Ev demek bû çavê herkesî li girava Îmraliyê û peyama Rêber Apo bû. Peyama ku dihat payin beriya çend roja bi sernavê “Aştî û Civaka Demokratîk” bi raya giştî re hate parvekirin. Ev ji peyamakê zêdetir bangek dîrokî û girîng bû. Rêber Apo di banga xwe de hem sedemên biryarên ku girtiye û hem jî pêdiviyên ku vê bangê bi wate û girîng dike daniye holê.
Bêguman derbarê banga Rêber Apo de gelek nirxandin bên kirin û divê werin kirin jî. Lê pêwîste ev nirxandin li gorî girîngiya naveroka bangê bin. Ger hemû aliyên mûxatab li gorî naverok û girîngiya wê nêzîkatiyek cîdî raber nakin ev bang wê weke tê xwestin bi wate nebe. Ji ber vê yekê qasî qirîngiya bangê rast girtina wê jî xwedî girîngiyek mezin e.
Di banga Rêber Apo de bi hevokên zelal gelek tişt hatine diyarkirin û gotin. Lê tespîtên endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sûreya Onder ku piştî xwendina peyamê bi lêv kirin jî bi qasî peyamê girîng bûn. Sirri Sureya Onder di axaftina xwe de got: “Bêguman di pratîkê de danîna çekan û fesihkirina PKKê pêwîstî bi naskirina siyaseta demokratîk û aliyê hiqûqî heye.” Ev nirxandin ji bo bi cîh anîna banga Rêber Apo, di eniya dewlet û hikûmetê de divê çi bê kirin bi awayekî aşkere dike. Ev nirxandin di çarçoveya banga Rêber Apo de rêveçûna pêvajoyê diyar dike. Ger dewlet û hikumet di vê derbarê de nêzîkatiyek erênî raber bikin wê ev pêvajo bi silametî pêş bike.
Lê diyare ku hin aliyên desthilat û hikumeta peyamên Rêber Apo bi awayekî yekgirtî nagirin dest û tenê banga ji bo çekdanînê û fesihkirina PKKê derdixin pêş. Ev nirxandinek şaş û kêm e. Helbet ev hemû di çarçoveya şerê taybet de tên kirin. Ger li holê bahsa aştiyek civakî tê kirin ev qonaxên wê yê cûda hene. Di vê mijarê de Rêber Apo bi berpirsyariyek dîrokî tişta dikeve ser kir, niha jî divê li beramberî vê banga dîrokî aliyê dewletê jî gavekê bavêje.
Di çarçoveya banga Rêber Apo de ji bo guhertin û veguherîn pêk bê û gavên pratîk bên avêtin divê şert û mercan jî were diyarkirin. Di vê pêvajoyê de rewşa Rêber Apo û mafê hêviyê divê were nîqaşkirin. Li gel vê ger em banga Rêber Apo û pêdiviyên wê dinirxînin divê dewlet jî li gorî girîngiya mijarê tevbigere.
Bêguman piştî 12 salan bi wêne be jî dîtina Rêber Apo di gelek derdoran de hêviyek mezin da avakirin. Weke Rêber Apo di peyama xwe de diyar kirî, di vê pêvajoyê de erk û berpirsyarî dikeve ser milê her kesî. Hemû beşên civakê ji ber vê pêvajoyê berpirsyarin. Divê hemû kesên ku alîgirên “Aştî û Civaka Demokratîk” in ji bo silametiya pêvajoyê xwedî helwest bin. Bi taybet rênedin ku dewleta Tirk vê pêvajoya bi îradeyek mezin ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin bike xurbana berjewendiyên xwe.
Di qada navneteweyî de xwedî derketina li peyama Rêber Apo mezin e. Wisa diyar dike ku ev bang di gelek derdoran de hêviyek mezin daye avakirin. Ji bo ev hêvî bigihêjin armanca xwe divê hemû aliyên mûxatab di serî de dewleta Tirk bi baldarî nêzî vê bangê bibin. Ev pêvajoya guhertin û veguhertinê wê ne tenê ji bo kurdan ji bo hemû pêkhateyên li herêmê bibe despêka serdemek nû. Divê ev neyê wateya ku gelê Kurd wê ji têkoşîn û kevneşopiya xwe dur bikeve. Berovajî wê ji bo Kurdan eniya têkoşînê berfirehtir dibe. Parastin û xwedî derketina nirxên di encama bedelên mezin de hatine avakirin, mezin kirin û pêşxistina wan yek ji erk û berpirsyariyên demê ye.
PKK di têkoşîna xwe ya zêdetirî 50 salî de ne tenê di civaka Kurd de di hemû herêmê de guherînên erênî û dîrokî da avakirin. Bi saya van guhertinan îro di gelê Kurd de zanabûna xwedî derketina li çand, ziman, nasname, dîrok û nirxên xwe pêş ket. Bi kurtî PKKê bi têkoşîna xwe ya dijwar û bi êş de di Kurdan de “Xwebûn” da avakirin.
Weke Rêber Apo gotî: “Di serdemeke tu kesî newêrî bigota ez Kurd im, PKKê têkoşîna azadiya civaka Kurd da meşandin.” Bêguman ev têkoşîn bi êş û zahmet bû. Bi keda keç û xurtên delal ên gelê Kurd ve PKKê nîşan da ku bi têkoşîn û berxwedana xwe dikare bibe hêza herî pêşeng û rasteqîn ya gelê Kurd.
Ger îro baha guhertin û veguhertina PKKê tê kirin ev nayê wateya ku nirxên PKKê di civaka Kurd de dane avakirin we ji holê rabe. Ev nayê weteya ku hişmendiya PKKê di civakê de pêş xisitye û avakiriye wê winda bibe. PKK êdî bûye şêwazê jiyana bi milyonan. Ji ber vê yekê îro li her qadê gel dibêje “PKK gel e, gel li vir e.”
Pêvajoya nû ya bi banga Rêber Apo re dest pê kirî, rêyek dijwar nîşanî me hemûyan dide. Di vê rêyê de divê hemû kesên dildarên PKKê li ser kevneşopiya wê xwedî li nirxên hatine avakirin derkeve.