12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pirsa Covîd-19 ji ku derket dîsa di rojevê de ye

Hate hînbûn ku dê îro di civîna welatên G7 de mijara berfirehkirina lêkolîna der barê vîrûsa koronayê de yek ji mijarên sereke ên vê civînê bin.  Li gorî agahiyan dê welatên G7 îro di civîna xwe de ji rêxistina Tenduristiyê ya Nanetewî bixwaze ku lêpirsîneke nû û zelal bike û lêkolîn bike ka ev virûs ji ku derketiye û çawa li dinyayê belav bûye.

Her wiha tê gotin ku dê welatên G7 milyarek ji derziyê Covîd-19 di sala pêşiya me de belav bike da ku parastina cîhanê ji vê virûsê bike.

Her wiha li gorî ajansa Bloomberg dê DYA û Brîtanyayê pêşnûmeyekê amade bikin ku li gorî wê planê di sala 2022’an de ev virûs li tu dereke cîhanê nemîne.

Rêxistina Tenduristiyê ya Navnetewî nikare Çînê mecbûr bike ku derbarê cih û sedema derketina Covîd-19 de nabe alîkar.

Gerînendeyê bernameya karên awarte ya Rêxistina Tenduristiyê Mike Ryan ku rêxistin nikare Çînê neçar bike da ku agahiyên berfirehtir derbarê koka vê virûsê de bide wan lê ew dê pêşinyar bikin ku derbarê pêvajoya duyemîn a belavbûna vîrûsê de agahiyan ji Çînê bigirin.

Ji aliyekî din ve serokê DYA’yê Joe Biden meha derbasbûyî ji İstixbarata Amerîkayê xwestibû ku di nava 3 mehan de raporekê derbarê cihê derketina vê vîrûsê de amade bike.

Hin teoriyên derbarê sedema çêbûna vê vîrûsê ji aliyên cuda derketin ji wan yek dibêje ku ji heywanan derbasî insanan bûye, yek din jî dibêje ku dibe ew ji lêkolînxane û labratuarên peymangeha Wuhan a Çînê derketiye.

Wekî din jî gelek aliyan Çînê bi wê yekê tewanbar kir ku ew agahiyên derbarê destpêka derketina vîrûsê de vedişêre û bi tu aliyekî re par venake.