10 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî berdana wê 8 car hat taloqkirin hat berdan

Jiyan Ateş a ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê 8 caran ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve hat taloqkirin, hat berdan.

Jiyan Ateş di sala 2012yan de hatibû girtin, piştî 13 salan ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê hat berdan. Jiyan Ateş a ku 8 caran ji aliyê Desteya Rêveber û Çavdêriyê ve serbestberdana wê hat taloqkirin ji aliyê malbatê, DEM Partiyê û parêzeran ve hat pêşwazîkirin.

Jiyan Ateş anî ziman ku her çend di sala 2021an de cezayê wê qediya jî ji aliyê heyetê ve 3 sal û nîv cezayê wê hatiye dirêjkirin û got, “Ev polîtîka bi taybetî li Girtîgeha Sîncanê tê meşandin. Em di nav kesên pêşî de bûn ku di vê yekê de hatin girtin. Ji ber ku weke herêma pîlot hat hilbijartin, jixwe li her derê êrîş li jinan tê kirin. Em van weke polîtîkayên taybet ên ku li girtîgehan li dijî jinan tê kirin şîrove dikin. Girtîgeha Jinan a Sîncanê di warê girtîgehên jinan de hema bêje yekane ye, divê bala raya giştî li ser vê girtîgehê be.”