12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Peyama hilbijartinê: Guhertin

Ji muxalefetê bigire heya siyaseta demokratîk, ji desthilatê bigire heya partiyên faşîst û nîjadperest hemû behsa guhertinê dikin. Guhertin lê guhertineke çawa? Bê guman nayê wê wateyê ku hemû guhertin di aliyê pêkanîna demokrasiyê de dê werin kirin.

Heke were pirsîn, gelo encama hilbijartina 2023’yan çi bû, ez dikarim bi rihetî bêjim, peyama guhertinê bû. Texmînên berî hibijartinê û encamên hilbijartinê gelekî ji hev dûr in. Hema bêje hemû derdoran dianî ziman ku dê desthilata heyî bin bikeve û Tirkiye bikeve qonaxeke nû. Mixabin desthilata heyî winda nekir, berevajî desthilat bi ser ket. Lê her çiqasî desthilata AKP-MHP bi ser ketibe jî peyameke dîrokî jî hate dayîn ji bo wan. Li gorî hilbijartinên berê gelek hêz winda kir. Ji bo Erdogan bi ser keve hemû rê û rêbazên derew û sextekarî hatin bikaranîn, ew jî ne bes bû Erdogan mecbûr ma bi derdorên ku ew wekî xayîn îlan kiribûn re tev bigere. Berî hilbijartinê ji bo were hilbijartin bi gelek derdoran re tifaq pêk anî û niha jî kabîneya ku diyar kir nîşaneya mecbûriya van tifaqan nîşan dide.

Dema ez dibêjim guhertin, tenê ne behsa aliyekî dikim. Mesele piralî ye. CHP kete nav hewldanên guhertinê, HDP’ê peyama guhertinê di asta herî jor de da. Tevgera çep-sosyalîst divê guhertineke mezin bide destpêkirin. Desthilatê bixwe jî peyama guhertinan da. Lê dê çiqasî biguhere ne diyar e. Gelek wezîrên ku ji sibê heya êvarî bi faşîzmê radibûn û rûdiniştin derveyî wezîrtiyê hatin hiştin. Heke pir serkeftî bûn gelo çima hatin guhertin? Ev pirs dê di rojên pêş de bersiva xwe bibînin. Ji peywirê girtina Suleyman Soylu bixwe jî hinek tiştan dide diyarkirin.

Encamên vê hilbijartinê ne bi dilê kesî bûn. Ji ber vê ez dibêjim di vê hilbijartinê de peyama guhertinê bi ser ket. Her çiqasî wekî ku AKP-MHP bi ser ketibe xuya bike jî rewş ne wisa ye. Berî hilbijartinan desthilatê bi lêv dikir ku hêzên rojava piştgiriya tifaqa milet dikin. Lê niha diyar dibe ku hêzên rojava jî dixwestin ku Erdogan bi ser keve lê bi şertekî: bi şertê ku ew êdî ne li gorî serê xwe, li gorî polîtîkayên NATO’yê tevbigere. Di vê hêlê de peyama yekem ji DYA’yê hat. Di mijara balafirên şer ên F-16’an de Emerîka anî ziman ku ew amade ne balafiran bidin lê divê Erdoxan dev ji şêwaza êrîşkarî berde. Berî Erdogan sond bixwe û dest bi kar bike Sekreterê Giştî hate Enqerê û bi Erdogan re hevdîtin kir. Erdogan bi kabîneya ku eşkere kir, xwest nîşan bide ku ew ê li gorî xwestekên Amerîkayê tevbigere. Lê ev tenê wêneyê ku xuya dike ye. Erdogan gelek caran di wêneyê ber çavan de xwe makul nîşan dide, lê piştre polîtîkayên li gorî xwe dixe meriyetê. Lê vê carê  rewş ne wekî berê ye. Rewşa aboriya Tirkiyeyê li ber têkçûnê ye, îmaja dewletê ya li derve qet ne baş e. Şerê li hemberî tevgera azadiyê dejenereya di nava dewlet û burokrasiyê de derxist asta herî jor. Erdogan ji bo bi ser bikeve mecbûr ma vê dejenerasyonê di pêvajoya hilbijartinê de biparêze û xwedî derkeve. Lê piştî hilbijartinê Erdogan jî têdigihije ku wisa êdî hew dimeşe.

Di vê hilbijartinê cara pêşîn muxalefet yekeyek rastî êrîş û derewên Erdogan hat. Heya niha di hinek polîtîkayan de li hev nedikirin. Lê vê carê li ber çavê hemû cîhanê propagandaya derewîn meşand. Heya niha zêdetir kurd rastî van êrîşan dihatin lê vê carê muxalefetê jî para xwe jê girt. Heke muxalefet bixwaze guhertinê pêk bîne û bi ser keve divê ji vir dest pê bike. Erdogan herî zêde bi ser mijara pirsgirêka kurd re êrîşî muxafetê kir. Lê muxalefet di cihê ku rastiyê bîne ziman de kete rewşeke parastinê. Halbukî heke bi rastî meseleya şer û zirara ku dide welat anîbûya ziman dikaribû baştir polîtîka bimeşîne. Lê mixabin muxalefet jî bi Erdogan re kete pêşbaziya nîjadperestî û dijberiya penaberan. Di vî warî de tu kes nikare ji desthilata Erdogan zêdetir nîjadperestî, olperstî û dijberiya kêmar û penaberan bike. Derfetên dewletê hemû di destê wî de ne. Heke bi rastî muxalefet dixwaze welat ber bi demokrasiyê ve bibe divê destpêkê ji vir dest pê bike.  Di hilbijartinan de dît ka Erdogan ji bo qezenç bike dikare çi bike û çi neke. Dermanê derewan rastî ye. Wekî din jî serê kaniyê mijara kurd e. Heke muxalefet bixwaze av şêlû nebe divê biçe serê kaniyê û bendavên ku li hemberî fêmkirina mijara kurd hatine avakirin hilweşîne. Dê çiqasî bi wêrekî nêzî vê mijarê bibe bi demê re derkeve holê.

Heya helwesteke zelal li hemberî şerê qirêj neyê nîşandan dê muxalefet jî desthilat jî bibin dîlê destê mafya, çete û baronên di nav burokrasiyê de.

Peyama guhertinê herî zêde jî ji bo siyaseta demokratîk derket holê. Siyaseta demokratîk bi hemû hêmanên xwe kete nav xebata hilbijartinê. Lê mixabin negihişt hedefa ku armanc kiribû. Bê guman zor û zextên li ser siyaseta demokratîk ji hemû partiyan zêdetir bûn. Lê dîsa jî ev encama derketî tenê bi zext û zorê nikare were ravekirin. Rêvebiriya navendî û lijneyên HDP’ê û tifaqên hatine kirin dest bi nirxandina encaman kirine. Di her axaftin û daxuyaniyê de peyama rexnekirin-rexnedayîn û guhertinê tê dayîn.

Ji muxalefetê bigire heya siyaseta demokratîk, ji desthilatê bigire heya partiyên faşîst û nîjadperest hemû behsa guhertinê dikin. Guhertin lê guhertineke çawa? Dema ez behsa guhertinê dikim bê guman nayê wê wateyê ku hemû guhertin di aliyê pêkanîna demokrasiyê de dê werin kirin. Her feraset û hişmendî dê bikeve nav hewldanên ku xwe mezin bike. Mesele partiyeke faşîst a weke İYİP jî behsa guhertinê dike. Lê dema ew behsa guhertinê dike, dibêje “Çima me nîjadperestî zêdetir di nav civakê de belav nekir?” Wekî din famkirina ji guhertinê ya desthilatê ew e ku civakê zêdetir bi polîtîkayên xwe bide bawerkirin. Dev ji armancên xwe bernedaye. Stratejî û taktîkan diguherînin. Heman tişt ji bo hêmanên siyaseta demokratîk jî derbasdar e. Bê guman ne HDP û ne jî partiyên ku di tifaqan de cih girtine dê dev ji armanca xwe ya sereke berdin lê divê stratejî, taktîk, gotin û şêwaza rêxistinbûn û xebatan biguherin.

Di demeke ku derfeta guhertinê ew qas ketiye rojevê de bê guman partî û tifaq dikarin li ser hev hem bi erênî hem jî neyînî bandorê bikin. Mesele zemîna avakirina tifaqên nû ji herdemê zêdetir e. Lê ne tifaqên li ser hilbijartnê. Tifaqên li ser pêşvebirina demokrasî û guhertinên azadîxwaz.