40 meh in ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên li cem wî Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin şert û mercên tecrîda girankirî de ne, agahî nayê girtin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li dijî tecrîda li ser muwekîlên xwe dem bi dem serî li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dide. Di serlêdanên binpêkirinan de ji CPT’yê tê xwestin ku biçe Îmraliyê û lêkolînan bike. Zêdeyî 3 salin hemû serlêdanên parêzer û malbatên girtiyên li Îmraliyê bê bersîv tên hiştin. Malbata Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din bi tu awayî nikarin biçin Îmraliyê û nikarin agahiyê ji girtiyan bistînin.
Di 17-18’ê Tirmehê de li Ofîsa Cenevre ya Neteweyên Yekbûyî li ser rewşa mafên mirovan rûniştina 80’emîn a Komîteya li dijî îşkenceyê pêk hat. Di van civînan de saziyên sivîl û parazvanên mafên mirovan der barê binpêkirina mafan re rapor pêşkêş kirin. Nûnerên Tirkiyeyê jî parastin kirin.
Rûniştinên 80’emîn ên Komîteya li Dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li Palaîs de Wîlson a Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî di 17’ê tîrmehê de pêk hat. Di çarçoveya rûniştinan de binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê diqewimin, hatin nîqaşkirin. Raportorên Komîteya li Dijî Êşkenceyê ya NY’ê, nûnerên saziyên sivîl ên raporên li ser Tirkiyeyê pêşkêş kirin û şandeya Tirk beşdarî rûniştinan bûn.
Raportorên Taybet ên Komîteya li Dijî Îşkenceyê ya NY’ê di axaftinên xwe de bal kişandin ser binpêkirina mafên mirovan bi taybetî li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê. Raportora Taybet Maeda Naoko axivî û di pêşkêşiya xwe de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand.
Li ser navê şandeya Tirk Alîkarê Midûrê Giştî yê Ceza û Girtîgehan a Wezareta Edaletê Fatîh Gungor têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan pirsên raportorên taybet bersivand. Gungor îdia kir ku pîvanên girtîgehên Tirkiyeyê li gorî peymanên navneteweyî ne û got: “Li girtîgehan rejîmek tecrîdê nîne. Îro Abdullah Ocalan tevî 3 girtiyên din ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê cezayên xwe dikşînin. Hin sûcên ku di girtîgehê de hatine kirin dibe ku bibe sedema qedexeya hevdîtinê. Cezayên dîsîplînê li ser milê Lijneya Disîplînê ya Girtîgehê ye.”
Têkildarî mijarê Parêzer û Sekreteryaya Komîsyona Jinan a Şaxa OHD’ê ya Stenbolê Parêzer Çagla Leyla Kaya nirxandinên girîng kir.
Çagla Leyla Kaya anî ziman ku di rûniştina 80’yî ya 17-18’ê Tîrmehê de ku der barê rapora di 2020’an de der barê Tirkiyeyê de hatibû amadekirin û ji Neteweyên Yekbîyî re hatibû şandin pirs hatin pirsîn û wiha got: “Di rûniştinê de têkildarî kemasiyên raporê pirs hatin kirin. Gelek saziyên sivîl ên civakî der barê binpêkirina mafan ên li Tirkiyeyê axivîn. Nûnerên Saziyên civakî raporên xwe pêşkêş kirin. Raporên Rêxistinên civakî û raporên dewletê anîn beramberî hev. Hemû rapor bi hûrgilî lêkolîn kirin. Bi gelek pirsan hûrguliyên raporan hatin niqaşkirin û xwestin hûrgulî bên ronîkirin.”
Prz. Çagla Leyla Kaya anî ziman ku li ser tercîda li Îmraliyê di şexsê birêz Ocalan de pirs hat pirsîn û wiha axivî: “Diyar kirin ku demek dirêj agahî ji Ocalan nayê girtin. Qutbûnek mutlaq a ragihandinê heye. Sedema vê yekê aliyê wê yê zagonî pirsîn. Ewil raportorên di komîteyê de bi komî pirsên xwe pirsîn. Nûneran jî bi komî bersîv dan. Li ser navê şandeya tirk Alîkarê Midûrê Giştî yê Ceza û Girtîgehan a Wezareta Edaletê Fatîh Gungor bersîva der barê Îmraliyê de da û got ‘Di 12’ê nîsanê de biryara cezayê dîsîplînê heye. Têkildarî biryarê astengiya ziyaretvanan heye. Biryara 12’ê nîsanê de li gorî usulê teblîqî Ocalan hatiye kirin. Lê li dijî vê biryara cezayê dîsîplînê îtîraz nehatiye kirin. Piştî îtîraz nehatiye jî biryar hatiye erêkirin û heta 3 mehan serdana ziyaretvanan hatiye qedexekirin.’ Dîsa qala biryara 12’ê Gulanê ku hatiye teqezkirin kir. Ji bo vê biryarê jî qala qedexeya dîtina parêzeran kir. Diyar kir ku ji bo 6 mehan parêzer nikarin biçin û ev qedexeya parêzeran di 14’ê gulanê de dest pê kiriye. Der barê tecrîdê de tu nirxandin nekir. Tenê qala cezayê dîsîplînê yê di 12’ê Nîsanê de û di 12’ê Gulanê de hatiye birîn kir.”
Pirsên têkildarî Îmraliyê bê bersîv hiştin
Prz. Çagla Leyla Kaya destnîşan kir ku di roja duyemîn de jî raportorê din jî anî ziman ku agahiya wan ji mevzuatêr zagonî heye û ji peymanên navneteweyî jî heye. Tişta ku raportorên komîteyê xwestin fêr bibin sepandina kiryarên li girtîgehê bû. Ji ber ku di raporên saziyên sivîl ên civakî de qala gelek sepandinan dikin. Lê rayedarên dewletê tenê qala mevzûatan kirin. Qala guhertinên nû kirin. Bi awayekî hurgulî bersîva pirsan nehat dayîn. Raportor di 18’ê Tîrmehê de pirsa ‘Em ji mevzûatê zanin. Me ji peymana Navneteweyî xwend. Le tişta em dixwazin fêr bibin û bipirsin ev e. Demek dirêj e agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin. Em dixwazin bingeha vê sepanê ya zagonî fêr bibin. Girtiyek ku nêzî 4 salan agahî jê neye girtin, bingeha vê qedexeya hevdîtinê çiye? Di mevzuata zagonî de girtiyek herî zêde çiqasî dikare bêyî agahî jê bê stendin, bi vî rengî li ser hev cezayê dîsîplînê bê birîn û hevdîtina malbat, parêzer û telefonan lê bê qedexekirin. Ev çiqasî dê bidome û dikare çiqasî bidome? Eger qedexe dê bidomin li gorî kijan zagonê dikare bidome.’ Dîsa pirsa ‘Ev kiryar çiqas li gorî destûra bingehin e? Çiyas li gorî peymanên navneteweyî ye?’ pirsîn. Bi giştî pirsa ‘Hûn li gorî kijan zagon û peymanan demek dirêj qedexeya ragihandina mutlaq dixin meriyetê?’ Lê bi tu awayî ev pirs nebersivandin û qala bersiva vê pirsê nekirin. Pirs bê bersîv hiştin.”
Naxwazin tecrîd û rewşa Îmraliyê bibe rojev
Prz. Kaya, destnîşan kir ku dema li vê helwesta nûnerên tirk dinerin, dikarin bibêjin ku naxwazin rewşa Îmraliyê û rewşa tecrîdê bibe rojev û wiha lê zêde kir: “Ev civînek vekirî bû. Medya jî dişopand. Em dikarin bibêjin ji bo naxwazin ev mijar bibe rojev pirs bê bersîv hiştin. An jî bersîvek wan a li hemberî vê pirse tune bû bê bersîv hiştin.”
Prz. Leyla Kaya, da zanîn ku dema raportoran pirs pirsîn qala astengkirina îşkenceyê û girîngiya hevdîtian parêzeran kirin û wiha lê zêde kir: “Raportoran anîn ziman ku ji bo rê li pêş îşkenceyê bê girtin, hevdîtina bi parêzeran re gelek girîng e. Gotin hevdîtna parêzeran li dijî îşkenceyê parastinek e. Gotin eger îşkence hebe, ji bo rê li pêş vê yekê bigirin hevdîtian parêzeran gelek girîng e.”
Parêzer Leyla Kaya bibîr xist ku raportörê barê taloqkirina cezayê înfazê dejî pirs pirs pirsîn û ev agahî dan: “Di şexsê Veysî Aktaş de pirsên taloqkirina înfazê pirsîn. Lê ev pirs jî bê bersîv hiştin. Qala girtîgehên nû kirin. Dîsa der barê pirsa lêgerîna tazî de jî qala mevzuatan kirin. Îdia kirin ku lêgerîne tazî ku qala wan dihat kirin ne lêgerînên tazî ne.