Li girtîgehan ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin, girtiyan di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kir.
Çalakiya greva birçîbûnê her diçe mezin dibe û komên nû grevê dewr digirin. Parêzvanên mafan, destnîşan kirin ku çalakiyên greva birçîbûnê ji ber polîtîkayên hikûmetê çêbûne û ji bo daxwazên girtiyan jî bi lêv kirin ku daxwazên wan hiqûqî ne û civak divê bibe dengê wan.
Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Ji Bo Malbatên Girtiyan a Marmarayê (MATÛHAY-DER) Esîn Çelîk got ku divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Serokê Giştî yê Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) Dîdar Erdem jî destnîşan kir ku grevên birçîbûnê divê di çarçoveya azadiya fikir û ramanê de esas bên girtin û wiha got: “Ev daxwazên ku bi temamî daxwazên hiqûqî ne divê pêk bên.” Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Mehmet Acettîn jî ev tişt anî ziman: “Heger hêzên demokrasiyê, aktivîstên mafên mirovan, partiyên siyasî, ciwan, jin û hemû kesên xwedî wijdan bên cem hev du û bi hev re tev bigerin dê encam bê girtin.”
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay bal kişand ser greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê hatiye destpêkirin û wiha got: “Daxwaza çareseriyê ya girtiyên ketine greva birçîbûnê, daxwaza me ye.” STENBOL