Ferîdûn Kurt ê ku piştî 30 salan di 1ê cotmehê de ji Girtîgeha Tîpa F a Boluyê hate tehliyekirin piştî li Edeneyê serdana malbata xwe kir vegeriya bajarê xwe Rihayê. Ferîdûn Kurt ê ku rexmê nexweşiyên xwe yên giran nehate tedawîkirin û ji ber îşkenceyê seqet bûbû, li taxa Marût a navçeya Pirsûs a Rihayê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Ferîdûn Kurt, ji aliyê malbat, xizm, nûnerên saziyên siyasî û demokratîk ve hate pêşwazîkirin. Piştre girse bi tililî, çepik û bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” heta malê meşiya.
Ferîdûn Kurt, di pêşwazîkirinê de wiha got: “Tenê derketina ji girtîgeha ji bo me têr nake. Dil û hişê me li wir ma. Hêj zindan tijî ne. Heta zindan neyên valakirin em azad nabin. Heta Rêberê me azad nebe em azad nabin. Ji bo pêvajoya nû divê em têbikoşin û bixebitin. Hêj bi hezaran havalên me li zindanan girtî ne. Bi kêfî 32, 33 salan li zindanan tên ragirtin. Dilê me bi hevalên me yên li zindanan û Rêbertiyê re ye. Heta ew azad dibin em ê têbikoşin.”
Ferîdûn Kurt kî ye?
Ferîdûn Kurt ê ku di sala 1995an de li Edeneyê hate binçavkirin û piştî îşkenceya giran hate girtin, li girtîgehên Edene, Ceyhan, Konya, Mersîn û li Enqereyê hate ragirtin. Ji ber îşkenceyê seqet bû û gelek nexeşî lê peyda bûn. Ferîdûn Kurt, di 1ê cotmehê de ji Girtîgeha Boluyê tehliye bû.