9 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

‘Piştgiriya Rojava piştgiriya mirovahiyê ye’

Bi pêşentgiya Platforma Saziyên Demokratîk ên Êlihê têkildarî êrîşên li ser taxên Helebê yên Şêx Mexsûd û Eşrefiyê yên Bakur û Rijhilatê Suriyeyê û xwepêşandanên li rojhilatê Kurdistanê daxuyanî dan û got: “Aşkere ye ku têkiliya Tirkiyeyê bi HTŞ û serokê wê re heye û di van êrişan de rolek lîstiye.”

Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk ên Êlihê têkildarî êrîşên li ser taxên Helebê Şêx Mexsûd û Eşrefiyê yên Bakur û Rijhilatê Sûriyeyê û Rojhilatê Kurdistanê li Parka Yilmaz Guney ya li ser Cadeya Amedê ya Êlihê daxuyanî da çapemeniyê û piştî daxuyaniyê girseya kombûyî ji parkê heta dortyolê meş li dar xist. Di daxuyaniyê de Rêxistina DEM Partiyê ya bajêr, Aktîvîstên TJAyê, Dayîkên Aştiyê, TUAY-DER, MEBYA-DER, ARÎ-DER û gelek endamên saziyên civaka sivîl beşdarî daxuyanî û meşê bûn. Girse pankarta “Xwedîderketina Rojava xwedîderketina mirovahiyê ye” vekirin. Herwiha girseyê dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Rojhilat”, “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin. Metna çapemeniyê ji aliyê endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê Emîr Taynan ve hat xwendin.

Emîr Taynan diyar kir ku Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê her roja ku diçe êrişên xwe li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê bi sûcekî aşkere yê li dijî mirovahiyê dike û got: “Ev êriş bi çekên giran ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve têne kirin. Rasterast sivîlan hedef digirin. Di encama vî şerî de qurbaniyên sivîl jî di nav de zarok, jin û gelên sivîl jî hene. Armanc binpêkirina mafê jiyanê yê sivîlan û veguherandina demograyayê ya bi zanebûn a taxên Kurdan e. Eşkere ye ku têkiliya Tirkiyeyê bi HTŞ û serokê wê re di êrîşên îro de roleke sereke heye. Em hemû baş dizanin ku ev têkilî û diyalog ji bo Sûriyeyê û gelê Sûriyeyê pêşerojek zelal nekiriye. Astengkirina hemû diyalog û destkeftiyên Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê ku baweriya gel bi dest xistine wekî xetere ji xwe re dibînin. Ji israrkirina şer wêdetir tiştek nîn e. Pirsgirêk ev e ku rêbazên kevn êdî bikar neynin û nûbûn û guhertinê bi xwe re bînin. Navê nû azadî, wekhevî û demokrasî ye.”

Emîr Taynan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Gelê kurd li hember van êrişan ne bi tenê bêparastin e, belav bûyî ye. Bi îrade û rûmeta dîrokî ya ku bi berxwedana Kobanê ji xwe dabûn nîşandan. Em bi biryar in ku destkeftiyên Rojava û mafên gelê Sûriyeyê biparêzin. Em li kêleka Rêveberiya Xweser û îradeya gel a ji bo jiyana bi hev re ne. Gelê kurd dê êrişên wiha qebûl neke. Aşkere ye ku têkiliya Tirkiyeyê bi HTŞ û serokê wê re heye û di van êrişan de rolek lîstiye. Em hemû baş dizanin ku ev têkilî û diyalog ji bo Sûriyeyê û gelê Sûriyeyê pêşerojek peyda nekiriye.”

Çalakî li pêşiya avahiya DEM Partiyê bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.