Girtiyê nexweş ê bi navê Selman Esmer (54) ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Bakirkoyê dihat ragirtin, serbest hat berdan. Tevî ku diviyabû Esmer di 22yê Sibatê de bihata berdan jî, ji ber ku biryara ‘poşmaniyê’ qebûl nekir û nerazîbûna li dijî lêgerîna tazî ya bi zorê ya di dema veguhastina ji Girtîgeha Tîpa T a Afyonê di 15ê Sibata 2020an de wek hinceta serbest neberdanê hatibû nişandan.
Ji aliyê Rêveberiya Girtîgehê û Desteya Çavdêriyê ve ji bo 3 mehan hate taloqkirin. Esmer hat navçeya Misircê Sêrt. Piştî ku derbasî Misircê bû, beriya biçe malê ji aliyê girseyeke qelebalix ve hat pêşwazîkirin.
Selman Esmer di Tebaxa 1994an de ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Aydinê ve bi hinceta ku hewl dide beşek ji axa di bin serweriya dewletê de ye ji rêveberiya dewletê veqetîne, cezayê muebbetê lê hat birîn. Esmer li girtîgehên Îzmîr, Yozgat, Mereş, Sêrt, Bandirma û herî dawî jî li girtîgeha Afyonê ma. Esmer bi nexweşiyên prostat û ulsera mîdeyê ye.