30 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Pîr Zenel Kete: Bila her kes bi çand, ziman û baweriya xwe bijî

Hevserokê Giştî yê DADê Pîr Zeynel Kete diyar kir ku ew kuştina tu mirov û zindewarî rewa nabînin û wiha got: “Hem gelê Kurd û hem jî gelê Tirk gelek êş kişandin. Wekî civaka Elewî em dixwazin ev xwîn raweste û her kes bi çand,  ziman, nasname û baweriya xwe bijîn.”

Li Kurdistanê gelê Kurd bi sedan salan e têkoşîna maf û azadiya xwe dide. Ji bo bi çand, nasname û baweriya xwe bijî li ber xwe dide. Bi taybetî jî ev 50 salên dawî ji aliyê Tevgera Azadiya Kurd ve li dijî polîtîkayên tunekirin û tunehesibandinê têkoşîneke siyasî û çekdarî tê meşandin. Di encama ked, bedel û têkoşîna bi dehan salan îro li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û mirov dikare bêje li tevahiya Cîhanê pêşengên vê têkoşînê Abdullah Ocalan û PKK di rojeva her kesî de ne. Bi pêşengiya Ocalan pêvajoyek hatiye destpêkirin û li ser banga wî ya “Aştî û Civaka Demokratîk” hêviyên gel û civakan ên aştî, azadî, wekhevî û demokrasiyê yên pêşerojê zêde bûne. Bi sedan salan e ku wekî gel û civak Kurdên Elewî bi polîtîkayên tundrew ên dewlet û desthilatiyan yên red, înkar û bişavtinê re rû bi rû ne. Hêvî û armanc dikin ku bi vê pêvajoyê li ser çand û baweriya xwe bijîn.

Yek ji pîrên civaka Elewî û Hevserokê Giştî yê DADê (Komeleya Elewiyên  Demokratîk) Pîr Zeynel Kete, li ser polîtîkayên li dijî Elewiyan, hêvî û bendewariyên wan ên ji vê pêvajoyê ji Rojnameya Xwebûnê re axivî .

Pîr Zeynel Kete wiha pirsên me bersivand:

Em te nas bikin gelo jiyaneke te ya çawa heye û wekî yek ji pîrê baweriya Elewiyan tu bi çi kar û xebatî re mijûl î?

Ez ji gundê Tanzê yê Perteka Dêrsimê me. Ji malbateke ku di Komkujiya Dêrsimê re derbas bûye me. Bi rûmeta pîr û derwêşên Dêrsimê mezin bûm û di heman demê de yek ji pîrîn Elewiyan im. Bi çand û baweriya Elewîtiyê dijîm. Bi xwendin, lêkolîn û nivîsandinê re mijûlim. Ji bo parastina baweriya Elewiyan, jiyan û bîra civakî û parastina nirxên demokratîk bi salan e ku lêkolînê dikim û dinivîsim. Derbarê pêşketina çand û baweriya Elewiyan, li ser pirsgirêkên civaka Elewî, li ser gelê Kurd û rola wan a di siyaseta demokratîk de, di kovar û rojanmeyên wekî Yenî Yaşam, Yenî Ozgur Polîtîka, Peyîk û Kovara Semahê de dinivîsim.   Her wiha ez endamê lijneya weşanê û berpirsyariya karê nivîsê ya Kovara Zulfîkar im. Di vê kovarê de jî ez nivîsên xwe dinivîsim. Bi taybetî jî li ser hevpeymanîya demokratîk a baweriya Elewiyan, nirxên komînal, rêbaza azadiya jinan û ekolojîya civaka Elewî, çand û baweî, dîrok û mitolojîya wan û xeta berxwedana çandî ya Elewiyan. Di heman demê de ez Hevserokatiya Komleya Demokratîk a Elewiyan DADê dikim.

Polîtîkayên li ser çand, ziman û baweriya Elewîtiyê tu çawa dinirxînin?

Çand, ziman û bawerî ev sê bingehên heyî yên civaka me ne. Wekî bi dehan gel û civakên li ser vê axê em jî bi awayekî dijwar bi polîtîkayên helandinê re rû bi rû mane û dimînin. Ev sed sale ku bi giştî li ser Elewiyan û bi taybetî jî li ser Elewiyên Dêrsimê polîtîkayeke taybet tê meşandin.  Em jî wekî bawermendên vê civaka Elewî hewil didin ku civaka xwe ji van polîtîkayan biparêzin.  Wekî DAD em polîtîkayên xwe li ser nasîn, parastin û xwedîkirina çand, ziman û baweriya civaka Elewîtiyê pêş dixin.  Bi zimanê Kurdî (bi taybetî zaravayê zazakî yê li Dêrsimê), edebiyata Elewîtî û pîrtiyê hêmanên pîroz in. Divê siyaseta herêmî û dewletî nasnameya Elewiyan bi erênî û fermî nas bike. Em dixwazin ku ziman, çand û baweriyên me were parastin û di heman demê de bibe beşeke aktîf a rêxistinê û lêhûrbûnê.

Ji bo dawîkirina polîtîkayên red û înkarê bi pêşengiya Abdullah Ocalan û PKKê zêdeyî 50î salan e têkoşînek heye. Tu vê têkoşînê çawa dinirxînin?

Rast e, li dijî polîtîkayên red û înkarê, bi taybetî jî li dijî polîtîkyên qirkirana çand, ziman û baweriya gel û civakan têkoşîneke demdirêj heye. Belê di nav dîroka siyaseta neteweyî ya di navbera Kurd û Tirkan de, geşedanên girîng pêş ketine.  Komarê hebûna xwe li ser redkirina jiyana herêmî, ziman û çanda Kurdan ava kir. Ev bû sedema raperîn û serhilanan. Ji avabûna Komara Tirkiyeyê heta niha bi sedhezaran mirov hatin kuştin û jiyan xwe ji dest dan. Wekî bawerî jî em kuştina tu mirov û zindewaran rewa nabînin û napejirînin. Gelek êş hatin kişandin. Hem gelê Kurd û hem jî gelê Tirk gelek êş kişandin. Wekî civaka Elewî em dixwazin ev xwîn raweste û her kes bi çanda xwe, ziman, nasname û baweriya xwe bijî.  Belê îro ev rewş di bin gotina “Aşîtî û Civaka Demokratîk” a Birêz Abdullah Ocalan de tê guhertin. Di heman demê de biryara PKKê girîng e. Em vê bang aştiyê gelekî bi rûmet dibînin û di vê pêvajoyê de em bawerin ku zelalbûn, rastbûn û hewldana civaka demokratîk dê bi ser bikeve.

Wekî Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) hûn pêvajoya heyî çawa dibînin?

Em vê pêvajoyê wekî firsetekê dîrokî dibînin. Divê bi baldarî pêş bikeve lê bi dereng jî nekeve. Aştî ji bo gelan, civak û baweriyan gelekî girîng e. Ev pêvajo ji bo me hemûyan jiyanî ye. Her wiha em di wê baweriyê de ne ku bi pêşketina aştî û demokratîkbûna Tirkiyeyê dê her kes bi hebûn û mafên xwe bijîn. Her kes dê ji serkeftina vê pêvajoyê sûdê werbigire. Lê di haman demê de em dibêjin ji bo ev pêvajo bibe pêvajoya demokrasî û aştiyê divê civak û bewriyên din jî tev lê bibin. Bi taybetî jî wekî Elewî, Êzidî, Ermenî û hwd. Divê bi dawîya pilîtîkayên red û înkarê were û guh bidin daxwazên hemû beşên civakê.

 Ji bo civaka Elewî girîngiya vê pêvajoyê çi ye?

Wekî ku me anî ziman bi sedan salan e ku li ser Elewiyan polîtîkayeke tunekirin û tunehesibandinê heye. Bi taybetî jî di warê baweriyê de her tim hatiye armanckirin ku baweriya Elewîtiyê ji holê rakin. Xwestin ku wekî mezhebekî Îslamiyetê nîşan bidin û di nav Îslamiyetê de bihelînin. Dema em lê dinêrin heta astekê jî bi ser ketine. Bi taybetî Elewiyên, Dêrsim, Mereş, Sêwas û Amedê, hatine bêdengkirin. Elewî di komkujiyan re derbs bûne. Wekî mînak; Mereş, Çorûm, Sêwas, Gazî û hwd. Lê her tim me aştî û wekhevî parastiye. Hem her tim li cem derdorên azadîxwaz, demokratîk, aştî û wekhevîxaz cihê xwe girtiye. Lewre jî em gelekî girîngiyê didin vê pêvajoyê.  Ev pêvajoya aştiyê dikare bibe şansek. Bi serkeftina vê pêvajoyê civak dê bi rûmeta xwe, bi maf û nasnameya xwe bijî. Dê dikaribe bi nasnameya xwe siyaseta demokratîk bimeşîn e. Em bi hêvî ne ku dê jiyan ji tarîtiyê derbasî ronahiyê bibe.

 Ji bo demokratîkbûn û aştiya civakê pêwistî bi çi heye?

Di serî de mafê nasnameyî: Ziman, çand, bawerî. Hevbeşî û wekhevî: Civakên cihêreng divê bi hev re bijîn, wekhev bin,  ne di ser hev re bin. Beşdariya siyasî:  Divê civak bi awayekî aktîf beşdarî siyasetê bibe.

Wekî DAD hûn xwe di ku dera vê pêvajoyê de dibînin?

Em xwe di vê pêvajoyê de dibînin wekî awazeke civakî ku dengê kesên bêdeng e. Em ne partî ne, lê dibêjin mafên civakên Elewî hene mafên taybet in.  Di pêşketina “Aştî û Civaka Demokratîk” de em jî digihêjin ew mafên xwe yên bingehîn. Em ji vê yekê bawer in. Em wekî DAD hewl didin ku di siyaseta aştiyê de, civaka Elewî jî hebûna xwe biafirîne.

Erk û berpirsyariya we di demokratîkbûn û aştiya civakê de çi ye û hûnê çawa beşdarî vê pêvajoyê bibin?

Em wekî DAD hewl didin ku; hebûn û baweriya Elewiyan bi zagonî bê nasîn û bi vê pêvajoyê misoger bibe. Civaka Elewî jî di nav gel û civakan de bi nasnameya xwe bê pejirandin.  Em jî tevli xebatên akademî û tayînkirina pêşerojê bibin. Her wiha em armanc dikin ku di vê pêvajoyê de tevlêbûna civakan pêş bixin.

Hin derdor vê pêvajoyê wekî çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd û Tirk dibînin. Hûn çawa dinirxînin?

Rastiyeke xwe heye! Di bingeha xwe de şerê ku bi dehan salan e di navbera gelê Kurd û dewletê de diqewime ji ber polîtîkayên red û înkarê ne. Di encama têkoşîna bi dehan salan ev pirsgirêk tê nîqaşkirin û ji bo çareseriyê îro pêvajoyek hatiye destpêkirin. Lê ev pêvajo ne tenê çareseriya pirsgirêka gelê Kurd e di heman demê de dê bibe çareseriya hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê. Beriya her tiştî bi serkeftina vê pêvajoyê dê aştî pêk bê, demokrasî, azadî û wekhevî ,heq û edalat pêk bê.  Em bi vî rengî li vê pêvajoyê dinêrin û dinirxînin.   Lê di heman demê de, eger ev pêvajo bi ser nekeve dê siyaseta îslama sunî,  yekperstî, şer, xizanî, bêhiqûqî pêş bikeve û dê ev yek jî rê li ber xeteriyên mezin ên jiyanî vebike.  Em dibêjin: rêya rast nasîna reng û netewên cûda, gel û civakan, çand û baweriyan e.

Ji damezirînerên PKKê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn şehîd bûn. Li ser kesayet, têkoşîn û pênaseya derwêşî û pîrtiyê hûn dikarin çi bêjin?

Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ne tenê têkoşer bûn, ew jî li ser baweriya Elewîtiyê bi hiş û hestên pîrtîyê dijiyan. Her du jî hem di warê baweriya Elewîtiyê de û hem jî di nav têkoşîna siyasî de cihê girîng girtin. Ji hêla civaka Dêrsimê ve wek derwêşên Rê (Rêya Heq) hatin pejirandin. Li Dêrsimê ji bo wan pêşengê Rê tê gotin. Rê li Dêrsimê dikare ji mêrxasiyê bibe derwêşiyê.

Gotin an jî banga te ya dawî hebe kerem bike?

Ez dikarim vê bêjim; bi hevdu hembêzkirinê, bi hev nasînê, bi dawîkirin red û înkarê em dikarin aştiyeke bi rûmet û azadiyê ava bikin. Divê her kes, her netew, her bawerî bê beşdarê vê pêvajoyê bibe. Em amade ne ku aştiyeke bi rûmet ava bikin. Herî dawî ji bo Rojnameya Xwbûnê û hemû xwînerên rojnameyê silav û rêzên xwe yên germ dişînin.

Zeynal Kete kî ye?

Pîr Zeynel Kete di sala 1970yî de li gundê Tozkoparan (Tanz) yê Pertaka Dêrsimê hatiye dinyayê. Li Dêrsimê mezin bûye. Dibistana navîn û amadehiyê li Pertekê qedandiye. Di sala 1995an de jî Fakultêya Perwerdeya Zanîngeha 100. Yilê qedandiye. 20 salan mamostetî kiriye. Di nav Egitim-Senê de têkoşîna ked û mafan daye. Di sala 2016an de bi KHKê ji kar hatiye avêtin. Ji bo parastina baweriyan Eleviyan, jiyan û bîra civakî û parastina nirxên demokratîk lêkolînan dike. Li ser dîrok, çand û baweriyê, pirsgirêkên civaka Elewiyan, bi gelemperî di rojname û kovarên cuda cuda de dinivîse. Bi taybetî di rojnameya Yenî Yaşam, Yenî Ozgur Polîtîka, Peyik û Kovara Semah de dinivîse.
Di heman demê de serokê karê nivîsan û endamê komîteya weşanê yê Kovara Zulfîkar e. Di vê kovarê de jî bi taybetî li ser hevpeymana demokratîk a baweriya Eleviyan, nirxên komînal, rêbaza azadiya jinan û ekolojîya civaka Eleviyan dinivîse. Di sala 2018yan de jî bi awayekî çalak di Partiya Demokratîk a Gelan de (HDP) dest bi siyasetê dike û li Edeneyê dibe bernamzetê parlameniyê. Lê Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) namzetiya wî betal dike. Niha jî Hevserokê Giştî yê Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) xebatên xwe dimeşîn e. Di heman demê de yek ji Pîrê baweriya Elewin e.