Azra Gulendam Haytaoglû ya 21 salî 5 roj berê winda bûbû. Malbata Haytaoglû li ser medya dijîtal diyar kiribû ku Arza winda bûye û serî li qerekolê dane. Lê polîsan ji malbatê re got heya roja duşemê dê nikaribin li şopa telefona Azra Gulendam Haytaoglû bişopînin.
Piştî 5 rojan faîl Mûstafa Mûrat Ayhan (48) hat binçavkirin û di îfadeyên xwe de got ku wî tecawizê Haytaoglû kiriye pişt re ew qetil kiriye û li daristanekê binax kiriye.
Di lêkolînê de cenazeyê Azra Gulendam Haytaoglû li daristana ku kujer Ayhan nîşan dabû hat dîtin.
NAVENDA NÛÇEYAN