10 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Pîrozî tenê aîdê jinan e’

Rêber Apo di nameya ku ji jinan re şand de dibê: “Tenê tiştek pîroz e ew jî jin e. Jin bi xwe gerdûn e. Zilam jî gerstêrkeke rêderketî ya derdora vê gerdûnê ye. Ji bo cara yekem bang li zarokê bike ya ku ziman afirand jin e. Afirînera çandê jin e. Afirînera civakê jî jin e.”

Di serdema modernîteya kapîtalîst de gelek partiyên nîjadperest faşîzm û tundiyê kûr kirin. Jin bi rêya nîjadperestî, olperestî, zanistperestî û mêrperstiyê ji xwebûna xwe dûr hatin xistin. Van argumanên ku ji aliyê hişmediya mêrperest ve hatin pêşxistin de ne tenê jin di heman demê de xweza jî ket bin xeteriyê. Vê xeteriyê jiyana heyî ji wateya xwe ya resen dûr xist. Jinên ku di nav malan de mehkûmê jiyanê hatin hiştin neçar man ku jiyana xwe bi vî awayê heta asteke bijîn. Hişmendiya mêrperest dixwaze vê rewşa ku ava kiriye bidomîne. Pergala dewletê jî li ser esasê parastin û berdewamkirina hişmendiya mêrperest hatiye avakirin. Di nav vê pergalê de jin her roj bi qirkirinê re rû bi rû dimînin.

Bi sedan salane Rojhilata Navîn, ku erdnîgariyek gelek rengîn e bi şerên germ ên herî dijwar re rû bi rû dimîne. Herêm hem ji ber hegemonyaya navendî hem jî ji ber hegemonyaya herêmî di nava krîzeke mezin de ye. Rojhilata Navîn bi kaos û xitimîna civakî, siyasî, çandî û aborî dikele. Di encama van şer û pevçûnan de bedêla herî mezin dîsa jin didin.

Tevî ku jin di nav vê pergalê de  her roj di nav kaos û qirkirinê de ne jî,  bi rastiya hebûna xwe ji destpêka dîroka mêrperstiyê heta niha hewl didin xwe biparêzin. Bi taybet di sedsala dawî de têkoşîna ku jinên kurd didin ji hemû jinan re dibe hêvî.

Jinên kurd ên ku têkoşîna xwe bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gihandin lûtkeyê ji bo rêxistinkirina neteweya jin li ber xwe didin. Elbet têkoşîna ku jin bi paradîgmaya Rêber Apo didin ne tenê ji bo jinan e. Jin bi têkoşîna xwe hewl didin neteweya demokratîk a ku hemû bîr û baweriyan di nav xwe de dihewîne ava bikin. Bi avakirina vê dê ew xwezaya ku di bin tehakuma hişmediya mêrpesert de ye û mêrên ku bi kolekirina jinan ew bi xwe jî bûne kole dê azad bibin. Têkoşîna vê yekê ev 50 sal in bi felsefeya Jin Jiyan Azadî ya Rêber Apo her roj xwe xurt dike û berfirehtir dibe. Bi belavbûna vê felsefeyê re hem jinên kurd hem jî jinên ji neteweyên cuda girîngiya rêxistinbûna jinan fêm kirin. Jixwe Rêber Apo girîngiyeke mezin dide rêxistinbûnê û ji bo rêxistinbûnê wiha dibê: “Jinên bê rêxistinbûn jinên bêparastin in’.

Jixwe tê zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo avakirina jiyanek watedartir û aram têkoşîneke gelek mezin dimeşîne. Ji bo avakirina vê jiyanê ev 26 sal in li Grava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de têkoşîna xwe berdewam dike. Bi saya têkoşîna ku ew dide re hemû dewletên hegemon neçar man ku hebûna kurdan qebûl bikin. Ya herî girîng jî bi têkoşîna ku Rêber Apo dide Dewleta Tirk neçar ma ku wî muxatab bigire.

Rêber Apo di 27ê sibatê de li gor rûhê serdemê manîfestoyeke bi navê ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ bi raya giştî re parve kir. Banga Rêber Apo ne tenê ji bo kurdan ji bo hemû gelan hêviyeke mezin e. Piştî banga ku Rêber Apo da ji gelek aliyên cuda daxuyaniyên piştgiriyê hatin dayîn.

Partiya Karkerê Kurdistanê (PKK) jî çend roj şûnde got ku ew agirbestê îlan dikin lê ji bo feshkirina rêxistinê divê Rêber Apo di nav wan de be. Tevî agirbesta PKKê jî êrîşên Dewleta Tirk didomin. Lê îradeya ji pola ya ku ev 26 sal in di nav Girava Îmraliyê de li ber xwe dide bi israr e ku jiyanê ji bo herkesê bi taybet jî ji bo jinan bike cihek ku lê tê jiyandin. Jinên ku hêz ji berxwedana Rêber Apo digirin û bi têkoşîna xwe hêz didin wî, wek her sal îsal jî li qadan 8ê Adarê pîroz kirin. Li tişta ku ji bo jinan tişta ku 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî watedartir kir elbet nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû.

Rêber Apo di 8ê Adara 1998an de bi ragihandina îdeolojiya azadiya jinan diyariya herî mezin da jinan. Di 8ê Adara îsal de jî bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî nameyek şand. Rêber Apo di vê nameya xwe ya bi ser navê ‘Distûra min a bingehîn, bi we re jiyaneke efsûnî ye!’ wiha dibê:

Ez di ferqa vê yekê de me ku, li ser xaka xwebûnê hûn rastiya miroviyê bi her awayî dijîn. Hûn jinên xwedî nirxên efsûnî, min tu caran dev ji jiyana bi re berneda. Ev jiyana bi bî vî halî, bû rista bingehîn ku min li ser piyan digre. Lê, rastiya ku cara yekem ewqas bi heybet û azad e, wê bi qasî pêşînên din ên Mezopotamyayê bi heybet be. Belkî jî ev yek pêk hatibe.

Meseleya azadiya jinan hêj jî girîngeya xwe diparêze. Pêvajoya komunalîst a demokratîk rewşa nûjen a civakbûyîna jina pêşeng e. Bidestxistina rastiya civakî jî encax bi vê rêbazê mumkun e. Heta ku çanda tecawizê/destdirêjiya zayendî têk neçe, di qadên zanistî, estetîk û olî de heqîqeta civakî jî dernakeve holê. Wekî ku ji Marksîzmê jî hat îstapkirin, heta ku çanda serdest a zilam di kûrahiya civaka serdema nû de neyê fetisandin, serkeftina sosyalîzmê ne mumkun e. Rêya sosyalîzmê ji azadiya jinan derbas dibe. Heta ku azadiya jinan pêk neyê hûn nikarin bibin sosyalîst. Sosyalîzm pêk nayê. Heta ku demokrasî nebe sosyalîzm jî nabe. Azmûna min a yekem a bi sosyalîzmê re, bi şêwaza axaftina bi jinekî re diyar bû. Kesekî ku nizanibe bi jinekî re çawa biaxive, nikare bibe sosyalîst. Sosyalîsbûyîna zilamekî bi pêwendiya wî ya bi jinekî re girêdayî ye.

Tenê tiştek pîroz e ew jî jin e. Jin bi xwe gerdûn e. Zilam jî gerstêrkeke rêderketî ya derdora vê gerdûnê ye. Ji bo cara yekem bang li zarokê bike ya ku ziman afirand jin e. Afirînera çandê jin e. Afirînera civakê jî jin e. Pirozî û Xwedawendî jî ya jinan e. Ji bo jinan min bîrdoziya rizgariya jinan a ku ji çar qadan pêk tê, pêş xist. Ev teorî ye. Çanda jina pêşeng, serdema xwedawendên di navbera Beriya Zayînê 10 hezar sal û 4 hezar salan de ye. Olên yek xweda bi Babîlê destpê dikin. Destana Babîlê destana kolekirina jinan e. Afirandina destana Babîlê yek ji hîmên bingehîn a mîtolojiya Mezopotamyayê ye. Di nevabera salên beriya zayînê 4 hezar û 2 hezar salan de ji bo çanda jinan têkçûyîn destpêkir.

Piştî ku çanda jinên pêşeng hilweşiya, bi Mîtaniyan re jina qesrê derket holê. Nefertîtî jî jineke ji qesrê ye. Jinên qesrê yên wê serdemê di pêvajoya dîrokî de bûn jinên ji malê yên vê serdemê.  Wekî ku hûn jî dizanin, çand û kevneşpiya Satî heye. Di çanda Satiyan de jin davêtin nav agir û dişewitandin. Di salên 1832yan de jî ev yek pêk dihat. Piştre, Îngîltere dawî li vê çandê anîn.

Vejîna ku wê ji nû ve pêk bê gelek girîng e. Divê jin ne di warê biyolojîk de, divê di warê çand, civakî û dîrokî de bê nirxandin. Wekî ku Simone De Beauvoir jî dibêje; mirov ew jin ji dayik nabe, bi têkoşînê dibe jin. Ez ne dijberî evin û zewacê me. Lê, her roj li ser navê evînê cînayetên gelek hov pêk tên. Kesekî evîndar çawa evîna xwe dikuje? Ev ne evîn e. Heta niha gelek jin ji ber pêwendiya bi vî rengî întîxar kirine. Herwiha, çanda azad a jinan heye. Asta ku hatî hûn nêzî vê çandê ne. Jin hewl didin derkevin derveyî sînorên dayikbûyîn û hevjînbûnê. Lê, hêj jî hûn encax bi ji sedî 10ê çanda azad a jinan îdare dikin.

A esas ew e ku, divê bi ferasetê şer bê kirin. Pergala civakî ya zilamên serdest her tim ji bo jinan pirsgirêkan diafirîne. Tundî heye, dagirkerî heye, ensestî heye, destdirêjiya zayendî heye, îxtîmala kuştina zarokên keç heye. Di pêşrojê de zarok bên kuştin hûnê çi bikin? Dema ez behsa çanda Satî dikim, ez bal dikşînim ser vê rastiyê. Divê hûn bi vê çand û ferasetê re şer bikin. Di vî warî de kêmasî û nakokiyên we hene, xwe ji van kêmasî û nakokiyan rizgar bikin.

Pirsgirêka jinan ji pirsgirêka kurd kûrtir e. Pirgirêkek bi vî rengî heye. Di vî warî de me destpêkeke piçûk pêk anî. Çanda şer û pevçûnê herî zêde li dijî jinan dimeşe. Têkbirina vê çandê dînamoya têkoşîna me ye.

Ruhê vê serdemê siyaseta demokratîk e, zimanê vê serdemê jî zimanê aştiyê ye. Banga ‘’Aştî û Civaka Azad’’ di heman demê de ji bo jinan ronesans e. Ez jinên ku guh didin banga min, bawerî bi jiyana hevpar tînin bi eşqa Mem û Zîn, bi eşqa Derwêşê Evdê yên nûjen silav dikim û 8 Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz dikim.”

Di 8ê Adara 2025an de jin bi peyama Rêber Apo ya ku ji Girava Îmraliyê şandiye re soza xurtkirina têkoşîna wekheviyê dan. Herwiha jinan li qadên ku 8ê Adarê pîroz kirin dan zanîn ku têkoşîna wan a ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê ji her demê mezintir be.