Ku saziyên dewletê hebe peywira wê dijberbûniya civak û civakbûniyê ye. Lê eger sasiyên sivîl û demokratîk hebin, peyvira wan jî parastina ji pergala serdest e. Peywira wan rêxistinkirina civakê ye.
Di şaxê felsefe û di baskê zanistê de, ger li ser vê gotinê nîqaşeke li ser rêka bîrdozî bê kirin, dê bê dîtin ku di gerdûnê de, di xweza û di civakê de peywira saziyan bi hêsan bê watedarkirin.
Liv û tevgera li ser heyîn û bûyînên di gerdûn û xwezayê de, ne weke burokasiyê ji hev û din qûtin. Hema weke laflafokê bi hev re têkildarin ku heyî tev di çerxa xwe de bi liv û tevgerin. Hemû heyînên zindî, di peywirên xwe de xwe berpirsyar dibînin. Çerxa xwe jî, di xeleka zagonên xwe de herikîna guhertin û veguhertinê de hebûna xwe diyar dikin!
Saziyên ku xwe li hemberî “kes”, civat û civakê berpirsyar dibînin haydarê rista xwe nin? Saziyên dewletê, eger hebe peywira wê dijberbûniya civak û civakbûniyê ye. Ev saziya civakê ji bo parastina jiyandin û dewlemendkirina sinc û nirxên CIVAKÊ xwe berpirsyar dibîne. Yan jî, di xeleka pergala bîrdoziya fermî de, xwe “BERPIRSYAR” dibînin?
Serok dibêje; tekoşîna me ya gel tekoşîneke demdirêj e. Heke pêdiviyên gel-rêxistinkirin perwerdekirin, ji pariyekî nan û heta pêlavekê neyê peydakirin; dê neyar, wan li hemberî te mîna çek bi kar bîne.
Baş e, saziyên civakê gelo bi giranî ew peytandin dan pêşiya xwe? Komara dagirker ji vê jarîtî û qelsbûntiyê qet keysê hilneda û li hemberî tekoşîna gelê kurd bikar ne anî!?
Baş e! Çend pirs mirov dikare bi pirse ji saziyên ku dibêjin em saziyê civakên e!
Ji bilî peywirdaran, ji bo ragîhandina civakê, ji bo şermezarkirina bûyerekê, ji bo pîrozbahiyekê, gelo çend pişgir tên dîtin li gel daxûyana vana? Rojê an jî mehê bi çend kes, bi çend malbat, bi çend civat, yan jî, bi çend saziyan re ji bo dan û snedinê hevdîtin hatiye kirin û bi giranî li ser wan pêwistî û pêdiviyan hatiye rawestandin?
Dema ev berpirsyarî pêk neye, karwaniyê, gilî û gazincê “Bersiva banga me nayê bersivandin” wiha di civatê de cih digire!? Yan jî hinek kirde bê dîtin, hin jê jî heyber bê dîtin sazî dê li hemberî êrîşên dewletên dagirker serkeftinê bi destbixe? Tewra, qasê ku dem ji jiyana xwe ya EZÊTÎ yê re vediqetîne, ‘bê çawa wan êrîşên pergalê bidim rawestandin’, ji bo ponijandinê gelo çend hilm dide veqetandin? Dema ku ew xebat neyê kirin gilî û gazincê saziyan dê di cih de be?
Pirs zêde ne; Ev pirs li bersîvê digere. Xwe jîr û zîrek, civatê jî tawanbar dibîne. Ev jî, ji rasteqîniyê bêpar e, ev feraset; berpirsyartiya xwe ya qels dide veşartin! Gel rêxistin nake, perwerde nake, pêwistiya wan, pêdiviyên wan peyda nakin. Bi serda jî ‘gilî û gazinc’ê xwe dikin. Ev xislet dê nikaribe bîrdoziya dagirker ji ser civakê bide qelskirin û bêbandor bike. Lewra ew xislet hêj xwe ji heyînên pergala bîrdoziya fermî ku hin daxwazê wî/ê tê peydakirin bi rexnedayîneke ji xwe bawer nedaye!
Ku mirov dema borî û niha tîne rex hev, di eniya neyînî de, di bin baskê pergala komara dagirker de tên bişaftin. Bi mîneka şênber; ew bêxemî xwe di saziyan de dide xuyakirin. Ev xislet ji banga destpêkirina pêngavê re dê çiqas bibe bersiv gelo? Şîloyî serwer e. Bersivdayîna banga destpêkirina pêngavê diyar e; dê bişibe konevaniya CHP a NETEWPEREST! Çawa ku li dijîbinketina civakê “Hûn dengê xwe nekin em berdevkê we ne” dernaxîne kolana, sazî jî weke remzokî “Vay e me jî daxwazê we pêk anî” di cihekî girtî de, yan jî daxwiyaniyekî bi çend kesan re bi dawî bibe.
Pirsgirêk ne ew gelê bi rûmet e! Ew gel xwediyê mîrateyek bi sinc e! Ev nîv qirne bi wî mîrateyê li dijî ev dagikerê xwînmîj berxwedanekî bêhempa dimeşîne û bi xwe re jî rêveberiyên saziyan jî dide meşandin.
Ev rêbaz li dij dagirkeriya xwînmij serkeftinê bidest naxe. Teqez rexnedayîn divê bê dayîn! Ne ku gel xwe tawanbar bibîne da ku êrîşên ser civakê bê rawestandin û bê têkbirin!