Lamîa Asu ya Efrînî ku di sala 1992yan de li Sêrtê hate girtin, piştî 32 salan hate berdan. Lamîa Asu ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê dihat ragirtin, piştî tehliyebûnê birin Navenda Paşveşandinê (GGM) ya Harmandali ya Îdareya Koçê ya Îzmîrê. Tehliyeya Lamîa Asuyê carekê bi hinceta “muxalefeta li dijî memûran” 7 meh û 15 rojan û du caran jî bi heman hincetê ji bo 6 mehan hatibû taloqkirin.
Lamîa Asu ku di 6’ê Cotmehê de hate berdan, birin GGM’a Harmandaliyê.
Tê payin ku Lamîa Asu teslîmî Sûriyeyê were kirin.