14 Aralık, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştevaniya Ozgur Gundemê kirin sedema ceza

Dadgehê li akademîsyen Beyza Ustun a tev li kampanyaya “Gerînendeya Weşanê ya Giştî ya Nobedar” a rojnameya Ozgur Gundemê bûbû, cezayê girtîgehê birî.

Dadgeh ceza li kesên ku tev li kampanyaya “Gerînendeya Weşanê ya Giştî ya Nobedar” ya li dijî zextên li ser rojnameya Ozgur Gundemê bûbûn, dibirin. Danişîna doza derbarê akademîsyen Beyza Ustun a di çarçoveya kampanyayê de rojekê gerînendeya weşanê ya giştî kiribû de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiribû” hatiye vekirin li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hate lidarxistin. Di danişîna ku Ustun amade nebû de parêzer Oya Merîç Eyuboglû amade bû.

Dozger xwest Ustun sûsdariya “propagandaya rêxistinê” bê cezakirin. Parêzera Ustunê Eyuboglû jî parastina xwe ya beriya niha dubare kir û beraeta muwekîla xwe xwest.  Şandeya dadgehê îdia kir ku Ustun sûcê “propagandaya rêxistinê kiriye” û salek û 3 meh cezayê hefsê lê birî. Dadgehê ceza taloq kir.