21 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî ameliyatê Onder derxistin serwîsa lênihêrîna awarte

Sirri Sureyya Onder ku duh bi şev krîza dil derbas kir, 8 seatan di emeliyatê de ma. Piştî ameliyatê wî derxistin serwîsa linihêrîna awarte. Rewşa Onder a xeternak berdewam dike.

Endamê Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder duh bi şev krîza dil derbas kir. Saet li 23.00an li Nexweşxaneya Florence Nightingale ya li Stenbolê wî hildan emeliyatê. Hat zanîn ku damarê aortê yê Onder qetiyaye û lewma hat emeliyatkirin. Hat diyarkirin ku nêzî 8 seaatan di emeliyatê de maye. Piştî emeliyatê wî derxistin serwîsa linihêrîna awarte. Hat zanîn ku rewşa wî ya xeternek berdewam dike.

Serdanên ji bo Onder didomin

Hevserokên DEM Partî yên Giştî Tulay Hatîmoglari, Tuncer Bakirhan, Berdevka partiyê Aysegul Dogan û parlamenterên DEM Partî li ber nexweşxaneyê rewşa Onder dişopînin û mêvanên xwe pêşwazî dikin. Her wiha gelek nûner û rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl jî li nexweşxaneyê ne. Heta niha gelek kesan serdana nexweşxaneyê kirin û ji Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê rewşa Onder dipirsin.

Tê payîn DEM Partî û bijîşk di kêliyên pêş de der barê rewşa Onder de daxuyaniyê bidin.

ÇAVKANÎ: AJANSA WELAT