Divê mirov helwesta vê carê weke qonaxek nû bibîne û wisa şîrove bike. Zemînê derfetan pir in, lê divê em baştir bixebitin, da ku em zûtir Rêberê xwe azad bikin û Kurdistana xwe jî bigihînin statuyek bi rûmet!
Helwesta gelê Kurdistanê ya pêşawazîkirina peyama Rêber Apo, yekser bû nîşaneya referandûmê.
Ev helwest, di demek kurt de derket holê, heta mirov dikare bêje ji nişka ve û weke xwezayî çêbû. Erê ji demek dirêj ve ye ku hatina peyamê di rojevê de bû, lê berê jî gelek peyam hatibûn belê helwestek wisa, pêşewaziyek wisa gelerî ya girseyî û di asta ewqas germ û bilind de pêknehatibû.
Lewma divê mirov, helwesta vê carê weke qonaxek nû bibîne û wisa şîrove bike. Herwiha erê, amadekariyên pêşewaziya peyaman, berê jî û vê carê jî bi rêxistinî dihatin kirin, lê belê wisa hat xuyakirin ku pêşewaziya vê carê, beşdariya gel û dostên kurdan, amadekariyên bi rêxistînî derbas kirin.
Lewma mirov dikare bêje, asta beşdariya gel a Tevgera Azadiyê ya vê carê nîşana qonaxek nû ye. Ji aliyekî ve, dişibe qonaxa beşdariya gelê me ya têkoşîna Bendava Tişrînê dibe. Her çendîn hinek aliyên vê bûyerê yên cuda jî hebin, belê bi giştî naveroka wan weke hev in û ev jî tê wateya ku gel êdî ji berê pirtir bi cewherî li gel Rêberê xwe û Tevgera xwe ye.
Hema hema li hemû Kurdistanê; li bajarên Bakur û Rojava, li Silêmaniyê û li gelek bajarên Ewropayê pêşewazîkirina peyama Rêber Apo mîna mitîngan pêkhat. Xwedîderketina gel a bi vî awayê berfireh, tê wateya referandûmê.
Herwiha ne bi tunê çapemenî û medya kurdistanî, zêdetirî 300 saziyên weşanê yên biyanî; hema hemû medya tirkan û gelek ji yên cîhanî jî beşdarî vê civîna çapemeniyê bûn, ya banga Rêber Apo ku bi navê banga aştî û civaka demokratîk.
Ev bendewariya mezin a raya giştî kurdistanî û biyanî ya ji bo peyamek Rêber Apo, bi nirxbûn û firehbûna hêza felsefe û xebata wî dide diyarkirin.
Piştî xwendina peyama wî bi çend saetan ev nûçe, hema hema bû mijara sereke ya hemû çapemenî, TV, Medya civakî û wisa xuya dike ku wê hîn gelek rojan ev mijar di rojeva wan de be.
Di vê dema kêm de, mirov dikare bi kurtayî bêje, Rêber Apo gotina xwe ya cewherî ya ji bo çareseriya pirsgrêka heyî got û gog avêt ber rêveberên Dewleta Tirk.
Weke ji wan re bêje, “tiştê we ji min dixwest eha kerem bikin; min banga şer rawestandinê û çek danînê û hwd. kir. Herwiha min tu daxwazî ji bo xwe jî nexwest, belê ji bo rakirina pirsgirêkê jî xwestinek min a giran nebû. Bi tenê ji bo pêkanîna siyaseta demokratik, min destnîşan bi pêdiviya zemînxweşkirina hiqûqî kir”.
Ev tê wateya ku Rêber Apo, êdî bi bingehîn karê xwe pêkanî û bi giranî kar avêt ser milê rayedarên dewletê.
Lê divê neyê jibîrkirin, karê ku dikeve milên me yên em xwe şopdarên Rêber Apo dibînîn û dostên gelê kurd jî ne kêm e.
Ji ber ku hîn ji van saetên niha ve, hinek kesên xerabkar dest bi propaganda û bangeşiyên neyartiyê kirine jî û banga Rêber Apo berovajî nîşan didin.
Lewma divê em jî, bêrawestan û bênavber dest bi karekî pir çalak û kêrhatî bikin.
Ji alîkî ve, divê gelê me yê welatparêz ên ku ji naveroka vê peyamê baş tênegihiştibin, em wan serwext bikin.
Ji aliyê din ve, divê em ji berê pirtir giraniyê bidin ser karê diplomasî û lobiyê. Em armanca siyaseta xerabkar a Dewleta Tirk, ji wan re xurtir şîrove bikin û der barê peyama Rêbar Apo de jî, em wan baştir serwext bikin.
Heke em baştir û bi leztir di ber van kar û barên xwe de rabin, em ê karibin destê Rêberê xwe xurtir bikin û rêveberên Tirkiyeyê jî zûtir bikşinin nava atmosfera pêvajoya aştiyê.
Ji roja destpêkê ve di daxuyaniyên ku ji bo piştgriya banga Rêber Apo tên kirin de jî tê xuyakirin; Sekreterê Giştî yê YN A. Guterres, Wezareta Derve ya Almanyayê, Raportorê YE N.Sanchez Amor, Bafil û Qûbat Talabanî, Mesûd, Mesrûr û Nêçîrvan Barzanî û hwd. Zemînê derfetan pir in, lê divê em baştir bixebitin, da ku em zûtir Rêberê xwe azad bikin û Kurdistana xwe jî bigihînin statuyek bi rûmet!