12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pirsgirêka kurdan a tirkî

Hesen Huseyîn Denîz

Zimanê tirkî pirsgirêka herî sereke û girîng a rojane ya di rojeva kurdan de ye. Kurd an wê bi zimanê dayika xwe bi kurdî an jî bi zimanê dijminê xwe tirkî bigiherin. Divê kurd hişê xwe bînin serê xwe û li rehên xwe vegerin.

Dewleta tirk ev sed sal in bi bernameyeke aşkera ya asîmîlasyonê bandora zimanê tirkî ya li ser kurdan derbasî astekê kir. Cihê ku dewlet û hêzên dewletê lê ne amade bin jî, kurd xwe bi xwe asîmîlasyonê û şertên wê pêk tînin.

Gelek cureyên vê yekê yên di jiyana rojane de derdikevin pêşberî me hene. Em dikarin hinek mînakan bidin, ji bo berbiçav bibe.

Yek: Dayik û bav her çiqasî di navbera xwe de bi kurdî biaxivin jî, bi zarokên xwe re bi tirkî diaxivin. Li gorî wan dayik û bavan, zimanê tirkî zimanê serdestan e, zarokên bi wî zimanî baş nizanibin, wê di nav sazûmana tirk de cihek û pereyekî baş bîne nebînin û bi vê sedemê dev ji zimanê dayika xwe berdidin û bi zarokên xwe re bi zimanê dijminê xwe diaxivin. Bi vî awayî dibin sedema asîmîlekirina xwe û zarokên xwe. Ji çand û nasnameya xwe dûr dikevin, ji rastiya welatê xwe dûr dihizirin, bindestî, polîtîka û pêkanînên bindestiyê yên dewleta tirk dispêre ser gelê kurd, bi dildarî dipejirînin û di nav destarê wê de tên hêrandin.

Du: Rewşenbîr, nivîskar, rojnameger, lêkolînêr, dîroknas û hwd. mejiyên kurdan bi gelemperî li şûna zimanê dayika xwe kurdî, zimanê dijminê xwe tirkî bi kar tînin. Ji bo vê xerabiya bi xwe û gelê xwe dikin, nebûna piyaseya kurdî dikin hincet. Lê qet nahizirin ku bi vê helwesta xwe ew bi xwe piyaseya kurdî teng dikin û ber bi tunebûnê ve dibin. Gelek ji wan roman, çîrok û helbestên xwe bi tirkî dinivîsin. Ev berhem dikevin xezîneya wêjeya tirkî. Her çiqasî bibêjin “em li ser kurdan dinivîsin” jî ew ne malê kurdî, lê malê tirkî ne. Rewşenbîrên kurdan bi vê hest û hizirê ji tirkan re wêje, huner, şano, sînema, muzîkê çêdikin. Hemû xewn û xeyalên kurdan bi tirkî dinivîsîn û bi vê yekê dibin navgîna asîmîlekirina bi hezaran xwendevanên xwe. Her kurd ku pirtûka nivîskarekî kurd bi tirkî bixwîne ew gavekê ber bi kevandeya asîmîlasyonê ve hat dehfandin.

Wekî din, îro derfeteke mezin a çapemeniya li ser înternetê heye. Bi dehan malper hatine vekirin û li ser medyaya dijîtal yên wek twîter, facebook, înstagram û hwd. rojane bi hezaran, bi milyonan parvekirin tên kirin, peyam tên nivîsîn û odeyên sohbetê tên birêvebirin.

Li malperên ku piraniya wan kurd in tu lê dinêrî parvekirin û peyamên wan ne bi zimanê dayikê ya kurdî ye, lê bi zimanê dijmin a tirkî ne. Ew kesên kurd hem xwe asîmîle dikin hem jî dibin sedama asîmîlekirina kesên wan dişopînin.

Komeke sohbetê digihêje hev, li ser pirsa kurdan gotûbêj dikin, piraniyê beşdaran bi kurdî dizanin, lê gengeşeya xwe bi tirkî dikin. Çima? Dibêjin hinek peyvên polîtîk di kurdî de tune ne. Ez nizanim bê kîjan peyva polîtîk a bi tirkî heye, lê bi kurdî tune ye. Li gor wan kesan ji peyva polîtîk bigire heta peyva sosyalîzm, komunîzm, emperyalîzm, sosyal, okûl, kolej, akademî, partî û gelek peyvên din li gorî wan bi tirkî ne û ji ber kurdiya wê tune, ew nikarin bi kurdî biaxivin û bi tirkî diaxivin.

Lê tirk bi xwe jî dizanin ku peyvek tenê jî ji wan ne tirkî ye. Lê kurdên me yên bi tirkî diaxivin ku piraniya wan rewşenbîr in û kurdiyeke xweş dikarin biaxivin, ji ber van peyvan û peyvên wek van dev ji zimanê dayika xwe berdidin û bi dûvê zimanê dijminê xwe digirin. Hem xwe hem jî beşdarên koma xwe bi dildarî asîmîle dikin. Zimanê dijminê xwe bi kurdan didin şêrînkirin û zimanê dayika xwe biçûk dixin, bêkêr nîşan didin.

Ez dikarim van mînakan pir zêdetir bidim, lê ji bo kesên têgihiştî mînakek têrê dike ku mebesta vê nivîsê bê fêmkirin. Îro êdî pirsgirêka kurdan a tirkî heye û kurd divê vê pirsgirêka xwe çareser bikin. Li cihekî ku hêz û zora dewletê tuneye jî ger kurd bi tirkî biaxivin, dijmin gihiştiye armanca xwe û mixabin bi riya rewşenbîrên rêber û mejiyê kurdan vê yekê didin kirin.

Divê kurd kumê xwe deynin ber xwe û bihizirin: An asîmîlebûn û asîmîlekirina dildarî yan jî vegera ser rehên xwe û zimanê dayikê. Du kesên bi kurdî dizanin, çima wê bi hev re bi tirkî biaxivin? Komeke kurd çima wê sohbeta xwe bi tirkî bikin? Rewşenbîrekî kurd çima wê malperên xwe yên medyaya dijîtal bi tirkî bixemilîne? Ciwanên kurd ên dilê wan Kurdistanê dixwazin çima peyamên xwe yên medyaya dijîtal bi tirkî dinivîsin? Nivîskarên kurd çima çîrok û romanên xwe bi tirkî dinivîsin? Stranbêjên kurd çima stranên xwe bi tirkî dibêjin? Siyasetmedarên kurd çima meş û mîtîngên xwe bi tirkî li dar dixin, dirûşmeyên xwe bi tirkî dinivîsin û diqîrin? Dayik û bav çima bi zarokên xwe re tirkî diaxivin? Televizyonên li mala kurdan çima li ser qenalên tirkî ne? Li ser dikanên xwe çima navên tirkî didin nivîsandin? Kirîn û firotina xwe, danûstandina xwe çima bi tirkî dikin?

Ger mirov binivîse hemû pelên rojnameyê têrî vegotina pirsgirêka kurdan a tirkî nake. Kurd divê kumê xwe deynin ber xwe û biponijin, bihizirin: An kurd bila asîmîle bibin, dev ji zimanê dayika xwe ya kurdî berdin û zimanê xwe bikin tirkî û di rojên pêş de bibin tirk û bi vî awayî xwe ji qeza û belaya kurdbûnê rizgar bikin an jî bi her awayî li ber xwe bidin û vegerin ser zimanê dayika xwe û li nasname û hebûna xwe xwedî derkevin. Divê her yek ji me destê xwe deyne ser wijdana xwe û bersiva vê yekê bide.