26 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Pirsgirêka vîna azad

Sîesta Mîlano

Li gorî encamên ceribandinên Benjamîn Libet ên têkildarî pirsgirêka vîna azad, mêjiyê me berî ku em xwedî haydariya hişmend bin, bi gotineke din, tiştên ku em ê bikin, berî rewşa me ya hişmend diyar dike. Wê demê ramana vîna azad a ku tê gotin; hiş biryarên me dide yan jî tevgerên me diyar dike, şaş e.

Pirsgirêka vîna azad a mirovan, ku mijareke nîqaşbar e, em dikarin wisa binirxînin:

  1. Dema em sînorên laşî û davdorî yên mirovan (sînorên komî) bifikirin, vîna azad di wateya teqez da tune ye.
  2. Ji vîna azad zêdetir, haydariya li ser azadiyê û xwasteka azadbûnê heye.
  3. Haydariya mirovan a li ser azadiyê û xwasteka wan a azadbûnê tenê nîşan dide ku ew hişmend in.
  4. Haydarî û şiyanên lêpirsînê yên ji hiş tên, avantajeke hêza operasyonel li ser sînorên komî yên ku mirovan zindanî û kole dike, peyda dike.
  5. Hem nebûna vîna teqez a mirovan û hem jî, xwedîbûna hêza operasyonel li ser sînorên komî yên ku azadiya wan sînordar dikin, bi demê re ji bo wan qadeke azadiyê her çiqasî kêm be jî, diafirîne. Û ev qad jî, bi demê re firehtir dibe.
  6. Dema em hêza veguherîner a hesabkirî ya mirovan li ser sînorên komî yên ku wî/wê diyar dikin bifikirin, mirov berî her tiştî hişmend e û taybetmendiya bingehîn a hişê wî/wê jî xwedî înîsiyatîf e.
  7. Li gorî vê, ji ber ku “hiş avaniyeke bi înîsiyatîf e”, bi demê re her ku diçe rêje û asta xwe ya hişmendiyê zêde dike û ji sînorên laşî û derdorî yên ku tê da zindanî û kole ye her ku diçe dibûhure, û bi amraza hiş, firsendan bi dest dixe û veguherînê li gorî berjewendiyên xwe peyda dike û tixûbên vîna azad bi demê re firehtir dike.
  8. Çalakiya operasyonel a yekem a mirov li ser sînorên xwe yên derdorî, wekî cure, ji xwezaya yekemîn qutbûn û avakirina qada çandê ya wekî xwezaya duyemîn e.
  9. Li gorî vê, qada çandî qadeke luks e ku ji hêla cureyê mirov ve hatiye avakirin, ku şertên dijwar ên ji derfetên xwezaya xwerû derdixe holê û hewcedariyên wekî zayîn, parastin û stargehê garantî dike.
  10. Ji ber vê yekê, bûyera çandê ango hebûna çandê tenê di cureyê mirov da heye, ev jî hêza operasyonel a cureyê mirov li ser xwezayê piştrast dike. Û mirov bi vê operasyoneliya ku mêjî di wî de peyda dike, dibe xwedî înîsiyatîf.

Di çarçoveya xala dehemîn de, têkiliya di navbera hiş û çandê de, em dikarin wisa pêşane bikin:

Pêşane 1: Çand afirîneke, bûyera hişmendiyê ye.

Pêşane 2: Çand di jiyanê da bûyereke heyî ye.

Pêşane 3: Çand bi mirov re têkildar e û ji aliyê mirovan ve hatiye afirandin.

Encam: Li gorî vê, mirov hebûneke hişmend e.

Li gorî vê, rewşa vîna azad a mirov ne ji zayînê ve diyarkirî ye, lê prosesek e. Di vê prosesê de asta azadbûnê jî zêde dibe, ev jî bi şiyana operasyonel a mêjî pêk tê. Ji ber ku di rêya xwedîbûna vîna azad de, amûrên herî girîng yên mirovan; haydariya azadiyê û şiyanên lêpirsînê ne. Ev şiyan jî ji hêla mêjiyê mirov va tên afirandin.

Herwiha, li gorî encamên ceribandinên Benjamîn Libet ên têkildarî pirsgirêka vîna azad, mêjiyê me berî ku em xwedî haydariya hişmend bin, bi gotineke din, tiştên ku em ê bikin, berî rewşa me ya hişmend diyar dike. Wê demê ramana vîna azad a ku tê gotin; hiş biryarên me dide yan jî tevgerên me diyar dike, şaş e. Li gorî vê, heke berovajî encamên zanistî yên ceribandinên Libet em angaşt bikin û bêjin; haydariya me ya hişmend pêşî tê û paşê jî çalakî pêk tê, wê demê bi neçarî em felsefeya dualîst a Dascartes dipejirînin. Ji ber ku li gorî Dascartes, tişta esas raman e û raman jî, ji madeyê serbixwe ye û di mijara livandina madeyê da jî pêşîkî ye. Û raman jî, ji cewhera me ya hişî derdikeve û ji ber vê yekê, ji cîhana fizîkî serbixwe ye û hebûneke azad e. Ji ber vê yekê, heke em berovajî ceribandinên Libet, hiş wekî xaleke dastpêkê ya serbixwe ji madeyê bigrin dest û wekî livînerê hebûna me ya madî binirxînin, em bêyî ku hay jê hebin dikevin nava dualîzmê ango dualîtiya Descartes. Ji ber vê yekê, divê em li ser ceribandinên Libet, li ser pirsgirêka vîna azad şîroveyeke hişwer bikin.

Li ser pirsgirêka vîna azad, şîroveya me wisa ye: Wekî ku me berê jî di nivîsa xwe ya “Organeke Operasyonel: Mêjî” de qal kiribû, ev bi rastî jî bi şiyana operasyonel a mêjî ve girêdayî ye. Li gorî vê, ramana ku hişê me ji aliyê biyolojiya me ve tê diyarkirin û ji ber vê yekê em ne ewqas hişmend û xwedî vîna azad in, dibe ku şaş be. Ji ber ku, mêjiyê me û bi giştî laşê me di encamê de xwemalî me ye û ev yek jî pratîkên me ango reftarên me diyar dike, ji ber vê jî, ji bo me tiştekî ku di wateya vîna azad de biguhere nîn e. Ji ber ku, di encamê de, avahiya biyolojîk a ku hişê me diafirîne, dîsa ya me bixwe ye.

Ji ber vê yekê, di wateya vacî de, mekanîzmayeke biryardar a ne-hişmend jî (weke laşê me û mêjiyê me), ji ber ku ya me bixwe ye û li gorî hewcedariyên me yên hebûnî û jiyanî tevdigere, nikare li dijî hebûn, jiyan û hewcedariyê me tevbigere û me kole bike. Wê demê, di rewşeke wisa de, ma em ê hê jî wekî kole bêne hesibandin û ma em ê hê jî li ser pirsgirêka vîna azad nîqaşê bikin gelo?