Li hemberî azîneyên dagirkeran çand û ziman mertalên civakê yên xwe parastinê ne. Ji ber vê desthilatdarên dagirker ji bo hêza civakê ya berxwedan û xweparastinê bişkînin, di destpêkê de êrîşê ser çand û zimanê civakê dikin.
Di vê babeta xwe de em ê li ser pişaftinê rawestin. Nexwe em bi çend pirsên sereke dest pê bikin. Pişaftin çi ye, wek têgeh wateya wê çi ye, di aliyê felsefîk û ramanî de, di aliyê civaknasî û derûnî de bandora wê çi ye? Gelê kurd ji kengî ve dûçarî azîneyên pişaftinê hatine? Di vê çarçoveyê de pirs dikarin bên zêdekirin.
Wateya pişaftinê ya ferhengî wiha ye: helandin, ferikandin û xunaftine. Di her sê rewşan de jî tişta ku tê pişaftin wek xwe namîne û vediguhere rewşeke cuda. Di esasê xwe de ji cewher û rastiya xwe qutbûnê îfade dike.
Ji aliyê derûnasiyê ve jî pişaftin tê wateya berovajîkirina hişmendiyê. Ango taybetmendiyên nasnameya civakî û ferdî tên berevajîkirin. Li vir dema em qala hişmendiyê dikin bêguman her tişta ku di nava civak û ferdên nava vê civakê de jiyan dike digire nava xwe.
Lewre dema em dibêjin civak; çand, ziman, huner, bedewkarî, sinc, bawerî, azîne û hemû saziyên bi rasteqîniya civakê ve girêdayî tên bîra me. Ev hemû jî nasnameya civakê ya xwebûnî û xweseriya civakê îfade dikin. Civakekî yan jî ferdekî dema ku tê pişaftin, rastiya wan tê berovajîkirin û ji ber vê yekê; ji civak û ferdên tên pişaftin tevgereke asayî nikare bê hêvîkirin, lewre ew êdî ji rastiya xwe ya civakî û dîrokî dûr ketiye, vîna xwe ya azad winda kirine û bûne perçik û dûvikên pişaftinkaran. Çalakiya pişaftinê ji hêla pergalên civakên şaristaniyê ve wek azîne (polîtîka) li ser civakên di statuya kole de hatine hiştin tê meşandin. Bi taybetî di serdema sermayedariya yekdestdarî (pawan) de, bi pêşxistina netew-dewletan re, ev azîne di asta hovîtiyê de li ser civakan hatine pêşxistin. Jixwe dewlet bi xwe jî, ji civandina pawanan pêk tê û di çarçoveya berjewendiyên elîta serdest de teşe digire. Ji bo berjewendiyên civaka dewletî û elîta serdest, desthilatdarî wek azîne pişaftinê di asta faşîzmê de li hemberî çand û zimanên civakên derveyî dewletê mayî di radeya jor de dixe meriyetê. Wek feraset jî berdewamiya xwe di helandin û tunekirina çand û zimanên civakên cihêreng de dibîne. Di nava van sînorên çêkirî de çand û zimanên cuda her tim wek xetere tê dîtin.
Li ser pişaftinê Serokatî di parêznameya xwe ya 5emîn de, di beşa asîmîlasyonê de wiha dibêje; “Pişaftin ew çalakî û têkiliya yekalî ye ku di civakên şaristaniyê de yekdestdariyên sermaye û desthilatdariyê li ser komên civakî yên kirine statuya kole pêk tênin… Armanca pişaftinê ew e; ji bo mekanîzmaya mêtinkarî û desthilatdariyê bi mesrefa herî kêm kole peyda kirin e. Koma tê pişaftin nasnameya wê bi xwe û hêza wê ya berxwedanê tê şikandin. Di nava elîta serdest de ji bo bibin koleyên kêrhatî tên amadekirin. Li vir fonksiyona bingehîn a koleyê tê pişaftin ev e; ji sedî sed divê bişibe efendiyê xwe, ji bo bibe perçik û dûvikê wî her tiştî dike. Ji bo xwe bide qebûlkirin û bi vî awayî herî baş adapteyî efendiyê xwe bibe, ev yek wekî alternatîfa yekane jê re hatiye pêşkêşkirin. Civaka hatiye pişaftin, ji formên wisa mirovan pêk tê ku herî sernerm in, herî zêde bazdidin soxreyan, bê wijdan, bê sinc û bê hişmendî ne, di xulamtiyê de dikevin pêşbaziyê. Tu biryar û çalakiya wî/wê ya bi awayekî azad bijî tune ye. Kirine ku bi tevahiya nirxên nasnameya xwe ya civakî re xiyanetê bikin. Kirine ku bibe mîna heywanekî di şeklê mirovan de, bi tenê li pey ziktêrkirina xwe biçe. Elîta serdest, ji bo ku vê bênasnamebûnê li ser civaka pişaftî ferz bike du çekên bingehîn bi kar tîne: Ya pêşî zora fîzîkî ya berbiçav e. Di serhildan û serîrakirineke wî ya herî biçûk de jî şûrê serbirînê li ba dike. Ya diduyan; bi birçîbûnê û bêkariyê re rûbirû dike. Dixwazin vê zagona ji hesin bi cih bînin: Eger tu di nasnameya xwe ya çandî de israr bikî û nebî xulamek li gor efendiyê xwe yan yê serê te biçe, yan jî tu yê birçî bimînî!..”
Hîn di serdema Şaristaniya Sumeran de dema dixwazin li ser qabîleyên derdorê serweriya xwe ava bikin vê rêbaza pişaftinê bikartînin. Di tabletên sumeriyan de Destana Gilgamêş vê rastiyê radixe ber çavan. Gilgamêş bê dê û bav li bajarê Urûqê mezin dibe û piştre jî dibe kralê bajêr. Ev bûyer di navbera BZ. 2000 û 3000î de tê jiyîn. Serdem serdema bajar dewleten e.
Gilgamêş ji bo desthilatdariya xwe xurt bike, Enkîdû bi rêya rehbikekî ji qabîleya Humbava qut dike û dibe bajarê Urûqê. Gilgamêş ji bo ku êrîşê bibe ser qebîleya Humbava, Enkîdû qaneh dike. Ev êrîş ji bo talankirina welatê kurdan e. Enkîdû di destpêkê de dibêje “em Humbava nekujin” lê piştî ku êrîşê dibin ser qabîleya Humbava û wî dîl digirin, vê carê jî ji bo Gilgamêş Humbava bikuje, ji Gilgamêş lave dike. Berî êrîşê Gilgamêş gotibû “ez ê Humbava bikujim” û Enkîdû di xwest wî qaneh bike ku Humbava nekuje. Lê Enkîdûyê hatî pişaftin di şerê li hemberî qabîleya xwe û serokê qabîleya xwe de ji efendiyê xwe jî dibore û ew bi xwe serokê qebîleya xwe dikuje. Dibe ku sedema vê kuştinê îxaneta Enkîdû tate bîrê ji ber vê be.
Di vê destana dîrokî de azineyên şaristaniya dewletî ya Sumeran a li hemberî qabîleyên hûriyan ango kurdan bi awayekî nivîskî tê vegotin. Mînakek din a balkêş mirov di civaka Asya Navîn de dibîne. Dibêjin; Moxol ji bo desthilatdariya xwe li ser qabîleyên herêmê ava bike, endamên wan ên dîl digirtin serê wan bi cuzanê rût dikirin û çermê hêştirê yê şil li derdora serê wan dipêçin û didirûtin û li ber tavê wan girê didin. Her ku tav li serê wan dixe ew çermê ku şil zuha dibe û mîna îşkekê serê qurbanî di nava xwe de diguvîşîne û muyê serê wan jî di nava çermê serê wan de diçe. Ew îşkence û êşa bê dawî bi rojan didome û bedena hineke ji wan ji ber êşa giran nikare rake û dimirin, ên din jî hafizeya xwe ya civakî û ferdî winda dikin. Êdî efendiyên wan bi perwerdehiyek taybet li gorî vina xwe wan perwerde dikin û çi bêxe serê wan li gorî wê êdî tevdigerin. Ji wan kesan mekîneya kuştinê tê afirandin û ji wan re bibêjin herin dê û bavê xwe jî bikujin, bê ku dudilî jiyan bikin yê dê û bavê xwe jî bikujin.
Ji van kesan re mankûrt tê gotin. Ji van her du bûyerên ku di nava dîrokê de qewimîne, em jê derdixin ku kesên heysiyet, rûmet, sinc, vîn, hişmendî û xwemalîbûna xwe ango nasnameya xwe ya civakî winda bike, ew her tiştên xwe winda dikin. Di kirinên xirab, hov û bêwijdanî de tu sînoran nas nakin, bi van xisletên xwe yên ne baş û hovane dikevin nava rûpelên dîrokê yên reş.
Di dîrokê de Enkîdû û mankûrt dibin navên cuda de derdikevin pêşiya me: ew carna dibe Harpagos û Kurdistanê radestî Persan dike, carna dibe Îsmet Înonu û Kurdistanê radestî tirkan dike û di roja me de jî bi navên cuda bi hezaran Enkûdû û mankûrt ji hêla pişaftinkaran ve hatine pişaftin û li hemberî gelê wan, wan didin şer kirin. Herçiqas nav bên guhertin jî lê bi heman rol û ristê radibin.
Li hemberî azîneyên dagirkeran çand û ziman mertalên civakê yên xwe parastinê ne. Ji ber vê desthilatdarên dagirker ji bo hêza civakê ya berxwedan û xweparastinê bişkînin, di destpêkê de êrîşê ser çand û zimanê civakê dikin. Mînaka vê ya herî berbiçav ev sed sal e, azîneyên dewleta Tirkiyê, Êraq, Êran û Sûrî ango dewletên heremê ya li hemberî gelê Kurd û Kurdistanê ye. Di nava van edsalan de
Gelê kurd hem bi qirkirina fîzîkî re rûbirû ma, hem jî çand û zimanê wê hat qedexekirin û pişaftina li hemberî gelê kurd di asta faşîzmê de hat meşandin. Kesê bi kurdî axivîn rastî êrîş, îşkence, girtin, mişextkirin û kuştinê hatin. Dîsa xeberdana bi kurdî, bi cezayê bacê dihate astengkirin. Îro jî di meclisa Tirkiyeyê û bernameyên TVyan de mîkrofon tên birîn. Baca ziman û qutkirina mîkrofonê wek gelek dahênanên elîta serdest di nava demê de li azîneyên xwe yen pişaftinê zêde kiribûn.
Îro li hemberî vê wehşet û hovîtiyê mertalê xwe parastinê ji aliye Tevgera Azadiya Kurdistanê ve hê bêhtir hatiye xurtkirin û gelê kurd ji pençeyên qirkirinê hatiye rizgarkirin, lê xetereya pişaftinê li pêşiya gelê kurd hê berdewam dike.