Dîrok, Wate û Bilindbûna Bacê
Dibe ku nayê zanîn, bes dîroka bacê digihîje heta beriya zayînê jî. Li gor daneyên heyî sumeran cara yekemîn bacê komkiriye. Daneyên komkirina bacê yên misirî û yewnanan jî hene. Her çi qas di wê demê de dewletbûyîn tunebe jî bac ji bo berjewendiyên serdestan ji xizan û feqîran dihat komkirin.
Minak misiriyan ji bo rûnê ku di çêkirina xwarinan de dihat bikaranîn bac dihat komkirin. Di dîrokê de ji ber baca ku ji xizanan hatiye komkirin gelek caran serhildan çêbûna û di dawiya van serhildanan de jî serdestên demê hilweşiyane. Heke baca ku ji civakê tê komkirin di dawiyê de dîsa ji bo bejewendiyên civakê bên xerckirin wê demê aliyê erênî yê bacê derdikeve hole. Lê bi gelemperiya cîhanê bac ji bo berjewendiyen serdestan tên bikaranîn. Gelek cureyên bacê hene. Mînak ji bo avahî, erebe, mûçe û mal û milkên we jî bac tê standin, Lê îro em ê zêdetir li ser baca ku ji gel tê standin bisekinin. Hemû sazî û karsazên di nav dewletê de ji bo hemû alav û tiştên ku difiroşin li bihayên xwe bacê jî bar dikin. Gel di dan û standinê de bacê didin. Bi kurtasî bac nirxê lêzêdekirî yê mal û xizmetane ku di dema kirîna alav, mal û xizmetan ji xerîdaran tê standin. Ev bac jî li Saziya Bacê ya Dewletê kom dibin û hewceye ev bac wek xizmet li welatiyan vegere.
Em dikarin bibêjin ku li gelek welatan hema bibêjin rêjeya bacê ya ku ji welatiyan tê standin nêzê hev e. Lê li welatên wek Swisrê ku ji aliyê xizmetê de pêşketî ne de ji sedî 7 û 2 û nîv bac tê girtin. Japonya tenê ji sedî 8 bacê digire. Li Tirkiyeyê bac ji sedî 8’an heta 18’yan diguhere. Baca ku hindik tê standin baca kêmkirî ye. Gelo baca kêmkirî ji bo çi tê bikaranîn. Di serî de ji bo sewalkarî, çandinî, teknolojî û alavên diranan baca kêmkirî tê girtin. Wek tê zanîn ji bo pêşketina aboriya welatekî pêwistî bi dan û standin ê heye ji bo dan û standin çêbibe jî pêwistî bi hilberînê heye. Di pandemiyê de gelek welat ji bo ku hêza kirîna welatiyên wan kêm nebe û pergala aboriya wan kêm nebe rêjeya bacên xwe kêmkirin. Lê welatên wek Tirkiyeyê di demên wiha awarte de baca ku tê komkirin tê bilindkirin. We qet bala xwe dayê li welatên ku şer an jî bêedaletî hebe li wir baca ku ji gel tê standin zêdetir e. Ji ber ku li van welatan baca ku tê komkirin ji bo berjewendiyên hin kesan an jî şer tên bi kar anîn. Yanî rêjeya baca welatekî bi zagonasî edaleta wê ve giredayî ye. Ji vê mijarê re mînaka herî berbiçav jî Tirkiye ye. Îro baca ku ji welatiyan tê komkirin bi tu awayî ji bo berjewendiyên wan nayê bikaranîn.
Hikûmet radigihîne û dibêje min bacê daxistiye. Lê ji destpêka hilberînê malan heta ku ew mal digihijîn ber destê xerîdaran her tişt bi dowîzan tên hesapkirin. Yanî daxistina bacê ya hikumetê barê li pişta gel sivik nake. herî dawî em wiha bibêjin û bernameya xwe biqedînin. Li ku derê cîhanê dibe bila bibe heke di dewleteke de demokrasî tune be (wek ku me mînake tirkiyeyê da) bêguman wê di dawî de krîza aborî çêbibe. Ev krîzên ku ji dervayê biryarê gel pêk tên raste rast bandora xwe li civakê dikin.