23 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

PKK bû ruhekî zindî û felsefeyeke kûr

Ekrem Berekat

PKK bi têkoşîna xwe ya neteweyî, mirovî û hebûnî ne tenê partiyek e, bûye ruh û felsefe. Bû mamosteyê mirovahî û exlaqê. PKK dengê hebûnê ye, sembola berxwedanê ye û meşeke ku şikestinê nas nake ye.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li ser ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Abdullah Ocalan a 27ê Sibata 2025an, kongreya xwe ya 12emîn pêk anî. Di kongreyê de biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî û tevahî çalakiyên di bin navê PKKê û destpêkirina pêvajoya siyasî hat dayîn.

Pêngav anku biryara PKKê di dîroka tevgerên şoreşger de yekem e ku partiyeke têkoşer di lûtkeya hêza xwe de biryareke wisa dide. Ev biryar dê bandorên girîng li ser pirsgirêka Kurd û rewşa siyasî ya li seranserê Rojhilata Navîn bike.

PKK di demek welê de ava bû ku hebûna gelê Kurd dihat înkarkirin û mafên wî yên neteweyî dihatin paşguhkirin. PKKê roleke mezin di vejandina nasnameya Kurdî de lîstiye. Damezirandina partiyê di têkoşîna Kurdan de xaleke werçerxînê nîşan da ku bingehên têkoşîna siyasî û civakî li dijî polîtîkayên dûrxistin û bêparkirinê yên ku ji hêla dagirkeran ve hatibûn ferzkirin, danîn.

Di serdemeke wiha de ku Dewleta Tirk hewl dida bi hemû rêbazan dawî li doza Kurdî bîne û digot “Doza Kurd li Çiyayê Agirî temirî”, di heman demê de polîtîkayên dûrxistin û înkarkirinê yên li ser Kurdan di asta herî jor de bûn, nîşaneyên avabûna PKKê di bihara 1973yan de derketin holê. Li hemberî van polîtîkayan PKKê bingeha qonaxeke nû ya têkoşîna Kurdan danî.

Li rojhilatê Kurdistanê, piştî tepisandina serhildana Qazî Mihemed û darvekirina wî di sala 1947an de, Kurd di hewldanên bidestxistina azadiyê de di rewşeke bêhêvî de bûn. Li başûrê Kurdistanê jî di encama Peymana Cezayîrê ya di navbera Sedam Huseyîn û şahê Îranê de ku sala 1975an hatibû îmzekirin, siyaseta çekdanînê hat ferzkirin. Ev jî bû sedema tepisandina berxwedana çekdarî li Rojhilat.

Li rojavayê Kurdistanê jî rejîma Baasê bi pêkanîna Projeya Kembera Erebî û polîtîkayên xwe yên çewisîner, hewl da nasnameya Kurdî ji holê rake û Kurdan ji mafên bingehîn û nasnameyê bêpar bihêle. Zêdetirî vê yekê bi rêya piştgiriya hin kes û saziyên siyasî yên ku beşdarî marjînalîzekirin û bêdengkirina vê rastiyê bûn, xwest civaka Kurd lawaz bike.

PKK wek tevgereke şoreşger ji bo şikandina polîtîkayên çewisandinê û ji bo zindîkirina nasnameya Kurdî hat avakirin. PKK bû dengê bêdengan û sembola têkoşîna li hemberî polîtîkayên paşguhkirin û înkarê.

PKKê ji destpêka damezirandina xwe ve, hêza berxwedanê ya Kurdan nîşan da. PKKê di dirêjahiya zêdetirî 40 salî de ji rêxistina siyasî û civakî bigire heta têkoşîna çekdarî ku 1984an dest pê kir, têkoşîneke bêhempa raber kir.

PKKê di kongreyên xwe de, dixwest bi pêşketinên siyasî û aborî re gav bi gav biçe. Bi danîna bingeha têkoşînê dest pê kir, piştre pêvajoya têkoşîna çekdarî ragihand. PKKê qadên berxwedanê berfireh kirin, pêvajo li gorî şert û mercên herêmî û navneteweyî sererast kirin. Herî dawî di kongreya xwe ya 12emîn de biryar da ku dê li gorî guhertin û veguhertinên nû têkoşîna siyasî bide destpêkirin. Biryara kongreya dawî di têkoşîna gelê Kurd de pêvajoyeke nû ye ku dê di pêkhatina partiyên kevn ên Kurd de guhertinên cewherî çêke û yekitiyê di navbera her çar aliyên Kurdistanê de bi pêş bixe.

Bi vê pêngavê partî dixwaze civakeke demokratîk a li ser bingeha aştî û diyalogê ava bike.

PKK ji tevgereke siyasî wêdetir hêzeke rêxistinî ye ku xwedî dîtineke stratejîk a dûr û dirêj e û bi stratejî dikare modeleke bêhempa ya têkoşîna siyasî û civakî biafirîne û bandoreke berbiçav a gerdûnî bide avakirin.

PKK bi têkoşîna xwe ya neteweyî, mirovî û hebûnî ne tenê partiyek e, bûye ruh û felsefe. Bû mamosteyê mirovahî û exlaqê. PKKê ji tunebûnê her tişt afirand, kesayetiya Kurd a xwedî hêz û îrade afirand. Her wiha rêveberiyeke Kurd a hemdem afirand û Kurd ji lepên tunekirinê rizgar kir. PKK dengê hebûnê ye, sembola berxwedanê ye û meşeke ku astengiyan nas nake ye.