13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştperdeya polîtîkaya vegera penaberên Sûriyeyê

Di van herdu salên bi kûrbûna kirîza aborî û zêdebûna karwanê bêkaran re, nerazîbûna xelkên Tirkiyeyê ya li dijî penaberên Sûriyeyê jî zêde bûn. Bi taybetî ji ber ku penaberên Sûriyeyê di gelek karan de bi heqdestekî gelekî erzan tên xebitandin, vê yekê betaliya ku li Tirkiyeyê heye zêdetir kir.

Ji aliyekî din ve desthilatdariya Tirkiyeyê ji ber ku hilbijartin êdî nêz dibe, di bin navê ‘milyonek penaberên Sûriyeyê bi dilsozî vedigerin welatê xwe’ dest bi propagandayeke gelekî mezin kir. Ji bo ku em ê bêtir rastiya vê mijarê fêm bikin divê em hinekî vegerin destpêka aloziya Sûriyeyê û heta niha vê hikûmetê li Sûriyeyê çi kiriye û ji bo çi kiriye!
Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve bi taybetî piştî salên 2012-2014’an Tirkiyeyê deriyê xwe li pêşiya penaberên Sûriyeyê vekir û piştî ku rê dan bi hezaran ku xwe bigihînin Ewropayê, ew li dijî welatên Ewropayê wekî gefekê bikar anîn.

Her wiha ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve alîkarî da gelek komên çekdar ku rê li pêşiya statuya kurdan bigire. Dawî jî dema ku dît bi riya wan komên çekdar nikare armancên xwe pêk bîne, bi xwe destwerdana axa Sûriyeyê kir û gelek dever xistin bin kontrola xwe.
Bi navê herêma bi ewle hikûmeta tirk wekî korîdorekê li ser sînorê navbera bakur û rojavayê Kurdistanê çêkir. Di encama destwerdana Efrîn, Serêkaniyê û hin deverên din de piraniya gelê wê herêmê neçar ma ku cih û warê xwe berdin, erebên ji derdora Şamê, Hema û deverên din anîn li wir bicihkirin. Bi vê yekê hem qutbûnek di navbera kurdên serxet û binxetê de çêkir û hem jî guhertineke demografîk pêk anî. Wekî mînak li Efrîna ku berê ji sedî 95 kurd bû, niha ji sedî derdora 25’an kurd li wir mane.

Ji bilî vê armanca xwe ya serke ango pêşîgirtina li destkefiyên kurdên rojavayê Kurdistanê , ew komên çekdar wekî çeteyên bi pere ji bo şer û berjewendiyên xwe yên li herêmê jî bikaranîn. Wekî mînak ew di şerê li Lîbayayê de bikar anîn û bi hikûmeta demkî ya Lîbayayê re gelek peyman çêkirin. Her çendî ku bi navê biratî, misilmanî , mirovahî û cîraniyê ev hikûmet qaşo li penaberên Sûriyeyê ‘Xwedî derketiye’ lê di rastiya xwe de ew her dem ji bo berjewendiyên xwe bikar aniye. Her wiha ev bajarokên ku dibêje me ji bo penaberan ava kiriye jî pere û fînansekirina wan tev ji derve ye û bi taybetî ji Qeterê ye.

Ji destpêka aloziyê ve hikûmeta tirk bi hezaran maldarên sûriyeyî û bi taybetî yên helebî tevî mal û milkên wan û kargehên wan anîn Tirkiyeyê û sûdeke mezin ji pereyên wan girt da ku aboriya welatê xwe pê sererast bike.

Bi kurt û kurmancî mirov dikare zelal û aşkera bibêje ji destpêka aloziya Sûriyeyê û heta roja îro penaberên Sûriyeyê karta herî xurt û bikêrhatî bû ji bo berjewendiyên hikûmeta tirk. Çi ji alî bikarnîna çekdarên wê ji bo xwe, çi ji alî bikaranîna wan penaberan wekî gefekê li dijî Welatên Ewropayê û çi jî ji alî bikaranîna wan di bazarên bi Rûsya û DYA’yê re, herdem hatine bikaranîn. Her dem penaberên Sûriyeyê wekî kartekê bikar anîne û sûd ji wan wergirtine. Hikûmeta tirk li ser hesabê zêdekirina alozî, kuştin, koçberî û wêrankirina Sûriyeyê, berjewendiyên xwe û welatê xwe herdem dane pêş, ji krîza li vî welatî sûd wergirtine û wekî kartekê ji xwe re bikar anîne.