Di çalakiyê de standa ji pirtûkên li ser felsefeya Modernîteya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat danîn û sernavên ‘Neteweya Demokratîk’, ‘Rêya Sêyemîn’ û ‘Modernîteya Demokratîk’ hatin nîqaşkirin. Gelek ciwanên enternasyonalîst beşdarî çalakiye bûn. Nivîskar Îlham Bakir beşdarî çalakiyê bû, anî ziman ku di nava şert û mercên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de xwendina Rêber Apo girîng e û got, “Dema ku mirov bala xwe didin ser şer, komkujî û kuştinên li Rojhilata Navîn, ji bo rizgariya ji dojeha Rojhilata Navîn paradîgma, nêzîkatî û pêşniyarên Rêber Apo yên ji bo avakirina jiyaneke pirrengî ya demokratîk gelekî girîng tê dîtin.”
Îlham Bakir diyar kir ku kurd di ronîkirina Rojhilata Navîn, ronesansa Rojhilata Navîn de nûnertiyê dikin û destnîşan kir ku pêşeng û hêza fikrî ya vê ronesansê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Îlham Bakir anî ziman ku girîng e Rêber Apo bê xwendin, pêşniyarên wî rast bêne fêhmkirin, bi cih bîne anîn û got: “Ji bo gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn fêhmkirina Rêber Apo gelekî girîng e. Lewma divê ev karê xwendinê bê xurtkirin, fikrên Rêber Apo bêne nîqaşkirin, pêşvebirin, fîlozofên ku wî sûd jê wergirtine bêne xwendin û nîqaşkirin, ev paradîgma rast bê fêhmkirin û bicihanîn.”