Yasîn Dere yê ku di sala 1994an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê hat girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ve bi hinceta “yekitî û yekparebûna dewletê xera kiriye” cezayê muebetê lê hat birîn dema 15 salî bû ket girtîgehê 46 saliya xwe de ji girtîgehê derket. Dere duh li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê piştî dîlgirtina 31 salan hate berdan, li Geverê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Dere ji aliyê rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), aktîvîstên Tevgera Jin Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, hevşaredar, endamên meclîsê, malbat û her wiha bi sedan kesî ve bi gerandina govendê hat pêşwazîkirin.
Li deşta Geverê Dayikên Aştiyê bi kulîlkan Dere pêşwazî kirin. Di pêşwazîkirina bi coş de bênavber dirûşmên; ‘Bijî berxwedana zindanan’ hat berzkirin. Piştî pêşwazîkirinê girse bi konvoya wesayîtan çûn malê û li pêşiya avahiya malê girseya heyî jî Dere û konvoy pêşwazî kirin.
Hevserokê DEM Partiyê yê navçeya Geverê Ercan Sevmez li vir axivî û xwest ku serbestberdana Dere bibe sedema serbestberdana hemû girtiyên din ên siyasî û got, “Em hêvîdar in ku ev serbestberdan wê rê li ber aştiya civakî û azadiyeke mezin veke.”
Dere jî axaftinek kir û wiha got: “Piştî demeke dirêj, wek 31 sal berê ez bi kelecan im ku hatim axa lê ji dayik bûm û mezin bûm. Ev ne bi dûrmayînê re eleqedar e, li gel her tiştî jî jîyanek hebû. Jiyana li cihekî mîna girtîgehê zehmet e, lê belê eger bawerî, sebir û nirxên we hebin, wê girtîgeh bibin cihên jiyanê.”
Piştî axaftinan bi çepikan û tîlîliyan peşwazîkirin bi dawî bû.