8 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî 32 salan hat berdan

Fahriye Ceylan a ku li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê dihat ragirtin û berdana wê 6 caran hatibû taloqkirin, piştî 32 salan hate berdan.

Fahriye Ceylan a ku li Girtîgeha Tîpa L a Alanya ya Antalyayê dihat ragirtin, piştî 32 salan hate berdan. Fahriye Ceylan, di sala 1992yan de li Amedê hat binçavkirin û girtin û Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê dabûyê. Ji bo temamkirina înfazkirina cezayê kêm mabû ku bi hincetên cuda tehliyeya Fahriye Ceylan hate astengkirin. Fahriye Ceylan ku di 18 saliya xwe de ketibû girtîgehê, di dema girtinê de li girtîgehên Amed, Êlih û Edeneyê hate ragirtin. Herî dawî jî sewqî Girtîgeha tîpa L a Alanyayê hate kirin û di Çileya sala 2022yan de înfaza xwe temam kir. Lê belê tehliyeya wê bi hincetên weke “îfadeyên jidil nade”, “poşman nîne” û “li gorî qaîdeyan sporê nake” 6 caran hate taloqkirin.

Fahriye Ceylan, li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê hate berdan. Fahriye Ceylan, li pêşiya girtîgehê ji hêla xizmên xwe û rêveberên DEM Partî û TUAYDERê ve hate pêşwazîkirin.

Fahriye Ceylan, ber bi bajarê xwe Amedê ve bi rê ket.