Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku jinên bi navê Leyla Paşayî û Baran Seîdî ku di girtîgeha Sineyê de dihatin ragirtin, bi kefaleta 599 milyon tumen pere, piştî zextan bi awayek demkî hatine berdan.
Hate gotin ku her du jin bi tometa “Têkdana ewlekariya nîştimanî” tên sucdarkirin û bi vê hinceta ji dosyaya yasayî ji bo wan hatiye vekirin.
Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê da zanîn ku her du jin ji aliyê îdareya îstîxbarata Îranê ya li Sineyê ve hatibûn binçavkirin, wan xistibûn hucreyên yek kesî ya li girtîgehek li Sineyê. Heman çavkaniyê destnîşnakir ku her du jin ji ber rêxistinkirina merasîma 8ê Adarê hatibûn binçavkirin.