Tirkiye û çeteyên girêdayî wê di 20’ê çileye 2018’an de Efrîn kir hedef û êrîş bire ser. Helbet êrîş bi alîkariya Rûsyayê pêk hat. Ji ber ku dema Tirkiyeyê êrîş bire ser kantonê, Rûsyayê jî ji gelek nuqteyên ku lê dima hêzên xwe vekişandin. Bi alîkariya Rûsyayê û bi bêdengiya hêzên navneteweyî Tirkiyeyê berê çeteyên xwe dan ser kantona Efrînê. Gelê Efrînê YPG û YPJ’ê li dijî sileh û çekên kîmyewî, li dijî teknolojiya herî li pêş 58 rojan li ber xwe dan. Di encama wan êrişan de zêdetiri 350 hezar welatî koçber bûn.
Têkildarî salvegera 4’emîn a êrîşên dagirkirinê Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê em bi Endamê Meclisa Giştî ya PYD Evdilxenî Hesen re axivîn. Xenî diyar kir ku Tirkiye ji bo kurdîtiyê ji Efrînê xelas bike, êrîşî çand û ziman dike.
-Di sala 2018’an de Tirkiyeyê êrîşî Efrînê kir û bi alîkariya Rûsyayê jî Efrîn dagir kir. Tu dikare hinkî qala wê pêvajoyê bike?
Di destpêkê de sekna dewleta tirk nexûya bû. Ew çeteyên li derdorê yên wek Cephetûl Nûsra, DAIŞ û hêzên din ên çek di destê wan de dan şixûlandin. Yanî dewleta tirk di destpêkê de bi tena serê xwe derbasî vê herêmê nebû lê çawa ku piştî 2018’an hewcadarî pê dît ku derbas bibe. Bi vê yekê re jî Efrîn dagir kir. Helbet ev ne tesadufek bû. Ji ber ku ew bi alîkariya Rûsya û hêzên di heman hişmendiyê de ket Efrînê. Şerê ku li vê heremê hat destpêkirin 58 rojan berdewam kir û li hemberî vê dagirkirinê berxwedaneke pir mezin hat dayîn. Dagirkirina ku bi taybet bi alîkariya Rûsya hat kirin ji bo tirkan diyarîyeke pir mezin bû.
-Em dikarin bêjin hêzên navneteweyî li gor berjewendiyên xwe li ser her tiştî girtin û Efrîn bi deq û dolabên wan kete destê Tirkiyeyê? Armanca wan bi vê yekê çibû?
Şoreşa ku li heremê dest pê kir di serî de li Tûnisê ji bo kuştina şexsekî dest pê kir û li dû belav bû. Ew tevger tevgereke gelerî bû gel pê re bû pişt re li hemû Rojhilata Navîn belav bû. Di demên kin de derbasê Sûriyeyê jî bû. Di despêkêda şoreşa ku bi hêza gel dihat kirin bi deme re xwestin ku li hemberî civakê bi kar bînin. Di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hêza şoreşgerî di destê gel û hêzên demokrat ên wek YPG, YPJ, Hêzên Şoreşgerên Demokratîk ên Sûriyeyê de man û şoreş bi destê wan pêk hat.
-Piştî dagirkirina Efrînê niha rewşa li wir çawa ye tu dikare hinkî qala vê yekê bike?
Tirkiye bi her kiryarên xwe dixwaze li Efrînê gel bike nav zehmetiyan. Dixwazin ew efrîniyên ku li wir mane di destê wan de çi nirxên wan mabin bin pê bike. Niha dest datînin ser mal û erzakên wan jî. Mirov dikare piştî dagirkirinê, Efrînê bişibîne dojehê. Dewleta tirk ji bo ji Efrînê kurdîtiyê biqedîne êrîşî çand û zimanê efrîniyan dike.
-Rewşa koçberên ji Efrînê bi taybetî yên li kantona Şehbayê çawa ye?
Ew kesên ku piştî dagirkirina Efrînê neçar man û koç kirin li gelek deverên wek Şehbayê balav bûn. Kesên ku li dervayê Şehbayê ne jî û kesên ku derdora Şehbayê de dimînin jî ji aliyê aborî, ewlehî û xwe gihandina xurekan de gelek zehmetiyan dikşînin. Li aliyê din hem ji aliyê Sûriyeyê hem jî ji aliyê Tirkiyeyê de êrîş li ser wan tên pêkanîn. Lê ew koçber tevî hemû zehmetiyan jî dibêjin em ji axa xwe dûr nakevin, bi hêviya ku ew ê dîsa vegerin Efrînê û xizmeta gelê xwe bikin dijîn.
-Ji bo pêşeroja Efrînê ku ji bin dagirkeriya tirk derkeve hewldan hene gelo?
Gelek xebat ji bo ku Efrîn ji bin dagirkeriyê derbikeve tê kirin. Lê têkoşîna mezin ji aliyê gel ve tê dayîn. Şêniyên Efrînê xwe bi tu awayî girênadin hêzên wek dewletên mezin an jî hêzên wekî din. Ew dixwazin bi hêza xwe vegerin Efrînê û axa Efrînê jî li wan vegere.
-Heri dawiyê tişteke ku tu lê zêde bike kerem bike
Gengeşiyeke mezin di nav fikra netewa demokratîk û fikra dewletê an jî kapîtalîzmê de heye. Dewleta tirk li heremê wek nûnerê kapîtalîzmê tevdigere. Hêvî û hêza fikra netewa demokratîk heye ku li vê axê bandora kapîtalîzmê têk bibe û aramiyê pêk bîne.