12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştperdeya hevdîtinên Misir û Tirkiyeyê

Rizoyê Xerzî

Li ser daxwaza Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê heyeteke ji Misirê serdana Tirkiyeyê kir û civînekê bi rayedarên tirk re pêk anî. Li gorî agahiyên Wezareta Karên Derve ya Misirê heyetek ji dîplomatên Misirê bi Serokatiya Cîgirê Wezîrê Karên Derve Hemdî Loza serdana Tirkiyeyê kir û rojên sêşem û çarşema borî bi rayedarên tirk re hevdîtin kirin.
Li gorî agahiyên malpera Sky News’ê hevdîtin der barê xalên ku bûbûn cihê nakokiyê di navbera her du welatan de pêk hat. Beriya çend mehan hin hevdîtin hatibûn kirin lê ji ber nakokiyên di hin mijaran de ew hevdîtin demekê hatibûn rawestandin.
Li gorî heman çavkaniyê sê xalên sereke ên ku li ser wan li hev nekiribûn ev in:
Yek ji wan xalan mijara vekişîna leşkerên tirk ji Lîbyayê ye, Misir daxwaz dike ku ew xwe ji Lîbyayê vekişînin. Li deryaya Spî bi tena serê xwe tevnegere û piştgiriya xwe ya ji bo rêxistina Ixwanan (Birayên misilman) bi carekê re rawestîne.
Ev her sê xalên bingehîn ên ku cihê nakokiyê ne di navbera Misir û hikûmeta tirk de ne.

Bar li gorî keleka wan hilnehat

Hikûmeta tirk pişta xwe bi rêxistinên îslamî û bi taybetî bi rêxistina Birayên Misilman xurt dikir ku bi riya wan serkêşiya Rojhilata Navîn bike. Lê wekî dibêjin hesabê malê û sûkê li hev nehat. Piştî têkçûna Ixwanan li Misrê, Lîbyayê û Tunisê hikûmeta tirk ji nişkan ve xwe tenê dît. Dît ku li hemû Rojhilata Navîn dost jê re nemane û rewşa wan a bi sifir pirsgirêk veguherî sifir têkiliyê.
Lewre jî niha hikûmeta tirk dixwaze hemû dîplomasiya xwe ji bo sererastkirina têkiliyên bi Misir, Erebistana Siûdî, Mîrîtiyên Erebî û welatên din ên Kendavê re bi kar bîne.