê germahiya wê li Ewropoyê belav bû. Hêdî hêdî kete nava dilê gelê kurd…
Bi taybetî bi MED TV re ku yekemîn kanala televîzyonê ya Kurdistanê bû, pîrozbahiyên Newrozê li Kurdistanê bû hêvî, rih û sembola berxwedanê.
Ka em dêna xwe bidinê li kîjan beşê Newroz çawa tê pîrozkirin.
Bakur
Êdî Newroz bûye xwedî wateyeke din. Newroz helwest e. Newroz berxwedan e. Newroz derbirîna hestên gel e. Lê divê Newroz nebe platformeke siyasî yan jî mitînga siyasî. Ji bilî peyamên sereke û helwesta siyaseta Kurdistanê, divê Newroz ji wateya wê dûr nekeve. Newroz ne konser e ku hunermend bên û bi pere stranan bêjin û pere qezenc bikin. Newroz qada gel e. Cihê ku gel helwesta xwe nîşan dide. Stranbêj jî dibin dengê berxwedana gel.
Rojava
Li Rojava jî tevî hemû zehmetiyên Baasê Newroz bi pêşengiya PKKê dihate pîrozikirin. Piştî şoreşa Rojava êdî Newroz wekî cenja neteweyî bi girseyî û bi awayekî azad li qadan tê pîrozikirin.
Başûr
Mixabin hêjî newroz negihîştiye wateya xwe ya rastî. Li gelek deweran wekî seyranê tê pîrozkirin. Li derve nan dixwin û xwezaya ku dixwaze zindî bibe, pêpes dikin, çopa xwe li wir dihêlin. Hem zerarê didin xwezayê û hem wateya newrozê pûç dikin.
Eger Kampa penaberan a Mexmûrê, Şengal û Qendîl nebûna, hema bêje li Başûr Newroz ji rihê xwe dûr diket. Bi xêra wan deweran hêdî hêdî bandor li bajarên din jî xwe dide der.
Rojhilat
Ji ber ku li Îranê jî Newroz wekî serê salê tê qebûlkirin, li Rojhilat jî Newroz wekî sersalê dihate pîrozkirin. Ji ber ku Kawayê Hesinkar li Rojhilat li dijî Dehak serî hildaye û bi ser ketiye. Kurd 700 salî berî zayîna îsa pîroz dikin. Li gorî salnameya kurdî li Rojhilat Newroza 2725ê tê pîrozkirin.
Berê Newroz wekî sersalê li malan, li taxan, li sînemayan, li salonan wekî bernameyên çandî, şano û helbestan dihate pîrozkirin. Newroz çileyekî (40 rojan) tê pîrozkirin.
Bi pêşketina PKKê re êdî rewş guherî. Bi salan e Rojhilat jî li qadan pîroz dike. Lê ev bû sê sal bi girseyî tê pîrozkirin. Îsal li ser banga Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê Newroz bi coş hatin pêşwazîkirin. Dîmenên ku ji Rojhilat tên, nîşan didin ku bi miliyonan kesî newroz pîroz kirine.
Stranên berxwedanê yên ku li Rojava û Bakur mora xwe li serdemekê dane, têne xwendin.
Piştî banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Îran jî xwe nerm dike. Ditirse ku Tirkiyê aştî çêbe û tevgera azadiyê berê xwe bide Îranê. Loma xwe nerm dike. Zêde astengî li pêşiya pîrozbahiyan çênekirin. Ev yek jî bû sedem ku li Rojhilat Newroz qerebalix û girseyî werin pîrozkirin.
Ji Mako, Urmiye, Bokan, Sine, Seqiz, Hewraman, Kirmaşan, Îlam û dehan navendên Rojhilatê Kurdistanê Newroz pîroz kirin.
Cara yekem li Meydana Azadî ya Têhranê kurdan agirê Newrozê pê xist.
Êdî ti kes nikare Newrozê ji rihê wê dûr bixe.
Divê em şehîdên Newrozê Mezlûm Dogan (Kawayê Hemdem), Zekiye Alkan, Rehşan, Ronahî, Bêrîvanê ji bîr nekin.
Mirov dikare bi rihetî bêje ku PKK’ê rih da Newrozê…