2 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

PÎKê Qazî Mihemed û hevalên wî bi bîr anî

PÎKê Serokê Komara Mahabadê Qazî Mihemed û hevalên wî bi bîr anî

Bi navê Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) Serokê Giştî Hîkmet Serbilind ji ber salvegera 78an a darvekirina Serokê Komara Mahabadê Qazî Mihemed û hevalên wî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di 31ê Adara 1947an de serokê Komara Kurdistanê ya Mahabadê Qazî Mihemed û hevalên wî ji aliyê desthilatdariya Îranê ve hatin darvekirin û hate ragihandin ku ew Qazî Mihemed û hevalên wî ji bîr nakin.

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: “Wekî Şehîd Qazî Mihemed gotî: Ey milletê min ê mazlum! Dijminiya hevdu nekin, pişta xwe bidin hevdu, li dijî dijminên xwe yê zalim têkoşîn bikin û xwe bi erzanî nefiroşin dijminê xwe. Hemû Rêberê kurdan bi qelleşî ji  terefê dijminan ve hatin qetilkirin. Azadiya her miletî bi yekitî, tifaq û hevkariyê çê dibe. Hêvîdarim gelê Kurd ti carî bi ti îdeolojî û baweriya dijminê xwe neyên xapandin! Em 78mîn saliya kuştina lîder û Rêberê gelê Kurd Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî û hemû Şehîdên Kurdistanê bi dilekî germ û bi hurmet bi bîr tînin. Hemû Şehîdên Kurdistanê serbilindî û serfiraziya me ne. Cîhê wan cennet be înşallah.”