12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pirtûkên jinên girtî îmze kirin

Aktîvîstên TJA’yê û nivîskarên derve yên jin, pirtûkên jinên girtî îmez kirin. Nivîskar Rojbin Perîşan ku 30 salan girtî ma, anî ziman ku nivîsandina li girtîgehê, pira nivîskar a têkiliya bi derve re ye.”

Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de, aktîvîstên TJA’yê û nivîskarên jin, bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî, pirtûkên jinên girtî îmze kirin. Aktîvîsên TJA’yê li Navenda Çandê ya Bahar pirtûkên nivîskarên jin îmze kirin. Di bernameyê de Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşil Işik, endamên Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA û nûnerên DEM Partî, DBP û rexistinên civakî amade bûn. Di bernameyê de siyasetmedar û aktîvistên TJA’yê Gultan Kişanak, Ayla Akat Ata, nivîskar Ayşe Berktay, Rojbin Perişan û Leyla Saraç axaftin kirin.

Ewil Aktivîsta TJA’yê Ayla Akat Ata, anî ziman ku li zindanan hilberînek pir zêde heye û wiha got: “Dibe ku di aliyê mekan de sînor hebin. Lê zanîn û agahî sînoran derbas dikin. Hilberîna li zindanan politikaya desthilatê ya girtinê pûç kir. Min 2 helbest li ser temenê 74 saliya Rêberê Gelê  Kurd nivîsand. Ji zindanan pirtûk derdikevin, lê hindik dikevin hundir.”

Nivîskar Ayşe Berktay jî anî ziman ku gelê bajêr li dijî qeyûm berxwedanek xurt nîşan da û got: “Yen ku zindanan dikin qada hilberînê, berhemên xwe digînin civakê. Divê ev pirtûk bêne firotin û xwendin. Divê mirov li vê berxwedanê xwedî derkeve.”

Hevşaredara Berê ya Amedê Gultan Kişanak jî anî ziman ku li zindanan berxwedan didome û wiha got: “Têkoşînek dirêj e û didome. Hevalên me 30 salan girtin, lê fikr  û vîna wan neşikandin.”

Nivîskar Rojbin Perişan jî  anî ziman ku nivîsandina pirtûkan pira nivîskar a bi derve re ye û wiha axivî: “Pirsên tu 30 salan çawa ma? Dipirsin. Bi cihana jinê re tê jiyîn. Li gel jinan parvekirina jiyanekê xweşikkirina herî baş a jiyanê ye. Nivîsandina li hundir, pira bi derve re ye.”

Piştî axaftinan pirtûkên nivîskar Havva Ak, Zerrin Yilmaz, Medya Yaklav, Laleş Çeliker, Neslihan Çetin, Mulkiye Dogan, Leyla Atabay, Nibel Genç, Gulazer Akin îmze kirin.