12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî Alfa, Gamma û Delta niha jî Omicron belav dibe

Di demekê de ku zanyarên cihanê bi mutasyona nû ya Covîd-19 ya bi navê Omicron (Omîkron) mijûl in ji aliyekî din ve hin kes li pey sedemê nav ketine û dibêjin çima navê Omicron lê hatiye kirin.

Li gorî rêxistina Tenduristiyê ya Navneteweyî ev mutasyona nû ya Covîd-19 cara pêşî li başûrê Afrîkayê hatiye dîtin û bi rengekî berbiçav belav dibe. Li gorî zanyaran ev mutasyon gelekî zû belav dibe û metirsî heye ku li Ewropayê jî belav bibe.

Li ser mijara navê Omicron jî ji destpêka Covîd-19 de rêxistina Tenduristiyê ya Navneteweyî herdem navên tîpên alfabeya yewnanî li wan mutasyonan kirine wekî (Delta, Alfa, Gamma). Navê vê mutasyona nû jî bi heman rengî ye û ew tîpeke alfebeya yewnanî ye. Omicron bi yewnanî tê wateya tîpa (o) ku tîpa 15’an bir alfabeya yewnanî ye.