7 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Peymana Hudaybiyê tîne bîra mirov

Rojnameger Reşat Sorgul der barê peyama Rêberê PKKe Abdullah Ocalan de anî ziman ku ev peyameke dîrokî ye û wiha got: “Bi pêşbînî û kûrbîniyekê, bi serwextî û têgihiştineke li dîrokê hatiye amadekirin.”

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê di 27ê Sibatê de çû Îmraliyê û bi qasî 4 saetan li Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan Omer Hayri Konar, Hamîlî Yildirim û Veysi Aktaş re hevdîtin kirin. Piştî hevdîtinê şandeya Îmraliyê peyama Abdullah Ocalan li Stenbole bi raya giştî re parve kir. Rojnameger û niviskar Reşat Sorgul, peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku di 27ê Sibatê de bi rêya  şandeyê bi raya giştî ya cîhanê re parve kir nirxindin kir. Rojnameger Reşat Sorgul, destnîşan kir ku peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan peyameke dîrokî ye û got: “Peyama Rêber a bi sernavê ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ peyameke girîng û dîrokî ye. Wesîqeya pêşkêşî raya giştî û aliyên pêwendîdar kirî, wesiqeyeke çareserî û aştiyê ye. Di vê çarçoveyê de hatiye nivîsandin û zimanê wê li gorî wê ye. Di heman demê de işaret bi serdem û qonaxan dike û pêdiviyên sedsalê û heqîqetê destnîşan dike. Bi pêşbînî û kûrbîniyekê, bi serwextî û têgihiştineke li dîrokê hatiye amadekirin. Lewma Peymana Hudeybiyê ya di navbera Hz, Muhammed û Mekkeyiyan de tîne bîra mirov. Kesên bîrkor û neserwext li ber Hz. Muhammed rabûbûn û îddîa kiribûn ku peyman li dijî wan e, lê pirr derbas nebûbû, her kesî dîtibû ku Hz. Muhammed çend pêşbîn bûye. Misilmanan bi Peymana Hudeybiyê cara ewil fermiyeta xwe dabûn qebûlkirin.”

Reşat Sorgul da zanîn ku dema mirov li wesîqeya Rêber Apo ya bi navê “banga aştî û civaka demokratîk” dinêre, dibîne ku wê di milletperestiya çavkorî de kunekê veke û wê dîwarên înkarê hilweşîne û wiha berdewam kir: “Bi vê re, wê deriyên demokratîkbûn, civakî û ekonomîk bêne vekirin. Jixwe Rêber Apo berê jî ji rayedarên dewleta Tirkî re gotibû ‘Yan hûn ê çareseriya min an jî çareseriya Emerîka û Îsraîlê qebûl bikin.’ Dewleta Tirkî rewşa li herêmê, guhertin û veguherînan dibînin û têra xwe ditirsin. Di navberê de mane. Gelekî dudil in. Îca em ê bibînin ka wê gav biavêjin an ne.”

Reşat Sorgul, herî dawî da zanîn ku pêdiviya Kurd û Kurdistaniyan a bi guherîn û veguherîneke demokratîk û dûrketina ji qalibên sosyalîzma reel jî tê destnîşankirin û wiha  bi dawî kir: “Belkî jî ji her tiştî girîngtir ew e, Kurd xwe bigihînin bi sazî û dezgeh, civak û şexsiyeteke demokratîk. Rêber Apo ev yek weke erkeke elzem danî pêşiya peyrewên xwe. Kurdan û Kurdistaniyan bi PKKê xwe bi sazî û dezgeh kirin; bi gewde bûn, îca dem hatiye – heta li gorî Rêber Apo gelekî dereng maye – xwe li ser bingehê çanda jin-dayikê ango civaka demokratîk veguherîne.”