Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ kir. Banga ku kir li hemû cihanê deng da û aliyên cuda piştgirî dan vê bangê. Herçiqas Dewleta Tirk bersiveke erênî nedabe vê bangê û hê jî gavên şênber neavêtibe jî gelê kurd bi coşa ku ji banga Rêberê Gelê Kurd girtiye 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û 21ê Adarê ango Cejna Newrozê pêşwazî kir.
Piştî ku di 11ê adarê de bernameya Newrozê hat aşkerekirin di 12ê mehê de pîrozbahî bi dirûşma “Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk” destpêkirin. Ji roja ku Newroz destpêkiriye heta Newroza mezin a Amedê kî li ku derê herîkîbe qada Newrozê tişta ku ji zimanê xwe kêm nekiriye azadiya fizîkî ya Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû.
Coşa ku li Newrozên deverên cuda kom bû li qada Newroza Amedê gihişt lûtkeyê. Gelê kurd ê li Amedê di seatên serê sibê de berê xwe dan qada Newrozê. Girseya ku li ber 5 deriyên têketinê kombûbûn bi cil û bergên xwe yên kurdî li bendê bûn ku derî vebibin.
Polîsên ku di salên borî de hemû cil û bergên kurdî kiribûn cilên gerîla îsal jî zehmetiyan derxistin. Gotin ku yên li ser milên wan şeklê armayan hebin dê nekin qadê. Di dema ketina hundir de girseyê hêdî hêdî girtin qadê. Kesên ku ne li gor hesabên wan bûn negirtin qadê.
Jineke ciwan dema bi hêrs ji ber derî vegeriya min got tu çima derketî got: “Ji ber ku li ser kefiya min nivîsa ‘Kobanê’ hebû min vegerandin.” Mînakên bi vî awayê li ber deriyan gelek caran hatin jiyîn lê tu astengkirin an jî zehmetiyên ku li ber deriyan hatin jiyîn li pêşiya welatiya nebû asteng. Jixwe dayikên ku em bi hev re li ber derî sekinîbûn ji kesên derdorên xwe re digotin ‘ew me didin sekinandin ku em vegerin nekevin qada Newrozê. Lê çi jî bibe em ê herin Newrozê pîroz bikin.’ Zarokên ku hê tênedigihiştin çi diqewime bi meraq li derdora xwe dinêrin û digotin ‘Em diçin bijî Serok Apo’.
Bi ketina hundir re êdî ew aciziya ku li ber deriyan çêbûbû cihê xwe da coşê û li ber derê qadê ma. Di ketina qadê de kesên ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yê ku herî dawî bi şandeya DEM Partiyê re kişandiye dîtin hestiyar bûn. Ji ber vê hestiyarbûnê bû ku çavên hemû kesan dubare dubare li ser van wêneyan digeriyan. Gelek kesên ku li qadê wêne dikişandin wek ku pişta xwe bidin çiyayek pişta xwe didan Rêber Apo û bi wê ewlebûn û serbilindiyê wêneyan dikşandin.
Di bernameya Newrozê de ji ber ku gelek kesan axaftin kir herçiqas aciziyek çêbibe jî bi gerandina govendê ew tafil derbas dibû. Bi dehan caran strana Koma Botan a ‘Em bernadin vê dîlanê’ hat vekirin. Tevî ku bi dehan caran jî hat vekirin her ku lêdiket hemû kesên ku govendê digirtin bi hev re stranê digotin. Lê elbet ew dîlana ku nedihat berdan ne govenda ku digerandin bû. Belkî ji ber hezkirina wê dîlanê ewqas bi israr û ji dil starnê dubare, sêbare digotin.
Daholên ku coş didan qadê herçiqas dengê axaftvanan bitebisîne jî li cihê ku navê Abdullah Ocalan derbas dibû de hemû kesan bi hev re digot ‘Bijî Serok Apo’. Dengê Rêber Apo yê ku beriya salan Newrozê pîroz dikir hat vekirin. Kesên ku li qadê bûn zanibûn ev deng ne yê niha ye lê hestiyarbûn û talerziya ku di guhdarkirina deng de derket holê, dida nîşandin ku ew bandora wî afirandiye tim û tim zindî ye. Li ku dibe bila bibe deng, reng, dîmen û wêneyên wî hêza sereke ya vî gelê ye.
Ciwanên ku li qadê bûn wêneyên wî li hemû qadê gerandin. Wek ku bixwazin qadê nîşanê wî jî bidin. Herwiha ciwanên ku li ser têlan bi cih bûbûn û guh nedidan hişyariya komîteya amadekar jî posterên Rêber Apo û gelek lehengan radikirin herî jor. Ev bi xwe encama rûhê ku Rêber Apo daye afirandin e.
Dema mirov ew helwest û sekna girseyê dîtin bê hemd digot: ‘Gelo ku Rêber Apo niha li vir bûna dê atmosferek çawa çêbibûna.’ Ew coşa ku ji wêne û dengê Abdullah Ocalan hatibû girtin heta dawiya Newrozê jî berdewam kir. Dibe hin kes ji tarzên stranan an jî dirêjbûna axaftinan bêzar bûbe lê coşa li qada Newrozê ya Amedê bê hempa bû
Kî Newrozê çawa dinirxîne jî divê rastiya hezkirin û xwedîderketina li fikr û ramanên Rêber Apo ji nedîtî ve neyê ne vê Newrozê ne Newrozên bê û ne jî gelê kurd bê Rêber Apo nefikire û nenirxîne. Ji ber ku ji zarokên biçûk heta kesên temen mezin her kesê helwesta xwe nîşan da û got; Rêber Apo ye.