Di dîroka kurdan de yek ji rûpelên herî tarî û qirêj roja peymana Lozanê ye. Peymana Lozanê ku di 24’ê Tîrmeha 1923’yan de hate mohrkirin, di bin çavdêrî û zanebûna gelek dewletên Ewropayê hate îmzekirin û dîrokek tije zilm, asîmlasyon û qirkirin li ser kurdan hate ferzkirin.
Wek ku tê zanîn dema em li temenê dawî yên Împaratoriya Osmanî temaşe dikin, dibînin ku berî hilweşe û heya hilweşandinê jî – Kemalîstan soz dan kurdan ku ew ê dewletek hevpar ava bikin. Ew ê dewletekê ava bikin ku dewleta kurd û tirkan be. Lê em dema li salên piştî Peymana Lozanê dinerin, dibînin ku hemû sozên wan derew bûn. Carek din (wek gelek carên borî) kurd hatibûn xapandin. Bi vê xapandinê re pelên tarî û zordestiyê li hemû Kurdistanê belav bûbû.
Kurdan jî ji bo ku ev qeder ne pejirandin bi dehan serhildan pêk anîn (wek Serhildana Koçgirî, Serhildana Şêx Seîd, Serhildana Agirî, Serhildana Zîlan, Serhildana Seyid Riza û hwd). Ev hemû serhildan jî bi xwînê hatine bidawîkirin. Bi mirin û kuştina bi hezar û sedhezaran kurdan hatiye bidawîkirin. Bi hezaran jin, zarok, pitik, kal û pîr hatin qetilkirin. Bi hezaran kesayetî û malbat hatin sirgûnkirin. Bi hezaran malbatên tirk û ereb li Kurdistanê hatin bi cîhkirin ji bo ku kurd werin asîmilekirin. Bi hezaran kurd di bin asîmlasyonek gelek hişk û tarî de derbas bûn û mixabin bi hezaran kurd bi awayekî hatin asîmilekirin û bûn tirk.
Ev hemû bermahiyê encama Peymana Lozanê ne. Lê kurdan ti carî dev ji daxwaza xweya rewa ya azadiyê bernedan. Bi vî awayî kurdan Peymana Lozanê qebûl nekirin û nas nekirine. Tişta ku mirov divê bipirse, gelo çawa dibe ku li pêşiya çavê hemû cîhan û Ewropayê peymanek ewqas qirêj dikarîbû pêşeroja gelekî tarî bike? Çawa dibe ku hemû cîhan çavê xwe ji kurdan re girt û ji nedîtîve hat? Ji ber vê rastiyê jî ne şaşe ku em bêjin “Ewropa û hemû cîhan ji bêstatûhiştina kurdan berpirsyar e!”
Ji ber wê jî pêwiste cîhan û bi taybet gelek dewletên ewrûpî ji Gelê Kurd lêborîna xwe bixwazin. Lazim e hewl bidin ku bibin aliyê çareseriya pirsgrêka kurd. Dibê alîkariya avakirina dewletek kurd bikin. Tenê wisa mirov dikare paşeroja xwe ya tarî paqij bike.
Îro dîsa di 101’emîn salvegera Peymana Lozanê de kurd dixwazin di 27’ê tîrmehê de bi çalakiyek mezin ev peyman şermezar kirin. Rêxistin, parçe û partiyên ku piştgirî dan vê çalakiyê kî ne gelo? Ji Bakur partî û rêxistin hene, ji Rojhilat partî û rêxistin hene, ji Başûr û Rojava partî û rêxistin hebûr. Di nava wan de YNK, Tevgera Goran, Rêveberiya Rojava, PJAK, PYD, PKK-KCK, KCDK-E, NAV-DEM, KKP, ESU, PSK, PÎK û gelek sazî û rêxistinê din bûn.
Di nava van rêxistin û partiyan gelo çima PDK nîne? Ev pirs divê hemû kurd û Kurdistan ji xwe bikin. Divê ku vê pirsê ji PDK’ê û malbata Barzanî bikin. Ku em bersiva vê pirsê bigirin, em ê karibin bûyerên li Başûr hêsantir rave bikin. Em ê karibin bibînin bê çima PDK ketiye nav xeflet û xiyanet ewqas mezin. Çawa dibe ku hemû partî û sazî û rêxistinê her 4 parçeyan helwesta hevpar xwe xuya dikin, bes PDK di nav wan de nîne? Kî dikare bersiva vê pirsê bide? Bêguman bersiva vê pirsê bi helwesta PDK’ê ya li hemberî dagerkeriya dewleta tirk li ser Başûr ve jî girêdayî ye. Niha dewleta tirk a dagirker dixwaze xeyalên nîvco mayî ji Osmaniyan bigire û axa Kurdistanê hemû dagir bike. Dixwaze Osmaniya nû ava bike. Ji bo wê heremên Rojava dagirkiriye. Ji bo wê ketiye Başûr û dixwaze dagir bike. Li Başûr mixabin ev dagirkerî bi destê xiyanetê pêk tê. Bi destê şirîkê dewleta tirk malbata Barzanî pêk tê.
Raste; PDK û malbata Barzanî li hember dagirkeriyê helwest xuya nake. Lê divê hemû kurd û Kurdistan li hember malbata Barzanî û PDK û dagirkeriya dewleta tirk helwest xuya bikin. Îro hemû kurd li dijî dagirkeriya PDK û Tirkiyeyê nebin yek deng xeterî li ber derî ye!!!