Pêşeng û sempatîzanên FLN’ê li hemberî mêtingeriya Fransayê şerekî bêhempa kirin û di dawiyê de ew têk birin. Hemû dinya vê yekê dizane lê piştî ku FLN li Cezayîrê bû xwedî hêz, pergala fransiziyan ji xwe re mînak girtin û xwestin li ser vê pergalê hişmendiya xwe ava bikin.
Navê rejîma xwe kirin “Komara Gel a Demokratîk a Cezayîrê” û navê şêwaza birivebirina xwe jî kirin “Komara Sosyalîst” lê di encamê de hemû biryar di destê partiya FLN’ê de bûn û wê çi biryar bida, di fermiyetê de ew derbas dibû. Der barê birêvebirina hikûmetê ango sazkirina dewletê de pir qels bûn û hema bêje serê xwe qet bi vê mijarê re neêşandibûn. Plansaziyek berfireh amade nekiribûn. Ji lewma xwestin bi pergala heyî bidomînin. Modela ku berê ew li hember disekinîn û şer dikirin pejirandin û xwestin civak jî hînî vê modelê bibe û bipejirîne. Şêwaza jiyanê ya dixwestin li Cezayîrê bi cih bibe, şêwaza jiyana fransiziyan bixwe bû.
Fransiziyên herêmî
Belê rast e, fransiziyan Cezayîr terikandin çûn lê di cihê wan de vê carê ‘fransiziyên herêmî’ derketin holê ku tu cudahiya wan ji yên berê tune bû. Wek ku di çîroka jorê de jî heye, ji jor de li civakê nêrîn û bi awakî kirêt xwestin gel bextewar bikin. Nêrîneke qure ya serdest peyda bû li Cezayîrê. Mixabin hêz û otorîte ev hişmendî ava dikir. FLN bi vê nêzîkatî û hişmendiya xwe dest bi xebatê kir. Beriya ew bixebitin û biafirînin bi darbeya leşkerî xwestin her kes heman tiştî bifikire û azadî binpê kirin. Bi hizra jakobenîzma fransiziyan tevgeriyan û xwestin li Cezayîrê netewe-dewleteke bi vî rengî saz bikin. Bi biryar û destûra bingehîn gelê ereb wek serdest nîşan dan; berberiyan û zimanê wan biçûk dîtin; di fermiyetê de tenê zimanê erebî pejirandin. Dînê îslamê di ser hemû dînên din re dîtin; xiristiyan û cihû tune hesibandin. Mafên mirovan, bi taybetî yên jinan binpê kirin. Gelek rojnameger hatin girtin û kuştin; rê li ber çapemeniya azad hate girtin. Nivîskarên dijberî wan ji ber şert û mercan mecbûr man birevin derveyî welêt. Mirov dikare bibêje ku bi her awayî wan xwe şiband desthilatdarê xwe û ew di rêçika wan de meşiyan.
Ew roj û îro ye, li Cezayîrê bingehek xurt a azadiyê çênebûye. Pirsgirêkên sereke nehatine çareserkirin, jixwe Cezayîr ji darbeyên leşkerî nikaribûye serê xwe rake heta ku van pirsgirêkên xwe çareser bike û bi wan re mijûl bibe! Wek mînak, kesên heta niha serokwezîriya Cezayîrê kirine tev leşker in. Heya salên 1990’î jî ji xeynî FLN’ê partiyeke din, raman û nêrîneke din nehatiye pejirandin.
Endamên FLN’ê hatin girtin
Hêj di destpêkê de ev tişt diqewimin. Piştî van nêzîkatiyan kesên ku bi salan di eniya FLN’ê de xebitîn û şer kiribûn bertek nîşan dan û ji FLN’ê veqetiyan. Eniya FLN’ê kesên mîna Hocine Aid-Ahmed û Muhammed Harbî bi çepgirî û şoreşgeriyê tawanbar kirin û ew dîl girtin. Gelek kadro û pêşengên FLN’ê yên dixwestin pergalek şoreşgerî ava bikin hatin girtin û di girtîgehan de îşeknceyên ji yên fransiziyan xerabtir li wan kirin. Gelek ji wan kesan seqet man, hinek ji wan bi salan di girtîgehan de man û hinek ji wan jî firar kirin çûn derveyî welêt. Divê mirov bi bîr bîne ku ev pêşengên FLN’ê yên hatin girtin, ew kes bûn ku di ciwaniya xwe de cara ewil bankayan bi dest xistin û xwestin ev banka bikevin bin xizmeta gel lê piştî şerê rizgariya neteweyî bi carekê ev pêşeng hatin sûcdarkirin. Kesên wek Muhammed Boudiaf, Hocine Aid-Ahmed û Ben-Bella mecbûr man ku birevin derveyî welêt an na ew ê jî wek hevalên xwe yên çepgir bihatana dîlgirtin an jî kuştin. FLN’ê bi vî awayî roj bi roj kesên fikrên azadiyê dihebandin ji xwe dûr xistin û ew bi nêrîneke çewt bêtir li gor dînê îslamê tevgeriya. Piştî vê nêzîkatiya FLN’ê her çû alozî kûrtir bû li Cezayîrê.
Serdestiya leşkerî
Bi kurtasî dîktatoriyek çûbû û dîktatoriyeke din hatibû û dewleta Cezayîrê bû dewleta FLN’ê! Di sala 1964’an de Humeyri Bumedyan bi darbeyeke leşkerî xwe wek serokwezîr îlan dike û rûyê xwe yê tund nîşan dide. Piştî vê darbeya leşkerî di hemû qadên dewletê de burokrasiyeke nebaş derdikeve holê û ev burokrasî azadiya civakê ji holê radike. Serdestiyeke leşkerî xwe nîşan dide û her wiha ‘baron’ û ‘şef’ên nû peyda dibin. Ev kes an jî kom heval û hogirên xwe li dora xwe dicivînin û pergala bertîlê ava dikin. Tiştên ne di rê de peyda bûn. Ev tiştên hanê wek çandekê roj bi roj mayînde bûn. Hemû hikûmet (peyva hikûmetê jî çiqas rast e nizanim, ji ber ku hilbijartinên hatine kirin jî tev formalîte bûne, artêş kî hilbijartiye ew bûye serokwezîr) bi vê pergalê berdewam kirin û piştî rizgariyê li Cezayîrê ji bo berjewendiyên civakê tiştekî baş neqewimî; ji xeynî dizî, bertîl û darbeyên leşkerî.
Bertîl wek werzîşa neteweyî ye!
Divê neyê jibîrkirin ku li vî welatî du tiştên sereke hene ku qet neguherîne û naguherin jî; yek hêza leşkerî ya li ser civakê, ya din jî bertîl e.
Çanda bertîlê li vî welatî wek ‘werzîşa neteweyî’ tê binavkirin. Ji serî heta binî, ji biçûkan bigire heya mezinan, ji saziyên biçûk bigire heya serokwezîran ev ‘werzîşa neteweyî’ bi cidiyeteke mezin pêk tê. Ji dema fransiziyan heya îro rewş wiha ye. Mirov dikare bibêje ku dîroka Cezayîrê dîroka bertîlê ye.
Hêza artêşê jî qet naguhere. Hêza kî têrî çi kiriye, efû nekiriye û jê bêpar nemaye; bi taybetî jî bertîla navneteweyî navdar e. Ji lewma Cezayîr ji hêla hilberînê ve gelekî qels e û ew bi gelek tiştên xwe girêdayî derve ye.
Piştî şerê rizgariya neteweyî, ji ber xirecira ew ê kî çi qas bixwe dem nedîtine ku plansaziyeke hilberînê çêbikin. Her tişt ji derve hatiye. Ev jî rê li ber simsarên bertîlê vekiriye û ev simsar ji bo her tiştî bertîlên mezin distînin. Ev simsar ango baronên bertîlê bi saya artêşa neteweyî Cezayîrê bi rê ve dibin. Yanî gava vê yekê dikin di fermiyetê de jî li hev tînin.
Tiştek zêde neguheriye
Dîsa tiliyên dewletên biyanî jî di vî karî de hene û her wiha berjewendiyên wan ên li ser çavkaniyên binerdê yên Cezayîrê gelek in. Rastî ev e lê ya xerab ew e ku her tim yên li ser kar, xwedî hêz û berpirsiyarên mezin vê werzîşê bi serkeftî pêk anîne û yên mayî jî di nav xizanî û birçîbûnê de gevizîne. Petrol û gaza Cezayîrê dikare ji bo hemû cezayîriyan jiyaneke bêhempa û biqelîte ava bike lê mixabin ev baronên bertîlê rê nadinê. Afirînerî û hilberînerî qet tune ye. Ji derve çi were ew tê bikaranîn û hew. Niha jî heman tişt derbasdar e. Tiştek zêde neguheriye. Her çiqas wek berê nîn be jî bertîl di meriyetê de ye û artêş xwedî hêz û aboriyeke mezin e li Cezayîrê. Ji ber vê yekê hilbijartin jî birêvebirin jî qanûn û destûra bingehîn jî ango her tişt di destê artêşê de ye. Her çi qas bi awayekî sivîl hilbijartin çêbibin jî di rastiyê de artêş çi bixwaze ew e; biryara dawî ya artêşê ye!
Wek encam, her çi qas rê li ber partî û ramanên din hatibe vekirin jî di rastiyê de tiştekî bi vî rengî tune ye li Cezayîrê. Artêş dîsa hêza yekemîn a welat e û biryarên dawî ew dide. Heta roja îro jî hilbijartinên hatine kirin di bin siya artêşê de pêk hatine û bi vî awayî kes hatine hilbijartin.
Di navbera salên 1990 û 2000’î de gelek êrîş hatin kirin. Partiyên îslamî êrîşê amazîghiyan dikin û gelek kes tên kuştin. Di van salên dawiyê de her çi qas ev tişt pêk neyên jî ji hêla mafên mirovan, azadî û demokratîkbûnê ve pirsgirêkên mezin hene li Cezayîrê. Amazîgh ango berberî bi biryar in ku çand û zimanê wan were naskirin û ev rûyê Cezayîrê yê reş were guhertin. Ji bo vê îro jî xwepêşandanên wan berdewam in û ji bo mafê xwe li ser piyan in. Li hemberî ‘fransiziyên herêmî’ disekinin û doza wekheviyê dikin. Tê gotin ku heger li Cezayîrê hêviyeke azadî û demokratîkbûnê hebe ev yek dê bi saya berberiyan pêk were. Ji lewma hewce ye mirov berberiyan cuda binirxîne. Bi salan e êrîş li wan tê kirin, tên bişaftin û kuştin; ew xwedî çîrokeke dûr û dirêj in. Ez ê hewl bidim di berdewama vê nivîsê de qala berberiyan ango qala amazîghiyan bikim.
Serhildanên Nan
Di 30 salan de ku tenê FLN desthilatdar e, gelek bûyer diqewimin. Helbet hin kesên ku ev tişt didîtin û dizanibûn bêhelwest nîn bûn. Dixwestin dengê xwe bilind bikin lê artêşa Cezayîrê her tim gef li wan dixwarin û ew ditirsandin. Di van salan de gelek mirov tên kuştin; gelek kes tên girtin û gelek kes welat diterikînin lê bûyera herî girîng di sala 1988’an de diqewime.
IMF Cezayîr jî di bin deynan de hiştibû û bi vê yekê ve girêdayî li Cezayîrê buhayê her tiştî zêde bû. Mirov nikaribûn tiştên bingehîn bikirin. Serhildanên ku ji wan re digotin ‘Serhildanên Nan’ dest pê kirin. Xwepêşandanên mezin hatin lidarxistin lê di encamê de dîsa artêşa Cezayîrê derket meydanê û komkujî kir. Yên jiyana xwe ji dest dan bi taybetî ciwan bûn. Kesên hatin qetilkirin li kolanan hatin teşhîrkirin da ku çavê civakê bitirse û careke din tiştekî wisa nekin! Ev bûyer bû sedem ku êdî civaka Cezayîrê bi temamî ji FLN’ê dûr bikeve û li çareya serê xwe binêre. Jixwe piştî vê dîsa darbeyeke leşkerî tê kirin û heta salên 1990’î hikûmeta leşkerî Cezayîrê bi rê ve dibe.
Tenê nav ‘Komara Demokratîk’ bû
Ji sala 1962’yan heya 1990’î rêveberî di destê FLN’ê de bû. Piştî 30 salan biryar didin ku partiyên din jî li Cezayîrê ava bibin. Piştî salên 1990’î partiyên FÎS (Eniya Îslamî ya Selametê), FFS (Eniya Hêzên Sosyalîst), HAMAS û RCD hatin damezirandin. Armanc ew bû, qaşo bi hilbijartinan xwe demokratîk nîşan bidin. Bi vê hincetê ‘Konferansa Neteweyî ya Lihevhatinê’ tê lidarxistin lê çi ecêb e FLN bixwe jî beşdarî vê konferansê nabe ji ber ku her kes baş dizanibû ev daxwaz ango konferans formalîte ye û dixwazin civakê bi vê konferansê bixapînin. Serokê FFS’ê Hocine Aid-Ahmed wiha digot, “Dixwazin otorîteyeke nû ava bikin û em ji bo vê derewê naxwazin bibin pirek. Heta ku dînê fermî yê komarê tenê îslam û zimanê wê jî tenê erebî be her çi qas navê vê komarê demokratîk be jî ew tu carî ji dil nabe demokratîk.”
Ev partî ya amazîghiyan bû û dixwest mafên amazîghiyan jî bi qanûnan were parastin; ziman û çanda wan were naskirin lê li hember vê daxwazê bi tundî sekinîn û ev daxwaz nepejirandin. Amazîghiyan jî her tim hilbijartinên sexte boykot kirin û neçûn ser sindoqan.