12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pîvazên kurmî

Dema ez biçûk bûm, bihara ewil malên me diçûn zozanên biçûk. Diya min û bavê min konê me li ber çemê Erezê vedigirtin. Digotin bila mala me nêzîkî avê be. Wexta baran dibarî, li ser çemê Erez lehiyên mezin radibûn.

Dinya û alem ji xwe re bostanan çêdikin, em jî çavên xwe li du wan bostanan digerînin, gelo çima?.

Her tim havîna dereng û destpêka payîzê, hemû der û cînarên me ji xwe re bostanan çêdikin. Di nava wan bostanan de dilê te çi bixwaze heye, çavê merivan ji nêrîna wan bostanan de têr nabe. Hezar cure hêşînahî û tiştên xweş ê xwarinan hene.  Hinek gundiyên cînaran bi şev tên dikevin nava wan bostanên xelkê de, tar û mar dikin. Qet gunehê wan bi xwediyê bostanan nayê, hema dikevin nav, çi bi ber destên wan dikeve diruçikînin û diçin.

Ez ji ber wan ve şerm dikim, ewqas ked didin wan bostanên xwe, av didin, çêreyên bê mane di nav de top dikin ku bostan xweşiktir bibe, li dawiya dawî hinek bi şev dikevin nav de xil û xera dikinç Ew dibêjin; Ger ji me bixwazin, em dikarin para wan jî bidin, lê çima wuha dikin em nizanin. Piştî demekê, her şev li yek xwediyê bostanan li ber disekinin, heta ku sibe bi ser wan de ronî bibe, bi roj radizên, bi şev jî li ber bostanên xwe dipên. Em jî carana bi şev tevî wan heta sibetirê disekinin. Heta kengê wê wisa be? heta ku hemû fêkî gihîştin wê wisa be, wekî din tiştek ji destê me nayê. An jî ewên ku diziya bostanan dikin, ji xwe re jî bostanan çêbikin, ew dem wê dawiya diziya bostan were, baweriya min ev e.

Dema ez biçûk bûm, bihara ewil malên me diçûn zozanên biçûk. Diya min û bavê min konê me li ber çemê Erezê vedigirtin. Digotin bila mala me nêzîkî avê be. Wexta baran dibarî, li ser çemê Erez lehiyên mezin radibûn. Ne heywan û ne jî meriv di nava wan lehiyan de nediçûn, ji ber ku hemûyan jî xwe diparastin, dizanîbûn li kîjan dera çemê Erez dikare meriv û heywanan bi xwe re bibe. Dema baran disekinî, çem jî hêdî hêdî bêhna xwe dida, em zarok direvîn der û dora çem û me qal û qirş topdikirin.

Ew qal û qirşên li kêleka çemê Erez rengên wan sipî bûn û agirê wan û şewata wan pir bi qîmet bû. Rojekê dîsa baranek gur barî, lehî rabû, heta du rojan ew baran bi kêfa xwe barî. Piştî ku barîna baranê qediya, em dîsa reviyan û çûn dora çem. Vê carê ne tenê qal û qirş, bi hezaran pîvaz jî hebûn, me hem ew qal û qirş topkirin û hem jî pîvaz. Dema min tûrikê tijî pîvaz bir malê, diya min got; te ev pîvazana ji ku derê anîne, careke din bibe dayne dewsa wan, ew ne pîvazê me nin, xwediyê wan hene, başe ku we topkirine lê piştî demekê xwediyên wan wê li du pîvazên xwe bigerin, zûke bibe, te li ku derê topkiriye, eynî wusa jî dayne dewsa wan.

Bavê min li diya min hêrs bû û got; Heyran ev pîvaz di naava bostanan de lehiyê daye ber xwe û ji wir heta van deran aniye, êdî ew di nava avê de mane û kurmî bûne, xwediyê wan ê çi bike ji van pîvazên kurmî? Dev jê berdê, keçikê ewqas hewl daye, topkiriye, tu jî li pey xwediyê wan ketî? Ka binêre, hemu cînaran ew pîvaz li ber tavê raxistin ku bila zuha bibin. min jî ji te van fikrên te tiştek fêm nekir. Herdik jî bi hevre ketin nava şer û nîqaşê de. Yek dibêje em wan ji xwe re hildin, ya din dibêje na, ne malê me ye. Ez wusa nerazîbûna xwe fikirîm ku diya min rast dibêje, min ew tûrik careke din da ser pişta xwe, danî ber çemê Erez û vegeriyam malê.

Piştî demekê, me dît ku çend heb jin û mêr li dora Erez, her yek tûrikek di destê wan de, pîvaza didin hev. Ez reviyam çûm cem wan, min ji wan re behsa mesela diya xwe û bavê xwe û alîkariya wan jî kir. Dema wana hemû pîvazên xwe dan hev, ez zû de vegeriyabûm malê. Hê jî diya min û bavê min bi ser hevde diqîriyan. Me dît ku mêrek û jinek hatin ber konê me, di destê wan de jî tûrikên pîvazan. Gotin; me bihîst ku we nehiştiye xelk pîvazê me ji xwe re bibin, ew pîvaz li ber lehiya baranê heta vê derê hatibûn. Ji xwe nîvekî wan çûn, me xelas nekir. Vir de û wê de, behsa zirarên xwe kirin û tûrikek pîvaz ji me re anîn. Diya min ji wan re xwarin çêkir, behsa bûyerên xwe kirin, bi kêfxweşî rabûn û çûn.

Dema niha dibînim, hemû kes ji xwe re bostanan çêdikin, hewce nake ku kesek here diziya bostanên kesekî/ê, her tişt xwediyê wan hene, xwediyên pîvazên kurmî jî hene…. Pîvaz ne kurmî bûn lê dema di nava avê de dimînin hinekî nerm dibin û piçek jî bêhna wan nexweş dibe ewqas…