13 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî 31 salan tehliye bû

Dîlê azadiyê Abdullah Aksû piştî 31 salan tehliye bû.

Abdullah Aksû ku di Girtîgeha Hejmar 3 ya Tîpa T a  Îzmîrê de dihat ragirtin, piştî 31 salan hat berdan. Aksû, ji aliyê malbata xwe û rêvebirên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER) hate pêşwazîkirin. Aksû, diyar kir ku ji ber berdana xwe keyfxweş e lê ji ber tehliyenebûna girtiyên nexweş xemgîn e. Aksû got: “Hêvîdarim ku hemû girtî bên tehliyekiirn. Rêbertiyê (Abdullah Ocalan) rêya aştiyê vekir. Ez bi hêvî me ku di demeke nêz de aştî pêk were û hevalên me bê berdan êm di welateke azad de hev bibînin.” Aksû, tevî malbata xwe ber bi mala xwe ya li Sêrtê ve bi rê ket.

Abdullah Aksû kî ye?

Aksû, di sala 1994an de li Sêrtê hate girtin û bi îdiaya “Xirakirina yekitî û yekparetiya dewletê” Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Amedê cezaya muebbedê dayê. Aksû, li girtîgehên Sêrt, Dîlok, Amed û Şakranê ma.