Parêzeran ji bo rakirina qedexeya PKKê di 11yê Gulana 2022yan de serî li hikûmeta Almanyayê dabûn. Hate ragihandin ku hikûmetê bersiva neyînî daye. Li Bundespresskonferenza li Berlînê MAF-DAD û Civaka Azad di 21ê Gulanê de li Berlînê têkildarî qedexeya li ser PKKê daxuyanî da.
Dewleta Alman di sala 1993yan de qedexe danîbû ser PKKê. Seroka Desteya Rêveberiya MAF-DADê Parêzer Heike Geisweidê moderatoriya konferansa çapemeniyê kir û Parêzer Lukas Theune di sala 2022yan de ji bo rakirina qedexeya li ser PKKê serlêdan kiribû.
Hevserokê MAF-DADê Mahmut Şakar, têkildarî serlêdana li dijî qedexeya PKKê nirxandin kir û wiha got: “Gelê Kurd ji derveyî Tirkiyeyê herî zêde li Almanyayê rastî tundî û zextan tê. Dewleta Alman ji destpêkê ve çareseriya pirsgirêka Kurd dixe zorê. Hîn di salên 1980yî de li dijî siyasetmedarên Kurd dest bi binçavkirin û girtinê kir. Bi taybetî di sala 1989an de li Dusseldorfê gelek siyasetmedarên Kurd hatin darizandin. Di salên 1990î de ev doz bû dozeke herî giran a polîtîk a Almanyayê. Çavkaniya herî neyînî ya li dijî meseleya gelê Kurd di 22ê Mijdara 1993an de Wezareta Karên Hundir a Almanyayê bi Giştînameyekê biryara qedexekirina xebatên PKKê da. Li pişt hemû zextên li ser gelê Kurd ev belgeya qedexeya xebatên PKKê heye. Piştî vê giştînameya Wezaretê, li gelek bajarên Almanyayê nêzî 30 komeleyên Kurdan hatin girtin. Gelek saziyên Kurdan hatin girtin. Ji wê demê heta niha li dijî saziyên Kurdan û meseleya Kurdan, hewldanên berovajîkirinê pêş xistin. Vê krîmînalîzasyonê piştgirî da şerê Tirkiyeyê yê li dijî Kurdan. Biryara Wezîre Karên Hundir a qedexeya xebatên PKKê, di heman demê de rastî pêvajoya ku li Kurdistanê şerê Kontir Gerîla yê li dijî Kurdan di asta herî jor de bûye, tê. Bi vê biryarê xwestin çalakiyên gelê Kurd ên li dijî vî şerê li Kurdistanê asteng bike û nehêle ku ev şer bibe rojeva cîhanê.”
Mahmut Şakar da zanîn ku yek ji piyê Konsepta Navneteweyî ya êrîşan a li dijî Kurdan jî ev qedexeya PKKê bû û wiha berdewam kir: “Ji sala 1993an heta niha ev qedexeya li ser Kurdan sal bi sal kûr kirin û mezin kirin. Li diji van qedexeyan heta îro gelek hewldanên hiqûqî pêş ketin. Di demeke nêz de wekî MAF-DADê parêzeran dozeke bingehîn vekir. Parêzerên MAF-DADê di 11ê Gulana 2022an de li ser navê Duran Kalkan û Murat Karayilan daxwaznameya îtîrazê da Wezareta Karên Hundir a Almanyayê. Di vê daxwaznameyê de xwest qedexeya ku ji sala 1993an heta niha didome bê rakirin. Diyar kirin ku ev qedexe rê li pêşiya çareseriya pirsa Kurd digire. Destnîşan kir ku şertên wê demê pir derbas bûne. Me rapora kesê pispor pêşkêşî Wezîrê Karên Hundir kir.”
Mahmut Şakar bal kişand ser biryara wezaretê û wiha pêde çû: “Wezaretê piştî demeke dirêj û lêkolîneke dirêj di 22ê Gulana 2024an de bersiva redkirinê da me parêzeran. Destnîşan kir ku divê qedexeya li ser PKKê bidome. Piştî vê bersivê parêzeran parêznameyek amade kirin û serî li Dadgeha Îdarî ya Berlînê dan. Li dijî biryara Wezîrê Karên Hundir serlêdana îtîrazê kirin. Doza îdarî vekirin. Şertên vekirina vê doza îdarî jî giring e. Di Cotmeha 2024an de li Tirkiyeyê pêvajoya diyalogê dest pê kiriye. Ev serlêdana parêzeran rastî vê pêvajoyê hat. Dîsa PKKê encama kongreya xwe di 12ê Gulanê de bi raya giştî re parve kir. Diyar kir ku şert û mercên hiqûqî û siyasî pêk bên xwe fesix dike û dawî li çekan tîne. Vê biryarê bi qasî di raya giştî ya Tirkiyeyê de, di qada navneteweyî de jî zêde deng veda.”
Mahmut Şakar bal kişand ser civîna 21ê Gulanê ya li Berlînê û wiha berdewam kir: “Bi vê civîna çapemeniyê me doza ku li dijî biryara Wezareta Karên Hundir, li Dadgeha Îdarî ya Berlînê vekiriye bi raya giştî re parve kir. Me xwest qedexeyên li ser xebat û rêxistinkirina Kurdan bên rakirin. Vê biryara berdana çekan û pêşxistina siyaseta demokratîk; ji bo rakirina qedexeyê şertên pir baş ava kir. Êdî piştî vê biryara PKKê tu wate û mantiqa vê qedexeyê nema ye. Me hem vekirina dozê bi raya giştî re parve kir û hem jî naveroka parastinê parve kir. Me diyar kir ku piştî biryara 12mîn Kongreya PKKê pêwist e biryara qedexeyê bê rakirin.”
Mahmut Şakar anî ziman ku di vê pêvajoyê de yek ji welatê biryara PKKê erênî dît dewleta Alman bû û wiha lê zêde kir: “Fesixkirina PKKê û berdana çekan erênî dît. Eger helwestek wan a wisa hebe, wê demê divê vê qedexeyê jî li ser saziyên Kurdan rakin. Me diyar kir ku bi rakirina qedexeyê dê karibin piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriya demokratîk a pirsgirêkê. Me ani ziman ku di qada navneteweyî de jî şert û mercên erênî pêş ketine.
Hevserokê MAF-DADê Mahmut Şakar herî dawi da zanîn ku bi taybetî piştî pêvajoya ku di Cotmehê de li Tirkiyeyê dest pê kiriye, helwesta dewleta Almanyayê li dijî saziyan bêtir hişk bûye. 3 siyasetmedarên Kurd hatin binçavkirin û girtin. Di ser 4-5 komeleyên Kurdan de girtin. Di ser malan de girtin. Em dibînin ku nêzîkatiya dewleta Alman a li dijî Kurdan hişk bûye. Li aliyekî daxuyaniyên erênî didin, li aliyê din helwesteke hişk nîşan didin. Herî dawî di 20ê Gulanê de siyasetmedarê Kurd ku her kes wî nas dike Yuksel Koç binçav kirin û girtin. Ev mudaxaleyeke pir neyînî ya li dijî pêvajoya çareseriyê ye. Ev doza me vekiriye hem ji bo piştgiriyê bide pêvajoya çareserî û aştiyê û hem jî ji bo Almanya helwesta xwe nerm bike firsendeke muhîm e. Me serî li dadgehê da û me parastina xwe da dadgehê. Ji niha û şûnde em ê li benda biryara Dadgeha Îdarî bin. Em ê pêvajoya hiqûqî bidomînin. Li gorî geşedanan em ê gavên hiqûqî bavêjin. Lê divî siyaseta Almanyayê ya li diji vê meseleyê bê guhertin. Em bawer dikin ku doz erênî bi encam bibe dê piştgiriyeke mezin bide pêvajoyê.”