Xebatên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku di 28ê Kanûna 2024an û di 22yê çileyê de bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re kir, didomin. Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê di 16ê Sibatê de li Hewlêrê bi serokê PDKê Mesûd Barzanî û serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bicive. Şande, dê di 17ê Sibatê de jî li Silêmaniyeyê bi serokê YNKê Bafil Talabanî, Kubat Talabanî û rayedarên YNKê re hevdîtinê bikin. Li aliyekê xebatên şandeyê didomin û li rexa din jî li bendê ye ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê daxuyaniyeke dîrokî bide.
PKKê jî têkildarî pêvajoyê daxuyaniyeke girîng da. Daxuyanî bi boneya 26emîn salvegera komploya navneteweyî hat weşandin. Li gorî daxuyaniya li ser malpera ANFê hatiye weşandin, wiha hat gotin: “Em ketin 26emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê û pergala Îmraliyê ya tecrîd, îşkence û qirkirinê. Ev 26 sal in bi pêşengtiya Rêber Apo, Tevgera me ya Azadiyê, gelê me yê welatparêz û dostên me yên demokratîk li hemberî komplo û pergala Îmraliyê bi lehengî li ber xwe didin. Di encama vê berxwedana dîrokî de ku bi şîara “Hûn Nikarin Roja Me Tarî bikin” tê meşandin, zêdetirî 30 şehîdên me çêbûn. Bi vê berxwedanê ku ev 26 sal in girêdayî xeta şehadetan tê meşandin, Komploya Navneteweyî bi her awayî hatiye şikandin û pergala Îmraliyê ya tecrîd, îşkence û qirkirinê têk çûye.
Dê guherîn çê bibin
Bi domdarî di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “A niha di salvegera 26emîn de di encama vê berxwedana mezin de ku ji aliyê Rêber Apo, gelê me û dostên me ve tê meşandin, diyar e dê pêşketinê nû rû bidin. Bi vê berxwedana mezin ya 26 salan û bandora şerê cîhanî yê sêyemîn ê li Rojhilata Navîn êdî êrîşa Komploya Navneteweyî û pergala Îmraliyê ya tecrîd, îşkence û qirkirinê bi temamî hatiye teşhîrkirin û şikandin û parçekirin. Êdî ev pergal û êrîşên neheq, bêedalet û hovane tên derbaskirin; tu kes xwedî li pergala berbehs dernakeve û xwediyên wê jî êdî nikarin ji bin barê wê derkevin. Di salvegera 26emîn de di serî de gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, hemû cîhan li benda derketina Rêber Apo ya nû û destpêkeke nû ye. Wisa dixuye ku ger aloziyeke cidî û destwerdaneke derbeyî pêk neyê wê ji aliyê Rêber Apo ve pêvajoyeke nû, ji bo her kesî pêvajoya veguherîn û jinûveavabûnê dest pê bike. Dê PKK û gelê kurd biguherin, Tirkiye biguhere, Rojhilata Navîn û hemû cihan biguherin. Bila dewlet netirse; Rêber Apo û gelê kurd dê dewletê xirab nekin, dê girêdayî demokrasiyê bi awayekî zelal ji nû ve ava bikin. Bila civaka Tirkiyeyê netirse; Rêber Apo û gelê kurd wê Tirkiyeyê parçe nekin, girêdayî azadiya gelê kurd dê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bixebitin. Hewlên Rêber Apo û gelê kurd ên têkildarî azadî û demokrasiyê, wê ne li Rojhilata Navîn û cîhanê ne li hemberî tu kesî bin; dê ji bo her kesî berjewendiyên demokratîk werin esasgirtin.”
Pirsgirêk a me tevan e, berpirsyarî ya me hemûyan e
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Diyar e ku li gel daxuyaniya Rêber Apo ya tê hêvîkirin, dê pêvajoyeke nû dest pê bike. Bêguman her tişt dê bi daxuyaniyekê pêk neyê û her tişt dê ji aliyê Rêber Apo ve neyê kirin. Weke ku pirsgirêk ya me hemûyan e, berpirsiyarî jî ya me hemûyan e. Divê her kes di vê pêvajoya nû de erk û berpirsiyariyên xwe rast fêm bike, xwedî lê derkeve û di pratîkê de bi cih bîne. Pêvajoya nû dê bi bendewariyan jî daxwazan pêk neyê; berovajî wê dê bi têkoşîn û xebatên zanedartir û birêxistinbûntir ser bikeve.”